ÊLIH - Di 29'ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kirin. Qeyûmê xwest rêya Kolana Cumhuryetê ji nû ve çê bike, qet dawiya wê nehat. Bi hatina zivistanê re rê tev bû herî û esnaf îsyan dikin û aşkera kirin ku ji ber ku herêm bi herî ye ew nikarin kar bikin.
Şaredariyên gel ên hatin destaserkirin, yek ji wan jî Şaredariya Êlihê ye. Qeyûmê tayînê Şaredariya Êlihê kirin, di bin navê proje û vîzyonê de xwest Kolana Cumhuryetê û Kolana Diyarbekirê ji nûve rêyên wan sererast bike. Lê bi mehan e rê neqediya ne û esnaf ji ber vê perîşan bûne. Berê qeyûmê bi navê Ertug Şevket Aksoy dabû zanîn ku dê di 29'ê Cotmehê de rêyê biqedîne, meha Kanûnê hat lê hêj rê neqediya ye. Zivistan jî bi ser de hat û ji ber baranêkolan di nav heriyê de ma. Esnafên li kolanê aşkera kirin ku ew ji ber heriyê nikarin kar bikin û xwestin demek ji ya din zûtir rêya wan bê sererastkirin. Esnafan bal kişand ser krîza aborî jî û piştrast kir ku ew tu karî nikarin bikin.
‘DI NAV HERIYÊ DE DIXEBITIN’
Welatiyê bi navê Niyazî Oztunç da zanîn ku ew 10 sal e li Kolana Diyarbekirê esnaf e û ev tişt got: "Berî du mehan ji şaredariyê hin kes hatin. Gotin ku dê heta 29'e Cotmehê biqede û xwestin em îdare bikn. Bi ser re 3 meh derbas bû hêj rêya kolanê nehatiye çêkirin. Yek rayedar jî nayê û tu agahiyekê nade me."
Oztunç destnîşan kir ku ev rêya hêj çêkirina wê dewam dike, zehmetiyên mezin ji bo wan derdixe û wiha got: "Hem em û hem jî welatî mexdûr dibin. Berhemên me di nava gemarê de dimînin. Em heta êvarê bi paqijiya wan re mijûl in. Kirîner tên lê ji ber ku cihê parkê nabîne, diçe. Em gelekî mexdûr bûne. Em di nava heriyê de dijîn. Divê sozên ku dane me bînin cih."
‘XEBAT BÊ PLAN E’
Ferhat Orhan jî anî ziman ku ew 13 sal e li ser kolanê wênekêşiyê dike, piştrast kir ku xebatên çêkirina rê ew gelekî tengezar kirine. Orhan ev agahî dan: "Bi mehan e dest bi xebatê kirine. Gelekî giran dixebitin. Bê proje ne û wekî ku endezyar tune. Cihekî çê dikin, roja din tên xirab dikin. Em sedema wê dipirsin, divê me vane ji bîra kiriye, me qabloya ceryanê ji bîra kiriye. Baranê dest pê kir, kolan di nav heriyê de ma. Em heta êvarê heriyê paqij dikin."
‘DÊ KÊ ZERARA ME BIDE?’
Sabahattîn Karahan jî li ser Kolana Diyarbekirê 6 sal e dikana cilan dide xebatê. Karahan bertekên xwe da nîşan û wiha pê de çû: "Cilên me di nav gemarê de dimînin. Min qasek berê çakîtek firot, kesê kirî li xwe kir û eciband jî lê ji ber ku gemar li ser hebû nekirî. Heta êvarê firçe ji destê me nakeve."