Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan

  • rojane
  • 09:15 29 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Rojnamevan Huseyîn Aykol ku piştî Pakêta Darazê ya nû ket meriyetê hat berdan, got: "Ji ber gelek rojnamevan girtî ne, di qada rojavayê de Tirkiye ditengije. Em ê ji Ewropayê bi deyn pereyan bînin. Di mijara penaberan de pêdivî bi gelek pereyan heye. Ji bo vê jestek kirin û bi awayekî demborî em berdan." 

Piştî Pakêta Darazê ya Nû ket meriyetê, înfaza rojnamevan Huseyîn Aykol hat rawestandin û di 25'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Sîncanê derket. 
 
Aykol ku di dema Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de 10 salan di hepsê de ma, bal kişand ser rewşa girtîgehên Tîpa F û yên din: "Heta niha di 5-6 girtîgehan de mame. Di girtîgeheke wekî ya Mamakê de mame ku wê çaxê li Tirkiyeyê girtîgeha herî xirab û dijwar a Amedê bû û ya dudoyan jî Mamak bû. Her roj li me didan. Her roj zext û zorî hebûn, lê tu tişt ji kêfa me kêm nedibû. Lê belê di girtîgehên Tîpa F'yê de ji bo derûniya mirov saxlem be divê mirov baş hay ji xwe hebe û saxlem bisekine." 
 
‘PIRTÛKAN NADIN' 
 
Aykol, diyar kir ku roja wî birine girtîgehê wî xistine odeyeke ku nû hatibû boyaxkirin û got, dotira rojê ew û ciwanekî ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî mane. Aykol ku li derve dibe dengê girtiyan, detnîşan kir ku li girtîgehê pirtûk bia wayekî sînordarkirî tên dayîn û got: "Tiştên hûn bînin cem xwe hejmara wan diyar e. 3 pantor û 2 îşlig. Lîsteya evana heye. Li gor pîvanên girtîgehê di rojên rojbûyînê, sersalê û rojên din ên taybet de diyariyên ji derve tên şandin tên girtin. Mesela ew diyarî dibe ku pirtûkek be. Me jî ev bi munasebeta rojbûna min bi kar anî. Di odeyê de serê kesekî 10 pirtûk. Eger serdêrên we pirtûkekê bîne an jî hûn ji pirtûkxaneyê pirtûkekê bînin, divê hûn vê kontejanêd erbas nekin. Ev ji bo ên li Enqereyê hêsan e. Lê belê hin kes hene parêzerên wan an jî malbatên wan mehê carekê tên. Berê hinekî nermtir bû, lê niha ne wisa ye. Li pirtûkxaneya girtîgehê pirtûkine baş jî hene, lê belê piranî jê pirtûkên nêzî bîrdoziya dewletê û pirtûkên dînî ne. Mesela tu dixwazî pirtûkeke Azîz Nesîn bixwînî, lê dibêjin nemaye." 
 
ROJNAMEYÊ NADIN 
 
Huseyîn Aykol ku qunciknivîsê rojnameya Yenî Yaşamê ye, diyar kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nedidan wî û got: "Hins erdem hene rojnameya me didin girtiyan, lê belê mesela Rewşa Awarte çê dibe an jî tiştekî din çê dibe rojnameya me nadin. Gava Rewşa Awarte bi dawî dibe rojnameyê didin,
 lê ji bo bê em dîsa têdikoşin. Gava min bihîst rojname tê lê ew nadin min doz li wan vekir. Dadgeriya Înfazê got, divê rojname bê dayîn. Wê rojname bihata lê ez derketim." 
 
HIN KES ZÊDETIRÎ 20 SAL IN GIRTÎ NE 
 
Aykol, bal kişand ser rewşa girtiyên di dadgehên DGM'ê de hatine darizandin û zêdetirî 20 sal in girtî ne û got: "Piştî biryar DMME'yê hîzbulahvan derketin, lê ji PKK'yiyan kêm kes hatin berdan. Serlêdana gelakn jê hat redkirin. Divê kampanyaya me, liv û tevgerên me, yên komeleyên mafên mirovan, HDP'ê pêşiya pêşî ji bo kesên 25 sal in mexdûr bin. Ji bo girtiyên ji zû de ye girtîne hin kampanya bên çêkirin." 
 
Aykol, destnîşan kir ku hîn jî zext û zoriyên li ser çapameniya muxalif û azad didomin û got, nexasim jî di dema operasyonên dervayî sînor ewilî rojnamevan hatine binçavkirin û girtin. Aykol ku got "A rast pêşî di ser rojnamevanan re sinyalê didin gel" got: "Bi zext û zoriyên li rojnamevanan sinyalê didin gel. Bi vî awayî şehîdên me çê bûn. Avahiyên me yên rojnameyê hatin bobmbekirin. Ji me re dibêjin 'hûn propagandaya rêxistinê dikin.' Di îdianameyên derbarê me de dibêjin 'te sûcekî wiha kiriye'. Nabêjin çek heye an jî te bombe havêtiye cihekî! Ji me dipirsin, dibêjin 'te ev nûçe çê kiriye?' Em jî dibêjin 'Belê'. Erê ya na. Lê dibêjin, 'gava hûn vê nûçeyê çê dikin dewleta me rencîde dibe.' Nexwe hûn vê heqaretê neikin. Em tenê nûçeyan çê dikin. Em tenê rastiyan dinivîsin. Piraniya nûçeyên rojnameyên nêzî hikûmetê derew in. Lê belê gel rûyê rast ê rojnameyên nêzî hikûmetê dîtin." 
 
DARIZANDIN DIDOME 
 
Aykol, destnîşan kir ku ew ji girtîgehê derketiye, lê belê ev derketin ne beraatkirin e. Aykol, diyar kir ku bi pakêta nû ya darazê re wê 3 sal û 9 meh cezayê wî li Dadgeha Bilind bê nirxandin û got: "Dibe ku Dadgeha Bilind pesend jî bike. Eger xera bike û bişîne, dibe ku dadgerê ceza biriye dîsa ceza bibire. Wê dîsa pêvajoya îstinaf û Dadgeha Bilind dest pê bike. Em tenê bi awayekî demborî hatine berdan. Li gor rêveçûyîna dozan, li gor pêvajoya Dadgeha Bilind zivistanê em li derve ne. Lê havînê dibe ku ez dîsa bêm girtin." 
 
RASTIYA PAKÊTÊ! 
 
Aykol, ji bo xala di pakêtê de ku dibêje "eger sînorên nûçeçêkirinê derbas neke an jî daxuyaniyên ji bo rexneyê tên kirin sûcekî di xwe de nehebînin" got: "Em ê di pêşerojê de bi biryarên ku dadger didin fêm bikin ku ka dadger ev xal rast fêm kirine yan na. Ev kar ne wisa ne. Di hin xalan de nedarizandina rojnamevanan heye. Lê heta niha pêk nedihatin. Hikûmetê sinyal da. Di girtîgehan de gelek rojnamevan hene. Di warê Ewropayê de ev rewş Tirkiyeyê ditengijîne. Gotin ka em van rojan çend rojnamevanan derxînin...Em ê bi deyn pereyan ji Ewropayê bistînin. Em ê têkiliyên xwe yên bi YE'yê re pêş ve bibin. Nexasim jî ji bo penaber li Sûriyeyê bên bicihkirin pêivî bi gelek pereyan heye. Wê avahî bên çêkirin, ji bo vê jî pere lazim in. Ez we ji van tiştan xelas dikim û hêdî hêdî ber bi krîterên YE'yê ve diçim. Îjar ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan. Îjar em nizanin wê ev sinyala ku hikûmetê da dadgeran 2meh şûnde an jî 5 meh şûnde biguhere yan na." 
 
‘DIVÊ EM NEHERISIN' 
 
Huseyîn Aykol, ji bo hevpîşeyên xwe jî diyar kir ku divê neherisin, serî netewînin û got: "Hevalên me di şert û mercên pir zehmet de nûçeyan çê dikin. Lê divê hevalên rojnamevan tenê nebêjin rewş krîtîk û em xwe hinekî sansur bikin! Ev serdem ne serdema xwesansurkirinê ye! Ne serdema paşvekişandinê ye. Ji bo pêşeroja mirov û zarokan divê nûçeyên watedar û bi kêrî gel tên bên çêkirin. Ez ê jî dîsa dest bi quncika xwe bikim. Li hundir herî kêm girseyeke min î 12 hezar kesî heye. Ez ê derdê wan biparêzim û bikim nûçe. Ji bo hevalên xwe yên ciwan jî dikarim bibêjim ku li ser karê xwe hûr ibibin û nûçeyên watedar çê bikin. Ne xanên me, ne jî hemamên me hene. Wê tu carî jî nebin. Lê em ê jiyanekî wisa birûmet ji zarok û neviyên xwe re bihêlin. Em ê mîratekê ji dîrokê re bihlin. Loma divê em neherisin, bi paş ve gav neavêjin." 
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

31/10/2019
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir
14:04 Xaziyê Pirsûsê: Berxwedana we dê serkeftinê bîne
13:50 ‘Komkujiya Pirsûsê kutuya reş a dewletê ye'
13:29 Abdî: Tirkiye hewl dide bikeve bajarê Asûrî Til Temirê
13:20 Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
13:04 Ji ber ku di daneşînê de rewşa wî ne baş bû girtiyên nexweş rakirin nexweşxaneyê
12:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Serokkomar Erdogan destûr neda darizandina Îlker Başbûg
11:38 Ji Kobanê bersîv da Erdogan: Em destûr nadin derbas bibin
11:32 Ji ber parvekirina li dijî şer hat binçavkirin
11:20 Sewqîyata eskerî ya li ser sînor didome
11:13 Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin
11:10 Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe
10:40 Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'
10:16 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji bo penaberan bang li rayedaran kir
09:59 QSD: Em li benda muxatabiyê ne
09:46 Eskeran gef li Saglam ê girt xwar
09:42 Ji Twîtterê biryara negirtina reklamên siyasî
09:10 Destûr neda girtî ziyaret bike
09:10 Beriya bibe qeyûm li ser navê şaredariyê biryar girtiye
09:09 Kanar: Dibe ku Tirkiye bê darizandin
09:08 Bi nexşandina şimikan debara xwe dikin
09:07 Xebitîn û kooperatîf ava kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
30/10/2019
20:11 Şivan Çetîn ê li Nisêbînê di êrîşa hawanê de birînda bû jiyana xwe ji dest da
20:03 TJA: Em dê li dijî hovîtiya ‘SMO' têbikoşin
17:19 Rojnameger Abdullah Kaya hat berdan
17:10 Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin
17:02 Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin
16:56 276 rewşenbîran bang li NY’yê kir
16:35 Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
15:59 57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin
15:59 Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin
15:42 Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e
15:32 Nivîskarê ‘Şêrgele’ û ‘Efîndîno’ hat bibîranîn
14:39 Danişîna Irmak û Demîrel hat dîtin
14:23 TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê
14:07 Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
13:44 Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin: Tundî nikarin we rizgar bikin
13:26 Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
13:21 Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
13:17 MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e
13:16 Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
12:36 Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne
12:08 Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
12:04 Kêliyên diziya endamên OSO ya di bin banê TSK'ê de wiha hat tomarkirin
11:42 Li Farqînê û Hênê 5 kes hatin binçavkirin
11:35 Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye
11:07 Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin
10:43 'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê'
10:34 Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
10:27 Qeyûm kesê bi îhaleya 352 milyon tl nelirêtî kir xelat kir
10:02 Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin
09:52 'Xelata Şervanê Paqij' a Kanadayê îsal dan Mazlum Abdî
09:39 Rexneya OHD'ê ya li ‘pakêta darazê': Bi kevçî didin bi heskê distînin
09:12 'Roja Kobanê ya Cîhanê' çawa derket holê?
09:11 'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
09:10 Bi dosyeyên ku berê beraat kiribû ji peywirê hat girtin!
09:10 Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim
09:09 'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN
29/10/2019
20:20 Li Girtîgeha Tokatê ji 54 girtiyan di 40 girtîyan de nexweşiya Hemoroîdê derket
16:22 DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir
16:14 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin
16:09 Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya
15:16 Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik'
15:11 Leyla Guven: Hûnê nekarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin
14:54 Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin
14:37 KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
14:36 Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist
14:02 Çîçek Kobanê ku SMO'yê bi sejêkirinê gef lê dixwar li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye
14:00 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:53 Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin
13:47 Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin
13:41 Mamosteyê çapemeniya kurd hat bibîranîn
12:52 Girtiyên nexweş Başdaş û Beştaşoglû hatin berdan
12:51 Mazlum Abdî hûrguliyên operasyona li dijî Bagdadî vegot
12:02 Polisan mudaxaleyî çalakiya şermezarkirina qeyûm kir
11:54 Li Kandirayê cezayê ‘Ne li gorî exlaq cil li xwe kirin’ li parlementerên girtî birîn
11:29 Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket
10:56 Leyla Guven: Destê xwe ji Rihayê vekişînin
10:21 Qeymeqam wekî qeyûm tayînî Cizîrê kirin
10:10 Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin
09:51 Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'!
09:18 Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû
09:17 Polîsên li Elîgorê karker guleberan kirin dan ber lêpirsînê
09:16 Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê
09:16 Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin
09:15 Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan
09:14 'Îdiaya şandina penaberan bi xwe xofekê dixwe dilê mirov'
09:13 Ji ber xaza xwezayî û ceyranê nikarin sobeyan bifiroşin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2019'AN
08:09 Qeyûm tayînî Şaredariya Cizîre kirin
28/10/2019
18:55 Abdî: Em wekî QSD'ê ji bo yekîtiya neteweyî amade ne
18:08 Çaksu: Tirkiye bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
17:45 94 meh in ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin
16:46 ESP'î hatin berdan
16:37 Li Êlihê qeza: Karkerek mir û 10 karker jî birîndar bûn