Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû

  • jin
  • 10:51 4 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Wênesaz Umran Yaman di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, wê di 27 saliya xwe de da pey xeyalên zarokatiya xwe û atolyeya wêneyan ava kir. Yaman got ku "Teqes xeyalên jinan hene. Divê kes zincîrê li xeyalê wan nexe."

Jina bi navê Umran yaman 37 salî ye û li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîza Mêrsînê rûdinê. Yaman ji bo jinên ku xeyalên wan nîvço mane û ji dest ji xeyalên xwe berdane, bûye çavkaniya moralê. Hêj 16 salî ye tê zewicandin, di 21 saliyê de 3 zarokên wê çê dibin. Di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, ji ber vê xeyala wê ya wênesaziyê nîvço dimîne. Lê piştî salan hezkirina xwe ya ji bo wênesaziyê kêm nekiriye, rojekî dema zaroka xwe dibe dibistanê, rastî atolyeya wêneyan ê û ev dibe destpêkek ji bo wê.
 
'BI VEKIRINA DERÎ RE XEYALÊN MIN GUHERÎN'
 
Yaman aşkera kir ku ew beyî xebera hevjîn, malbat û derûdorê 3 salan çûye atolyeyê û ev tişt got: "Min perwerdeya xêzan girt. Ew 3 sal ji bo min gelekî bi kelecan derbas bû. Dema ez diçûm wê kûrsê her tişt ji bo min ji rêzê dihat û xeyalên min pêk dihatin. Ez gelekî dêfxweş bûm. Piştî 3 salan min destê hevjînê xwe girt û ez çûm wê atolyeya wêneyan. Hevjînê min dema xêzên min dîtin ecêb ma. Hem ew û hem jî malbata min piştî wê êdî li gel min bûn. Piştî xeyalên min pêk hatin, êdî kar û nihêrîna zarokan bi min zehmet nedihat. Bi piştgiriya hevjînê xwe hêj wêrektir bûm. Min di 27 saliya xwe de dest bi çêkirinê kir. Min destpêkê xwe paşve dikişand. Min destpêkê ji mamosteyê xwe tiştek nedixwest. Piştî 2 salan bawerî û wêrekiya min zêde bû. Ez piştre bi mamosteyê xwe re xebitîm. Mamoste jî ev ferq kir ku wiha baştir e."
 
'VAN HEMÛYAN EZ ÇÊ DIKIM'
 
Yaman anî ziman ku piştî 5 salan, ji ber pirsgirêkên aboriyê neçarî navber dayê û wiha pê de çû: "Min demekî nanê sêlê çêkir û firot. Lê piştî demekî aramiya min xirab bû û min biryareke nû da. Min piştre dît ku wiha naçe, min hem dest bi xebatê kir û hem jî wêne xêz kirin. Me komek heval bi hev re nanê sêlê çê kir û firot. Kirîner jî zêde bûn. Ev kar gelekî bi min zehmet dihat; ji ber ku min di saetên şevê de çê dikir û 12 saetên min digirt. Lê dîsa jî min dest ji xêzan berneda. Mêzekirina zarokan, perwerdeya wêneyê, karê malê ji min re tenê 2 an jî 4 saet xew dima."
 
Yaman da zanîn ku wêneyên ku wê xêz kirine gelekî hatine ecibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wêneyên xwe bi buhayekî baş difroşim, hin tabloyên min bi 3 hezar TL'yî tên firotin. Ez debara malbat û zarokên xwe bi firotina wêneyan dikim. Wêneyan di jiyana min de deriyekî gelek cuda vekir. Ez ji vî karî hez dikim. Ya rast ez ji xwe bawer im. Ez li xwe vedigerim û dipirsim; Ev hemû tişt min kirin gelo? Bi taybetî zarokên min bi min serbilind in. Ez diçim dibistanan û li ser dîwarên dibistanan wêneyan bê heq xêz dikim û dema kêfxweşiya di rûyê zarokan de hêstekî cuda dide min."
 
'TEQES RÊYEK HEYE'
 
Yaman bang li jinan kir û got ku "Divê teqes tu jin wekî Umrana berî 10 salan nebe" û ev tişt anî ziman: "Divê hemû jin li pey xeyalên xwe bimeşin û ji bo xwe bigihînin van xeyalên xwe deriyekî ji xwe re bibînin. Min çawa xeyalên xwe xuliqand, bila ew jî bixweliqînin. Ji bo wê jî divê teqes nebêjin 'Dê nebe û wiha nabe.' Teqes rêyek heye. Bila zincîrê li fikrên xwe nexin. Bila her tiştî azad berdin û divê jin azad be."
 
JI BO JINAN ATOLYE
 
Yaman derbirî ku ew difikire li herêma Kazanliyê atolyeyekê veke û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ew cihê ku min nan lê dipet, li Kazanliyê ez ê atoleyê vekim. Ez di vir de perwerdeya wêneyan bidim jinan. Sedema avakirina atolyeyê ya li Kazanliyê jî min gelek tiştên xweş û nexweş li vir dît. Sedema herî mezin jî ez li vir mezin bûn." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne