TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê

  • rojane
  • 14:23 30 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED - Rêvebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi diyar kir ku derbarê îhlalên mafan ên girtîgehan de gelek serlêdan ji bo komeleya wan hene û got: "Ewlehiya canê wan nîne, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin. Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM'ê vedixwînin ku pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin."

Şaxa Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiya xwe rapora têkildarî binpêkirina mafan ên girtîgehan a ji aliyê heyeta parêzeran ve hatiye amadekirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr, yên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê, aktîvîstên TJA'yê û gelek malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn. Destpêkê Hevserokê Şaxa TUAY-DER'ê ya Amedê Mehmet Emîn Guzel axivî û diyar kir ku li gelemperiya girtîgehên Tirkiyê piştî grevên birçîbûnê li dijî girtiyan êriş û sirgûnan dest pê kir û got: "Bi taybetî li girtîgehên Turkoglû, Tarsûs, Osmaniye, Patnos, Şakran, Qeyserî, Beşîkduzu, Xarpêt, Tîpa T a Amedê, Mêrdîn û li girtîgehên jinan gelek zext hene."
 
'ÎHLALÊN MAFAN BERDEWAM DIKIN'
 
Pişt re rêvebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi axivî û da zanîn ku derbarê îhlalên mafan ên girtîgehan de gelek serlêdan ji bo komeleya wan hene û wiha got: "Li ser serlêdanên malbatan di meha Cotmehê de komeleya me  çû serdana girtiyên li Gîrtîgehên Tîpa D û Tîpa T ên Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Amedê, Tîpa E a Mêrdînê, Girtîgehên Xarpêtê hejmara 1 û 2’an ên ewlehiya wan bilind. Di hevdîtinan de hat tespîtkirin ku îhlalên mafan berdewam dikin."
 
'DI NAV XWARINAN DE CAM, KÊZ Û MÛ DERKETINE'
 
Akyapi destnîşan kir ku di encama hevdîtinên wan de tespît, çavderî û gotinên girtiyan wiha ne: "Girtîgeha Tîpa T a Amedê û Tîpa T a Jinan a Amedê di dema hevdîtinên me de gardiyanan temaşe dikir û bi awayekî ku dengê me biçe wan guhdar dikir. Li van her du girtîgehan hem di nava odeyê hem jî di bexçeyê odeyê ji ber ku kamera hene mafê jiyana wan a taybet hatiye îhlalkirin. Ji ber hejmara zêde ya girtiyan girtî cihên xwe li erdê danîne. Bexçeyên odeyan di bin standarta wan de ne û biçûkin. Xwarina didin girtiyan kême, xwê û rûn di nav xwarinan de zêde ye, xwarinên ku didin girtiyan perçeyên cam, kêzik û mû ji nav derketine. Ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re hat gotin lê tiştek nehat kirin. Dîsa lêgerînên ku biçin asta tacîzê tên kirin û serdegirtina odeyan ji aliyê me de hatin parvekirin. Rojname, pirtûk û kovarên ku didin girtiyan hatine sînorkirin. Gelek jî qedexeya wan nîne jî bi awayekî kêfî nadin girtiyan."
 
'ÎŞKENCEYA FÎZÎKÎ Û PSÎKOLOJÎK TÊ KIRIN'
 
Akyapi da zanîn ku girtiyên li Girtîgehên Hejmara 1 û 2’an ên Ewlehiya Bilind ên Xarpêtê ewlehiya canê girtiyan nîne, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin. Akyapi diyar kir ku piştî îşkenceya fîzîkî nehiştine girtî raporê ji bijîşk bigrin û wiha got: "Di hevdîtinên ku malbat û parêzeran kirin de şopa îşkenceya fizîkî hatiye dîtin. Ji gelek girtiyan re bi awayekî kêfî cezayên disiplînê hatine dayîn. Ji ber cezayên disiplînê tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê îhlalkirin. Sewq kirina nexweşxaneyan û tedaviya wan bi derengî dikeve. Heke ev sepanên kêfî bidomin wê ji hêla girtiyên nexweş ve encamên nebaş derkevin holê."
 
'LI GOR HIQÛQA NAVNETEWÎ TEVBIGERIN'
 
Akyapi anî ziman ku heke pêşî li van îhlalên mafan ên li girtîgehan diqewimin neyê girtin dê sûc derkeve holê û wiha berdewam kir: "Heke ev sepan dewam bikin dê di siberojê de rê li ber rewşeke neyînî veke. Em bi fikarin ku ewlehiya canê wan jî bixe talûkeyê. Divê di serî de mevzuata pergala înfazê ya Tirkiyê li gor hiqûqa mafên mirovan a navnetewî were guncavkirin. Divê dest ji muameleya xerab a li ser girtiyan berdin. Li gorî hiqûqa navnetewî muameleyekê nîşan bidin. Divê tedbîr werin girtin ji bo girtî bigihîjin mafên xwe yên tenduristiyê."
 
'EM RAYEDARAN VEDIXWÎNIN BERPIRSIYARIYÊ’ 
 
Akyapi herî dawî da zanîn ku heyeta wan tespît kiriye ku ji bo şertên fîzîkî û muameleyên tên kirin divê rêveberiya girtîgehê kontrola îdarî û darazî bike û wiha got: "Em rayedaran ji bo mekanîzmayên denetîmê ên netewî were kirin vedixwînin wezîfeyê. Dîsa derbarê muameleyên nebaş ên li girtiyan tê kirin ji bo ku lêpirsînek bi bandor were kirin Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM'ê vedixwînin ku pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin. Em careke din dibêjin ku em ê şopdarên vê pevajoyê bin."
 
Civîn bi berzkirina dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. 

Sernavên din

31/10/2019
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir
14:04 Xaziyê Pirsûsê: Berxwedana we dê serkeftinê bîne
13:50 ‘Komkujiya Pirsûsê kutuya reş a dewletê ye'
13:29 Abdî: Tirkiye hewl dide bikeve bajarê Asûrî Til Temirê
13:20 Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
13:04 Ji ber ku di daneşînê de rewşa wî ne baş bû girtiyên nexweş rakirin nexweşxaneyê
12:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Serokkomar Erdogan destûr neda darizandina Îlker Başbûg
11:38 Ji Kobanê bersîv da Erdogan: Em destûr nadin derbas bibin
11:32 Ji ber parvekirina li dijî şer hat binçavkirin
11:20 Sewqîyata eskerî ya li ser sînor didome
11:13 Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin
11:10 Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe
10:40 Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'
10:16 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji bo penaberan bang li rayedaran kir
09:59 QSD: Em li benda muxatabiyê ne
09:46 Eskeran gef li Saglam ê girt xwar
09:42 Ji Twîtterê biryara negirtina reklamên siyasî
09:10 Destûr neda girtî ziyaret bike
09:10 Beriya bibe qeyûm li ser navê şaredariyê biryar girtiye
09:09 Kanar: Dibe ku Tirkiye bê darizandin
09:08 Bi nexşandina şimikan debara xwe dikin
09:07 Xebitîn û kooperatîf ava kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
30/10/2019
20:11 Şivan Çetîn ê li Nisêbînê di êrîşa hawanê de birînda bû jiyana xwe ji dest da
20:03 TJA: Em dê li dijî hovîtiya ‘SMO' têbikoşin
17:19 Rojnameger Abdullah Kaya hat berdan
17:10 Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin
17:02 Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin
16:56 276 rewşenbîran bang li NY’yê kir
16:35 Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
15:59 57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin
15:59 Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin
15:42 Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e
15:32 Nivîskarê ‘Şêrgele’ û ‘Efîndîno’ hat bibîranîn
14:39 Danişîna Irmak û Demîrel hat dîtin
14:23 TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê
14:07 Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
13:44 Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin: Tundî nikarin we rizgar bikin
13:26 Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
13:21 Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
13:17 MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e
13:16 Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
12:36 Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne
12:08 Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
12:04 Kêliyên diziya endamên OSO ya di bin banê TSK'ê de wiha hat tomarkirin
11:42 Li Farqînê û Hênê 5 kes hatin binçavkirin
11:35 Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye
11:07 Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin
10:43 'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê'
10:34 Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
10:27 Qeyûm kesê bi îhaleya 352 milyon tl nelirêtî kir xelat kir
10:02 Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin
09:52 'Xelata Şervanê Paqij' a Kanadayê îsal dan Mazlum Abdî
09:39 Rexneya OHD'ê ya li ‘pakêta darazê': Bi kevçî didin bi heskê distînin
09:12 'Roja Kobanê ya Cîhanê' çawa derket holê?
09:11 'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
09:10 Bi dosyeyên ku berê beraat kiribû ji peywirê hat girtin!
09:10 Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim
09:09 'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN
29/10/2019
20:20 Li Girtîgeha Tokatê ji 54 girtiyan di 40 girtîyan de nexweşiya Hemoroîdê derket
16:22 DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir
16:14 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin
16:09 Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya
15:16 Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik'
15:11 Leyla Guven: Hûnê nekarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin
14:54 Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin
14:37 KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
14:36 Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist
14:02 Çîçek Kobanê ku SMO'yê bi sejêkirinê gef lê dixwar li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye
14:00 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:53 Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin
13:47 Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin
13:41 Mamosteyê çapemeniya kurd hat bibîranîn
12:52 Girtiyên nexweş Başdaş û Beştaşoglû hatin berdan
12:51 Mazlum Abdî hûrguliyên operasyona li dijî Bagdadî vegot
12:02 Polisan mudaxaleyî çalakiya şermezarkirina qeyûm kir
11:54 Li Kandirayê cezayê ‘Ne li gorî exlaq cil li xwe kirin’ li parlementerên girtî birîn
11:29 Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket
10:56 Leyla Guven: Destê xwe ji Rihayê vekişînin
10:21 Qeymeqam wekî qeyûm tayînî Cizîrê kirin
10:10 Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin
09:51 Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'!
09:18 Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû
09:17 Polîsên li Elîgorê karker guleberan kirin dan ber lêpirsînê
09:16 Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê
09:16 Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin
09:15 Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan
09:14 'Îdiaya şandina penaberan bi xwe xofekê dixwe dilê mirov'
09:13 Ji ber xaza xwezayî û ceyranê nikarin sobeyan bifiroşin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2019'AN
08:09 Qeyûm tayînî Şaredariya Cizîre kirin
28/10/2019
18:55 Abdî: Em wekî QSD'ê ji bo yekîtiya neteweyî amade ne
18:08 Çaksu: Tirkiye bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
17:45 94 meh in ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin
16:46 ESP'î hatin berdan
16:37 Li Êlihê qeza: Karkerek mir û 10 karker jî birîndar bûn