Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me

  • rojane
  • 09:02 27 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED - Serokê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û diyar kir ku pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê heye û got: "Gava yekitî di mejiyê me de bi cih bibe, wê demê dê dinya jî guhdariya me bike."
 
Partiyên kurd, derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekîtiya neteweyî ya kurd û polîtîkayên qeyûman li hev civiya bûn. Serok û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) û Hereketa Azadî li hev kom bûbûn û ji bo çapemeniyê civînek çê kiribûn. 
 
Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, ji bo yekîtiya neteweyî got: "Ji bo neteweya Kurdistanê yekitiya neteweyî gelekî girîng e, divê pêk bê. Yanî fikr û ramanên çi dibin bila bin, lê ast û doza netewa Kurdistanê divê li gel hev be û tifaqek hebe. Divê em yekitiya netewî ava bikin, ne ya îdeolojî, siyaset û bernameya. Mirov dikare siyaset û civaka kurd di wê astê de li hev bîne û yekitiyekê çê bike. Ev girîng e divê bê kirin. Ji bo were kirin çi lazim e? Pêşî em siyasetvan, partî, rêxistin û civaka kurd ên bakûr di hundirê xwe de divê hevkariyekê çê bikin. Aşitiyekê pêk bîne. Di nava xwe de aşitiyekê pêk bînin û bi gelê xwe re aşt bibin. Heke em xwe bi vî şiklî nîşanî gelê xwe bidin ku di nava siyasetmedarên kurd de aşitî pêk hatiye, wê neteweya kurd jî ji vê re amade be."
 
'DIVE KURDISTANÎ LI HEV BIKIN Û BI HEV RE BIRYAR BIDIN'
 
Kardaş, da zanîn ku di warê yekîtiya kurd de hinek pêşketin hene, ew jî berhema dewletê ye û got: "Wan zext û zor da me ku em nêzîkî hev bûn. Ev rewş jî erênî ye. Em li dinyayê binêrin çi qas dost û dijminê kurdan hene. Kurd di kîjan astê de ye, çi bêbextî, zilm û zor  li wan hatiye kirin em van tevan li ber çavên xwe bigirin. Êdî em ne berderiyekê bimînin ku hinek din me bigihînin hev du û di nava me de aşitiyekê çê bike. Gereke em bikevin wê astê û wê baweriyê ku êdî ev pêdiviya me ye. Em kurd bikaribin li gel hev rûnên û bi hev bişêwirin. Dirûşmeyeke me heye, em wiha dibêjin 'Kurdistan ya me hemûya ye ne ya min tenê ye.' Kurdistan ya hemû Kurdistaniya ye ne tenê ya kurda ne. Ji ber vê yekê divê em hemû Kurdistanî li hev bikin, bişêwirin û bi hev re biryarê bidin."
 
'GEREKE DINYA VÊ BÊHIQUQIYÊ QEBÛL NEKE'
 
Kardaş, bibîr xist ku di dinyayê de dadwerî, mafê mirovan, hiqûq hebûna dewleteke cuda nedikarî mudaxale bike û êrîşê bibe ser dewleteke din û wiha berdewam kir: "Lê mixabin îro em dinêrin, ev pêk hatiye. Îro arteşa Tirkiyeyê ye êrîşî Suriyeyê kiriye, li wê derê gora xwe parçe dike, TOKÎ'yan çê dike, dîwaran lê dike. Gereke dinya vê temaşe neke. Çi qasî nikaribin lê xwedî jî derkevin. Tang, top û îhayên me tune ne. Miletekî wisa mezin ku sedsal e di vî halî de ye gereke dinya vê bêhiquqiyê qebûl neke. Lê mixabin va ye niha tên qebûl kirin."
 
'GEREKE KURD LI XWE XWEDÎ DERKEVE'
 
Kardaş, pirsa 'Kurd gereke çi bikin?' pirsî û got: "Gereke di vê dinyayê de xwe bizanibin ku ew jî wekî her miletê îro milet in li dinyayê. Li der û dora me kî heye ereb in, faris in, tirk in. Îro miletên dinyayê heke xwe milet bibînin, gereke kurd jî xwe milet bibînin. Heta ku kurd wekî milet xwe nebînin wê siyaseta kurd belawela be. Gelek bedêl hatin dayin lê mixabin xuya kir ku gelek tişt bi dest nexistine. Erê hebûna kurdan piçek xuya dike lê gereke kurd weke netew li xwe xwedî derkeve."
 
'PÊDIVÎ BI YEKITIYA KURDAN HEYE'
 
Kardaş, destnîşan kir ku dema di nava siyaseta kurd û gelê kurd de aşitiyek pêk bê, wê dinya bi şiklekî erênî li kurda binêre û got: "Lê heya ku em wisa belawela bin em ê nikarin netewetiyê qebûl bikin, mafê dewletbûyînê ji xwe re wekî maf nebînin. Em li xwe xwedî dernekevin ew çand û dîrok û hêjatiyên neteweyî em ji xwe re pîroz nebînin, xelk tu baweriyê ji me nake. Cegerxwîn, Osman Sebrî, Ehmedê Xanî gotiye. Pêdivî bi yekitiya kurdan heye. Ya pêşî ev e. Divê em bêjin em kurd in neteweyek in, axa li ser dijîn jî Kurdistan e. Heke ev di mejiyê me de bi cih bû wê demê dinya jî dê guhdariya me bike."
 

Sernavên din

28/10/2019
15:31 ‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’
15:29 Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin
15:22 Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê
15:18 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Di 3 mehan de herî kêm 663 maf hatin binpêkirin
15:17 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
14:47 Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand
14:37 Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!
13:54 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin
13:47 Guven li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir: Girtin li dijî yekitiyê ye
13:37 Hevşaredarên ji peywire hatin girtin serdana esnafan kirin
12:45 NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand
11:25 Parlamenterê HDP’ê Bulbul: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:18 Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin
10:46 Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin
10:26 Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
10:16 Barzanî: Kuştina Bexdadî nayê wateya dawîanîna DAIŞ’ê
09:07 Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin: A rast aştî parastine
09:06 Kaçmazê HDP’î: Di vê operasyonê wê Tirkiye zirar bibîne
09:06 Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
09:05 HDP’î: Qeyûm tecrîd e
09:04 ‘Di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane’
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN
27/10/2019
21:21 Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin
21:09 QSD: Bagdadî nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hat kuştin
18:21 Kovara Jineolojiyê bi hêjmara nû derket pêşberî xwînerên xwe
18:00 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edeneyê dest bi çalakiyên 25'ê mijdarê kir
17:46 Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne
17:03 Trump: Bagdadî hat kuştin
16:35 Li Zanîngeha Texas A&M ya DYA'yê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
16:21 Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir
16:05 Gelê Dêrazor êrîşen Tirkiye şermezar kir
15:32 Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî: Piştî xebata 5 mehan terorîst El Baxdadî ji holê hat rakirin
15:20 Bi hezaran mamoste êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:08 Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir
14:44 QSD: Em ê li gorî lihevkirina Soçî tevbigerin
14:37 Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sewqî Qeyseriyê kirin
13:42 Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye
13:14 Ebdo: Talankeran 48 hezar û 400 ton genim û cehê Girê Spî birin Tirkiyeyê
13:02 Pêkhateya Ereb: Tirkiyeye armanc dike yekîtiya gelan perçe bike
12:37 Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
12:10 Berhemê dîrokî bi navê 'parastinê' dixin bin betonê
11:40 Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî'
11:10 Piştî cerdevanan konteyniran sewqî sînor dikin
11:08 Emekçî: Çareseriya pirsgirêkan teza Komara Demokratîk a Ocalan e
10:20 Rojnameger Nurcan Kaya serbest berdan
09:06 Nerazîbûna cotkaran a ji bo desteka erd: Heger wisa be em ê dev ji cotkariyê berdin
09:05 Bang li partiyên kurd kirin: Demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin
09:05 ‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
09:04 Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya
09:04 TÎHV: Divê heyetên serbixwe îdiayên derbarê çekên kîmyewî de lêkolîn bikin
09:03 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Ez dewlet im, hûn terorîst in
09:02 Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me
09:01 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN
26/10/2019
19:15 OHD'ê bang li hiqûqnasan kir: Em bi hevre Makeqanûna pir rengî av bikin
19:01 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin
18:28 Li Eyn Erûs bi motorsîkletê bombeyî êrîş kirin: Kuştî û birîndar hene
18:04 PSK'ê Ebdulhemîd Hecî Derwêş bi bîr anî
17:03 Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan
16:55 Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir
16:34 Di operasyona eskerî de kesek hat binçavkirin
16:18 Ermeniyên li Serêkaniyê piştî 104 salan dîsa koç kirin
15:51 Beştaş: Bersûca derbarê hevşaredaran de îfade da çima hat berdan?
15:48 Ji bo Ayaz mewlûd hat dayîn
15:36 Wekîla HDP’ê Gunay: Ji bo kurdan tenê berxwedan maye
15:21 353 saziyên sivîl ên civakî li dijî şer helwest nîşan dan
15:17 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin
14:48 Rêber Varhan ê HDP’yî hat berdan
14:44 Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e
14:43 Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
14:22 Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî
13:52 Nameya girtiyê ku AKP rexnekir desteser kirin
13:25 Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
12:59 Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye
12:55 Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye
12:34 Malbata Campbell ji bo cenazeyê keça xwe bigire doz li Tirkiye û Îngilistanê vedike
12:09 Y.U. yê tecawîzê keça xwe kir hat girtin
11:58 Karkerên Maltepê hatin berdan
11:31 Rojnamevan Damar tahliye bû
10:53 ‘Bila ji bo Hezar û 338 girtiyên nexweş zagon bên guhertin'
10:48 'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
10:47 Şakar: Duh hedef Kurdê azad bû îro hebûna Kurd e
10:37 Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
10:27 Li Semsûrê du jin kuştî hatin dîtin
10:13 Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin
09:52 Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin