TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê 2019-10-30 14:23:39 AMED - Rêvebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi diyar kir ku derbarê îhlalên mafan ên girtîgehan de gelek serlêdan ji bo komeleya wan hene û got: "Ewlehiya canê wan nîne, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin. Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM'ê vedixwînin ku pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin." Şaxa Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê li avahiya xwe rapora têkildarî binpêkirina mafan ên girtîgehan a ji aliyê heyeta parêzeran ve hatiye amadekirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr, yên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê, aktîvîstên TJA'yê û gelek malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn. Destpêkê Hevserokê Şaxa TUAY-DER'ê ya Amedê Mehmet Emîn Guzel axivî û diyar kir ku li gelemperiya girtîgehên Tirkiyê piştî grevên birçîbûnê li dijî girtiyan êriş û sirgûnan dest pê kir û got: "Bi taybetî li girtîgehên Turkoglû, Tarsûs, Osmaniye, Patnos, Şakran, Qeyserî, Beşîkduzu, Xarpêt, Tîpa T a Amedê, Mêrdîn û li girtîgehên jinan gelek zext hene."   'ÎHLALÊN MAFAN BERDEWAM DIKIN'   Pişt re rêvebera TUAY-DER'ê Bahar Akyapi axivî û da zanîn ku derbarê îhlalên mafan ên girtîgehan de gelek serlêdan ji bo komeleya wan hene û wiha got: "Li ser serlêdanên malbatan di meha Cotmehê de komeleya me  çû serdana girtiyên li Gîrtîgehên Tîpa D û Tîpa T ên Amedê, Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Amedê, Tîpa E a Mêrdînê, Girtîgehên Xarpêtê hejmara 1 û 2’an ên ewlehiya wan bilind. Di hevdîtinan de hat tespîtkirin ku îhlalên mafan berdewam dikin."   'DI NAV XWARINAN DE CAM, KÊZ Û MÛ DERKETINE'   Akyapi destnîşan kir ku di encama hevdîtinên wan de tespît, çavderî û gotinên girtiyan wiha ne: "Girtîgeha Tîpa T a Amedê û Tîpa T a Jinan a Amedê di dema hevdîtinên me de gardiyanan temaşe dikir û bi awayekî ku dengê me biçe wan guhdar dikir. Li van her du girtîgehan hem di nava odeyê hem jî di bexçeyê odeyê ji ber ku kamera hene mafê jiyana wan a taybet hatiye îhlalkirin. Ji ber hejmara zêde ya girtiyan girtî cihên xwe li erdê danîne. Bexçeyên odeyan di bin standarta wan de ne û biçûkin. Xwarina didin girtiyan kême, xwê û rûn di nav xwarinan de zêde ye, xwarinên ku didin girtiyan perçeyên cam, kêzik û mû ji nav derketine. Ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re hat gotin lê tiştek nehat kirin. Dîsa lêgerînên ku biçin asta tacîzê tên kirin û serdegirtina odeyan ji aliyê me de hatin parvekirin. Rojname, pirtûk û kovarên ku didin girtiyan hatine sînorkirin. Gelek jî qedexeya wan nîne jî bi awayekî kêfî nadin girtiyan."   'ÎŞKENCEYA FÎZÎKÎ Û PSÎKOLOJÎK TÊ KIRIN'   Akyapi da zanîn ku girtiyên li Girtîgehên Hejmara 1 û 2’an ên Ewlehiya Bilind ên Xarpêtê ewlehiya canê girtiyan nîne, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin. Akyapi diyar kir ku piştî îşkenceya fîzîkî nehiştine girtî raporê ji bijîşk bigrin û wiha got: "Di hevdîtinên ku malbat û parêzeran kirin de şopa îşkenceya fizîkî hatiye dîtin. Ji gelek girtiyan re bi awayekî kêfî cezayên disiplînê hatine dayîn. Ji ber cezayên disiplînê tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê îhlalkirin. Sewq kirina nexweşxaneyan û tedaviya wan bi derengî dikeve. Heke ev sepanên kêfî bidomin wê ji hêla girtiyên nexweş ve encamên nebaş derkevin holê."   'LI GOR HIQÛQA NAVNETEWÎ TEVBIGERIN'   Akyapi anî ziman ku heke pêşî li van îhlalên mafan ên li girtîgehan diqewimin neyê girtin dê sûc derkeve holê û wiha berdewam kir: "Heke ev sepan dewam bikin dê di siberojê de rê li ber rewşeke neyînî veke. Em bi fikarin ku ewlehiya canê wan jî bixe talûkeyê. Divê di serî de mevzuata pergala înfazê ya Tirkiyê li gor hiqûqa mafên mirovan a navnetewî were guncavkirin. Divê dest ji muameleya xerab a li ser girtiyan berdin. Li gorî hiqûqa navnetewî muameleyekê nîşan bidin. Divê tedbîr werin girtin ji bo girtî bigihîjin mafên xwe yên tenduristiyê."   'EM RAYEDARAN VEDIXWÎNIN BERPIRSIYARIYÊ’    Akyapi herî dawî da zanîn ku heyeta wan tespît kiriye ku ji bo şertên fîzîkî û muameleyên tên kirin divê rêveberiya girtîgehê kontrola îdarî û darazî bike û wiha got: "Em rayedaran ji bo mekanîzmayên denetîmê ên netewî were kirin vedixwînin wezîfeyê. Dîsa derbarê muameleyên nebaş ên li girtiyan tê kirin ji bo ku lêpirsînek bi bandor were kirin Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM'ê vedixwînin ku pêvajoya qanûnî bidin destpêkirin. Em careke din dibêjin ku em ê şopdarên vê pevajoyê bin."   Civîn bi berzkirina dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.