Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me 2019-10-27 09:02:42   AMED - Serokê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û diyar kir ku pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê heye û got: "Gava yekitî di mejiyê me de bi cih bibe, wê demê dê dinya jî guhdariya me bike."   Partiyên kurd, derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekîtiya neteweyî ya kurd û polîtîkayên qeyûman li hev civiya bûn. Serok û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) û Hereketa Azadî li hev kom bûbûn û ji bo çapemeniyê civînek çê kiribûn.    Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, ji bo yekîtiya neteweyî got: "Ji bo neteweya Kurdistanê yekitiya neteweyî gelekî girîng e, divê pêk bê. Yanî fikr û ramanên çi dibin bila bin, lê ast û doza netewa Kurdistanê divê li gel hev be û tifaqek hebe. Divê em yekitiya netewî ava bikin, ne ya îdeolojî, siyaset û bernameya. Mirov dikare siyaset û civaka kurd di wê astê de li hev bîne û yekitiyekê çê bike. Ev girîng e divê bê kirin. Ji bo were kirin çi lazim e? Pêşî em siyasetvan, partî, rêxistin û civaka kurd ên bakûr di hundirê xwe de divê hevkariyekê çê bikin. Aşitiyekê pêk bîne. Di nava xwe de aşitiyekê pêk bînin û bi gelê xwe re aşt bibin. Heke em xwe bi vî şiklî nîşanî gelê xwe bidin ku di nava siyasetmedarên kurd de aşitî pêk hatiye, wê neteweya kurd jî ji vê re amade be."   'DIVE KURDISTANÎ LI HEV BIKIN Û BI HEV RE BIRYAR BIDIN'   Kardaş, da zanîn ku di warê yekîtiya kurd de hinek pêşketin hene, ew jî berhema dewletê ye û got: "Wan zext û zor da me ku em nêzîkî hev bûn. Ev rewş jî erênî ye. Em li dinyayê binêrin çi qas dost û dijminê kurdan hene. Kurd di kîjan astê de ye, çi bêbextî, zilm û zor  li wan hatiye kirin em van tevan li ber çavên xwe bigirin. Êdî em ne berderiyekê bimînin ku hinek din me bigihînin hev du û di nava me de aşitiyekê çê bike. Gereke em bikevin wê astê û wê baweriyê ku êdî ev pêdiviya me ye. Em kurd bikaribin li gel hev rûnên û bi hev bişêwirin. Dirûşmeyeke me heye, em wiha dibêjin 'Kurdistan ya me hemûya ye ne ya min tenê ye.' Kurdistan ya hemû Kurdistaniya ye ne tenê ya kurda ne. Ji ber vê yekê divê em hemû Kurdistanî li hev bikin, bişêwirin û bi hev re biryarê bidin."   'GEREKE DINYA VÊ BÊHIQUQIYÊ QEBÛL NEKE'   Kardaş, bibîr xist ku di dinyayê de dadwerî, mafê mirovan, hiqûq hebûna dewleteke cuda nedikarî mudaxale bike û êrîşê bibe ser dewleteke din û wiha berdewam kir: "Lê mixabin îro em dinêrin, ev pêk hatiye. Îro arteşa Tirkiyeyê ye êrîşî Suriyeyê kiriye, li wê derê gora xwe parçe dike, TOKÎ'yan çê dike, dîwaran lê dike. Gereke dinya vê temaşe neke. Çi qasî nikaribin lê xwedî jî derkevin. Tang, top û îhayên me tune ne. Miletekî wisa mezin ku sedsal e di vî halî de ye gereke dinya vê bêhiquqiyê qebûl neke. Lê mixabin va ye niha tên qebûl kirin."   'GEREKE KURD LI XWE XWEDÎ DERKEVE'   Kardaş, pirsa 'Kurd gereke çi bikin?' pirsî û got: "Gereke di vê dinyayê de xwe bizanibin ku ew jî wekî her miletê îro milet in li dinyayê. Li der û dora me kî heye ereb in, faris in, tirk in. Îro miletên dinyayê heke xwe milet bibînin, gereke kurd jî xwe milet bibînin. Heta ku kurd wekî milet xwe nebînin wê siyaseta kurd belawela be. Gelek bedêl hatin dayin lê mixabin xuya kir ku gelek tişt bi dest nexistine. Erê hebûna kurdan piçek xuya dike lê gereke kurd weke netew li xwe xwedî derkeve."   'PÊDIVÎ BI YEKITIYA KURDAN HEYE'   Kardaş, destnîşan kir ku dema di nava siyaseta kurd û gelê kurd de aşitiyek pêk bê, wê dinya bi şiklekî erênî li kurda binêre û got: "Lê heya ku em wisa belawela bin em ê nikarin netewetiyê qebûl bikin, mafê dewletbûyînê ji xwe re wekî maf nebînin. Em li xwe xwedî dernekevin ew çand û dîrok û hêjatiyên neteweyî em ji xwe re pîroz nebînin, xelk tu baweriyê ji me nake. Cegerxwîn, Osman Sebrî, Ehmedê Xanî gotiye. Pêdivî bi yekitiya kurdan heye. Ya pêşî ev e. Divê em bêjin em kurd in neteweyek in, axa li ser dijîn jî Kurdistan e. Heke ev di mejiyê me de bi cih bû wê demê dinya jî dê guhdariya me bike."