JES’an ne tehm ne jî bereket hişt

img

AYDIN - JES'ên li ser zeviyên çandiniyê tên avakirin, cotkarên Aydinê bê zar kirin. Cotkaran diyar kirin ku bi JES'an re qalîte û bereketa berhemên wan daket û wiha gotin: "Em dê di nava vê jahrê de çawa çandiniyê bikin. Ne tehm maye û ne jî bereket." 

Ji ber Santralên Enerjiya Heotermalê (JES) der û dor gelekî qirêj dibe û ev qirêjî bandoreke xirab li ser hilberînê jî dike. Li Aydinê li ser axa herî dewlemend hilberînek pak nayê kirin. Berhemên çandiniyê yên herî dewlemend ên herêmê, zeytûn, hêjîr û tirî ye. Ji ber ku JES hewa û avê qirêj dikin, berhemdariya axê jî dikeve û wekî berê tu temê nade. 
 
‘HER SAL XIRABTIR DIBE’
 
Abdusselam Zengîn yê li taxa Ortaklarê ya girêdayî navçeya Germencîkê dijî, ji sala 1988'an de di baxçeyê xwe de hilberîna zeytûn û hêjîran dike. Zengîn da zanîn ku berî JES'an, wan 5 mehan zeytûn berhev dikirin, lê niha di mehekê de hemû zeytûn tên berhevkirin. Zengîn sedema vê jî bi bê berhemiyê ve girêda û wiha got: "Piştî JES'an zeytûn 3-4 salan carekî berhem didin. Avên germ ên ku JES berdidin, erdê çandiniyê zerarê dibîne. Dîsa ocaxên kevir û fabrîqeyên ensustiriyê jî zerarek mezin didin çandiniyê. Her sal rewşa zeytûn û hêjîrê xirabtir dibe. Ji ber JES'an hêjîr mezin nabin. Tu tem tune û wekî lastîkê ye. Berê di 3-4 kîlo zeytûn de kîlok rûn derdiket. Lê niha di 8-9 kîloyî de kîlok rûn tê girtin."
 
‘HEQÊ KARKERAN DERNAXE’
 
Zengîn piştrast kir ku dema li Tirkiyeyê çandinî qediya, dê her tişt biqede û wiha axivî: "Rewşa cotkaran gelekî xirab e. Êdî cotkar berhemên xwe nafroşin. Di vê krîza aborî de cotkar zevî û matorên xwe difiroşin. Heqê karkeran jî dernayê. Yanî fêkî û zebze êdî tune. Divê hikumet û mirov di vê der barê de hişyar bin."
 
TU TEHM Û LEZET NEMA
 
Feyzî Çinar bavê 5 zarokan e, 30 sal e li Germencîkê dijî. Çinar hilberîna karûkan dike û baxçeyê wî yê hêjîran jî heye. Çinar destnîşan kir ku 2 sale  hêjîr reş dibin, mezin nabin û wiha pê de çû: "Karkerên çandiniyê êdî li Aydinê nikarin debara xwe bikin û darên xwe jê dikin. Darên xwe difiroşin fabrîqe û fîrmayan. Dîsa Newala Neplî ya li Germencîkê ava wê tev qirêj bûye."
 
Çinar da zanîn ku ava Çemê Menderesê Mezin jî qirêj bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em 14-15 salî bûn me ava Çemê Menderesê vedixwar. Niha masiyên wê jî neman û yên heyî nayên xwarin. Hemû rayedaran çav û guhên xwe ji talana xwezayê re girtiye. Wiha biçe dê Aydin bibe çol."
 
‘HILBERÎN QEDIYA’
 
Yusuf Ayvaz ê li navçeya Koşkê dimîne, 12 sal e cotkariyê dike. Ayvaz da zanîn ku JES'an bandoreke gelek xirab li ser çandiniyê kiriye û ev tişt anî ziman: "Em hatine rewşek wisa ku dest ji cotkariyê berdin. Bi JES'an re rêjeya hêmê zêde bû. Hêjîr ji hêmê hez nake, hez ji bayê dike. Ji ber hêmê nebat tune dibin. Becanên sor hebûn, hemû şewitîn. Tufrengî jî ji vê bandor bûn. Hemû berhem tune dibin. Hêjîr gelekî bê qalîte bû. Rayedaran aşkera kir ku îsal 79-80 hezar ton hêjîr heye. Gotin sedî 10 zêde ye. Em baş dizanin ku ji 50 hezar tonî derbas nebû. Qalikê derve wekî lastîkê ye. Zeytûn wekî dendikê xwe ye. Şirketan mehfa me anî. Berê di axên me de av hebûn. Lê niha av nema. Çavkaniyên me yên avê tune bûn."
 
MA / Rûken Demîr
 
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne