Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî

  • rojane
  • 14:16 26 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Geverê di binçavan de hatin windakirin pirsîn. 

Dayikên Şemiyê di hefteya 761’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer bên darizandin, lê polîsan dîsa destûr neda û çalakiya li Qadê asteng kirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê ku li Taksîmê ye çalakiya xwe li dar xistin. Polîsan çalakiyê dorpêç kir. Dayik û çalakgeran wêneyên windayan û qurnafilan hildan. Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniyê dan dayikan. 
 
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Geverê di binçavan de hatin windakirin pirsîn. 
 
‘DESTHILATDAR LI HEMBER DAXWAZÊN ME KERR Û KOR BÛNE’ 
 
Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak xwend. Ocak wiha got: “Ciwanên me, zarokên me kal û pîrên me yên me ji wan hez dikir di binçavan de winda kirin. Ji windakirina însanên me dewlet berpirsiyar e. Em dixwazin aqûbeta windayan were eşkerekirin. Rayedarên dewletê heta îro li gorî hiqûqê tevger nekirine. Hemû desthilatdariyan ji deng û daxwaza me re guhên xwe girtin, xwe kerr û kor kirin û siyaseta înkarê dewam kirin. Hiqûq û mafên mirovan nas nekirin, pergalek darazê li gorî xwe ava kirin û gihîştina me ya edaletê asteng kirin. Di roja em gihîştinê de em dibînin ku binçavkirinên dihatin înkarkirin piştî çend mehan şûn ve li emniyetan derketine holê. Têkildarî wê pêvajoyê daxuyaniyek nayê dayîn. Li gel divê ev kujer werin darizandin lê dosyeyan digirin û hemû kujeran serbest in.” 
 
HEWLDAN BÊENCAM DIMÎNIN 
 
Ocak çîroka windakirina Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku çawa hatin windakirin xwnd û got hemû serlêdan û hewldanên malbatan ên hiqûqî û ji bo edaletê bêencam man. 
 
‘QADA GALATASARAYÊ VEKIN’ 
 
Neviyê Abdulkerim Yurtseven Emrah Yurtseven jî axivî û diyar kir ku kalikê wî li ber çavê dehan gundiyan hatiye binçavkirin û pişt re binçavkirina kalikê wî hatiye înkarkirin. Yurtseven wiha got: “Tu demê em têk neçûn. Her tim em li pey doza xwe bûn. Wek dema berê em ê niha jî heta kujer bên darizandin dê têkoşîna me dewam bike. Bila berpirsan ceza bikin. Bila Qada Galatasarayê ya cihê lêgerîna windayan dîsa ji bo me were vekirin.” 
 
TANRIKULU: BEHSA KÎJAN EDALETÊ DIKIN? 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî da zanîn ku AKP jî bi qasî desthilatdariyên salên 1990î berpirsiyar e û di serdema AKP’ê de jî gelek însan hatin binçavkirin û windakirin. Tanrikulu diyar kir ku tevî ew parlamenter û parêzer e jî nikare danişînan bişopîne û nizane aqûbeta windayan di çi astê de ye û got: “Heta ku hûn dixwazin reformê darazê bikin, heke hûn danişînek vedişêrên, hûnê behsa kîjan edaletê bikin?” 
 
 

Sernavên din

28/10/2019
15:31 ‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’
15:29 Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin
15:22 Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê
15:18 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Di 3 mehan de herî kêm 663 maf hatin binpêkirin
15:17 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
14:47 Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand
14:37 Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!
13:54 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin
13:47 Guven li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir: Girtin li dijî yekitiyê ye
13:37 Hevşaredarên ji peywire hatin girtin serdana esnafan kirin
12:45 NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand
11:25 Parlamenterê HDP’ê Bulbul: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:18 Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin
10:46 Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin
10:26 Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
10:16 Barzanî: Kuştina Bexdadî nayê wateya dawîanîna DAIŞ’ê
09:07 Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin: A rast aştî parastine
09:06 Kaçmazê HDP’î: Di vê operasyonê wê Tirkiye zirar bibîne
09:06 Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
09:05 HDP’î: Qeyûm tecrîd e
09:04 ‘Di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane’
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN
27/10/2019
21:21 Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin
21:09 QSD: Bagdadî nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hat kuştin
18:21 Kovara Jineolojiyê bi hêjmara nû derket pêşberî xwînerên xwe
18:00 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edeneyê dest bi çalakiyên 25'ê mijdarê kir
17:46 Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne
17:03 Trump: Bagdadî hat kuştin
16:35 Li Zanîngeha Texas A&M ya DYA'yê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
16:21 Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir
16:05 Gelê Dêrazor êrîşen Tirkiye şermezar kir
15:32 Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî: Piştî xebata 5 mehan terorîst El Baxdadî ji holê hat rakirin
15:20 Bi hezaran mamoste êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:08 Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir
14:44 QSD: Em ê li gorî lihevkirina Soçî tevbigerin
14:37 Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sewqî Qeyseriyê kirin
13:42 Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye
13:14 Ebdo: Talankeran 48 hezar û 400 ton genim û cehê Girê Spî birin Tirkiyeyê
13:02 Pêkhateya Ereb: Tirkiyeye armanc dike yekîtiya gelan perçe bike
12:37 Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
12:10 Berhemê dîrokî bi navê 'parastinê' dixin bin betonê
11:40 Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî'
11:10 Piştî cerdevanan konteyniran sewqî sînor dikin
11:08 Emekçî: Çareseriya pirsgirêkan teza Komara Demokratîk a Ocalan e
10:20 Rojnameger Nurcan Kaya serbest berdan
09:06 Nerazîbûna cotkaran a ji bo desteka erd: Heger wisa be em ê dev ji cotkariyê berdin
09:05 Bang li partiyên kurd kirin: Demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin
09:05 ‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
09:04 Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya
09:04 TÎHV: Divê heyetên serbixwe îdiayên derbarê çekên kîmyewî de lêkolîn bikin
09:03 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Ez dewlet im, hûn terorîst in
09:02 Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me
09:01 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN
26/10/2019
19:15 OHD'ê bang li hiqûqnasan kir: Em bi hevre Makeqanûna pir rengî av bikin
19:01 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin
18:28 Li Eyn Erûs bi motorsîkletê bombeyî êrîş kirin: Kuştî û birîndar hene
18:04 PSK'ê Ebdulhemîd Hecî Derwêş bi bîr anî
17:03 Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan
16:55 Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir
16:34 Di operasyona eskerî de kesek hat binçavkirin
16:18 Ermeniyên li Serêkaniyê piştî 104 salan dîsa koç kirin
15:51 Beştaş: Bersûca derbarê hevşaredaran de îfade da çima hat berdan?
15:48 Ji bo Ayaz mewlûd hat dayîn
15:36 Wekîla HDP’ê Gunay: Ji bo kurdan tenê berxwedan maye
15:21 353 saziyên sivîl ên civakî li dijî şer helwest nîşan dan
15:17 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin
14:48 Rêber Varhan ê HDP’yî hat berdan
14:44 Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e
14:43 Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
14:22 Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî
13:52 Nameya girtiyê ku AKP rexnekir desteser kirin
13:25 Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
12:59 Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye
12:55 Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye
12:34 Malbata Campbell ji bo cenazeyê keça xwe bigire doz li Tirkiye û Îngilistanê vedike
12:09 Y.U. yê tecawîzê keça xwe kir hat girtin
11:58 Karkerên Maltepê hatin berdan
11:31 Rojnamevan Damar tahliye bû
10:53 ‘Bila ji bo Hezar û 338 girtiyên nexweş zagon bên guhertin'
10:48 'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
10:47 Şakar: Duh hedef Kurdê azad bû îro hebûna Kurd e
10:37 Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
10:27 Li Semsûrê du jin kuştî hatin dîtin
10:13 Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin
09:52 Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin