Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan 2019-10-29 09:15:34 ENQERE – Rojnamevan Huseyîn Aykol ku piştî Pakêta Darazê ya nû ket meriyetê hat berdan, got: "Ji ber gelek rojnamevan girtî ne, di qada rojavayê de Tirkiye ditengije. Em ê ji Ewropayê bi deyn pereyan bînin. Di mijara penaberan de pêdivî bi gelek pereyan heye. Ji bo vê jestek kirin û bi awayekî demborî em berdan."  Piştî Pakêta Darazê ya Nû ket meriyetê, înfaza rojnamevan Huseyîn Aykol hat rawestandin û di 25'ê Cotmehê de ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Sîncanê derket.    Aykol ku di dema Darbeya Eskerî ya 12'ê Îlonê de 10 salan di hepsê de ma, bal kişand ser rewşa girtîgehên Tîpa F û yên din: "Heta niha di 5-6 girtîgehan de mame. Di girtîgeheke wekî ya Mamakê de mame ku wê çaxê li Tirkiyeyê girtîgeha herî xirab û dijwar a Amedê bû û ya dudoyan jî Mamak bû. Her roj li me didan. Her roj zext û zorî hebûn, lê tu tişt ji kêfa me kêm nedibû. Lê belê di girtîgehên Tîpa F'yê de ji bo derûniya mirov saxlem be divê mirov baş hay ji xwe hebe û saxlem bisekine."    ‘PIRTÛKAN NADIN'    Aykol, diyar kir ku roja wî birine girtîgehê wî xistine odeyeke ku nû hatibû boyaxkirin û got, dotira rojê ew û ciwanekî ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî mane. Aykol ku li derve dibe dengê girtiyan, detnîşan kir ku li girtîgehê pirtûk bia wayekî sînordarkirî tên dayîn û got: "Tiştên hûn bînin cem xwe hejmara wan diyar e. 3 pantor û 2 îşlig. Lîsteya evana heye. Li gor pîvanên girtîgehê di rojên rojbûyînê, sersalê û rojên din ên taybet de diyariyên ji derve tên şandin tên girtin. Mesela ew diyarî dibe ku pirtûkek be. Me jî ev bi munasebeta rojbûna min bi kar anî. Di odeyê de serê kesekî 10 pirtûk. Eger serdêrên we pirtûkekê bîne an jî hûn ji pirtûkxaneyê pirtûkekê bînin, divê hûn vê kontejanêd erbas nekin. Ev ji bo ên li Enqereyê hêsan e. Lê belê hin kes hene parêzerên wan an jî malbatên wan mehê carekê tên. Berê hinekî nermtir bû, lê niha ne wisa ye. Li pirtûkxaneya girtîgehê pirtûkine baş jî hene, lê belê piranî jê pirtûkên nêzî bîrdoziya dewletê û pirtûkên dînî ne. Mesela tu dixwazî pirtûkeke Azîz Nesîn bixwînî, lê dibêjin nemaye."    ROJNAMEYÊ NADIN    Huseyîn Aykol ku qunciknivîsê rojnameya Yenî Yaşamê ye, diyar kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nedidan wî û got: "Hins erdem hene rojnameya me didin girtiyan, lê belê mesela Rewşa Awarte çê dibe an jî tiştekî din çê dibe rojnameya me nadin. Gava Rewşa Awarte bi dawî dibe rojnameyê didin,  lê ji bo bê em dîsa têdikoşin. Gava min bihîst rojname tê lê ew nadin min doz li wan vekir. Dadgeriya Înfazê got, divê rojname bê dayîn. Wê rojname bihata lê ez derketim."    HIN KES ZÊDETIRÎ 20 SAL IN GIRTÎ NE    Aykol, bal kişand ser rewşa girtiyên di dadgehên DGM'ê de hatine darizandin û zêdetirî 20 sal in girtî ne û got: "Piştî biryar DMME'yê hîzbulahvan derketin, lê ji PKK'yiyan kêm kes hatin berdan. Serlêdana gelakn jê hat redkirin. Divê kampanyaya me, liv û tevgerên me, yên komeleyên mafên mirovan, HDP'ê pêşiya pêşî ji bo kesên 25 sal in mexdûr bin. Ji bo girtiyên ji zû de ye girtîne hin kampanya bên çêkirin."    Aykol, destnîşan kir ku hîn jî zext û zoriyên li ser çapameniya muxalif û azad didomin û got, nexasim jî di dema operasyonên dervayî sînor ewilî rojnamevan hatine binçavkirin û girtin. Aykol ku got "A rast pêşî di ser rojnamevanan re sinyalê didin gel" got: "Bi zext û zoriyên li rojnamevanan sinyalê didin gel. Bi vî awayî şehîdên me çê bûn. Avahiyên me yên rojnameyê hatin bobmbekirin. Ji me re dibêjin 'hûn propagandaya rêxistinê dikin.' Di îdianameyên derbarê me de dibêjin 'te sûcekî wiha kiriye'. Nabêjin çek heye an jî te bombe havêtiye cihekî! Ji me dipirsin, dibêjin 'te ev nûçe çê kiriye?' Em jî dibêjin 'Belê'. Erê ya na. Lê dibêjin, 'gava hûn vê nûçeyê çê dikin dewleta me rencîde dibe.' Nexwe hûn vê heqaretê neikin. Em tenê nûçeyan çê dikin. Em tenê rastiyan dinivîsin. Piraniya nûçeyên rojnameyên nêzî hikûmetê derew in. Lê belê gel rûyê rast ê rojnameyên nêzî hikûmetê dîtin."    DARIZANDIN DIDOME    Aykol, destnîşan kir ku ew ji girtîgehê derketiye, lê belê ev derketin ne beraatkirin e. Aykol, diyar kir ku bi pakêta nû ya darazê re wê 3 sal û 9 meh cezayê wî li Dadgeha Bilind bê nirxandin û got: "Dibe ku Dadgeha Bilind pesend jî bike. Eger xera bike û bişîne, dibe ku dadgerê ceza biriye dîsa ceza bibire. Wê dîsa pêvajoya îstinaf û Dadgeha Bilind dest pê bike. Em tenê bi awayekî demborî hatine berdan. Li gor rêveçûyîna dozan, li gor pêvajoya Dadgeha Bilind zivistanê em li derve ne. Lê havînê dibe ku ez dîsa bêm girtin."    RASTIYA PAKÊTÊ!    Aykol, ji bo xala di pakêtê de ku dibêje "eger sînorên nûçeçêkirinê derbas neke an jî daxuyaniyên ji bo rexneyê tên kirin sûcekî di xwe de nehebînin" got: "Em ê di pêşerojê de bi biryarên ku dadger didin fêm bikin ku ka dadger ev xal rast fêm kirine yan na. Ev kar ne wisa ne. Di hin xalan de nedarizandina rojnamevanan heye. Lê heta niha pêk nedihatin. Hikûmetê sinyal da. Di girtîgehan de gelek rojnamevan hene. Di warê Ewropayê de ev rewş Tirkiyeyê ditengijîne. Gotin ka em van rojan çend rojnamevanan derxînin...Em ê bi deyn pereyan ji Ewropayê bistînin. Em ê têkiliyên xwe yên bi YE'yê re pêş ve bibin. Nexasim jî ji bo penaber li Sûriyeyê bên bicihkirin pêivî bi gelek pereyan heye. Wê avahî bên çêkirin, ji bo vê jî pere lazim in. Ez we ji van tiştan xelas dikim û hêdî hêdî ber bi krîterên YE'yê ve diçim. Îjar ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan. Îjar em nizanin wê ev sinyala ku hikûmetê da dadgeran 2meh şûnde an jî 5 meh şûnde biguhere yan na."    ‘DIVÊ EM NEHERISIN'    Huseyîn Aykol, ji bo hevpîşeyên xwe jî diyar kir ku divê neherisin, serî netewînin û got: "Hevalên me di şert û mercên pir zehmet de nûçeyan çê dikin. Lê divê hevalên rojnamevan tenê nebêjin rewş krîtîk û em xwe hinekî sansur bikin! Ev serdem ne serdema xwesansurkirinê ye! Ne serdema paşvekişandinê ye. Ji bo pêşeroja mirov û zarokan divê nûçeyên watedar û bi kêrî gel tên bên çêkirin. Ez ê jî dîsa dest bi quncika xwe bikim. Li hundir herî kêm girseyeke min î 12 hezar kesî heye. Ez ê derdê wan biparêzim û bikim nûçe. Ji bo hevalên xwe yên ciwan jî dikarim bibêjim ku li ser karê xwe hûr ibibin û nûçeyên watedar çê bikin. Ne xanên me, ne jî hemamên me hene. Wê tu carî jî nebin. Lê em ê jiyanekî wisa birûmet ji zarok û neviyên xwe re bihêlin. Em ê mîratekê ji dîrokê re bihlin. Loma divê em neherisin, bi paş ve gav neavêjin."    MA / Berivan Altan