Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî 2019-10-26 14:16:08 STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Geverê di binçavan de hatin windakirin pirsîn.  Dayikên Şemiyê di hefteya 761’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer bên darizandin, lê polîsan dîsa destûr neda û çalakiya li Qadê asteng kirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê ku li Taksîmê ye çalakiya xwe li dar xistin. Polîsan çalakiyê dorpêç kir. Dayik û çalakgeran wêneyên windayan û qurnafilan hildan. Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniyê dan dayikan.    Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku di 27’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Geverê di binçavan de hatin windakirin pirsîn.    ‘DESTHILATDAR LI HEMBER DAXWAZÊN ME KERR Û KOR BÛNE’    Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak xwend. Ocak wiha got: “Ciwanên me, zarokên me kal û pîrên me yên me ji wan hez dikir di binçavan de winda kirin. Ji windakirina însanên me dewlet berpirsiyar e. Em dixwazin aqûbeta windayan were eşkerekirin. Rayedarên dewletê heta îro li gorî hiqûqê tevger nekirine. Hemû desthilatdariyan ji deng û daxwaza me re guhên xwe girtin, xwe kerr û kor kirin û siyaseta înkarê dewam kirin. Hiqûq û mafên mirovan nas nekirin, pergalek darazê li gorî xwe ava kirin û gihîştina me ya edaletê asteng kirin. Di roja em gihîştinê de em dibînin ku binçavkirinên dihatin înkarkirin piştî çend mehan şûn ve li emniyetan derketine holê. Têkildarî wê pêvajoyê daxuyaniyek nayê dayîn. Li gel divê ev kujer werin darizandin lê dosyeyan digirin û hemû kujeran serbest in.”    HEWLDAN BÊENCAM DIMÎNIN    Ocak çîroka windakirina Abdulkerîm Yurtseven ê 73 salî, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî ku çawa hatin windakirin xwnd û got hemû serlêdan û hewldanên malbatan ên hiqûqî û ji bo edaletê bêencam man.    ‘QADA GALATASARAYÊ VEKIN’    Neviyê Abdulkerim Yurtseven Emrah Yurtseven jî axivî û diyar kir ku kalikê wî li ber çavê dehan gundiyan hatiye binçavkirin û pişt re binçavkirina kalikê wî hatiye înkarkirin. Yurtseven wiha got: “Tu demê em têk neçûn. Her tim em li pey doza xwe bûn. Wek dema berê em ê niha jî heta kujer bên darizandin dê têkoşîna me dewam bike. Bila berpirsan ceza bikin. Bila Qada Galatasarayê ya cihê lêgerîna windayan dîsa ji bo me were vekirin.”    TANRIKULU: BEHSA KÎJAN EDALETÊ DIKIN?    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî da zanîn ku AKP jî bi qasî desthilatdariyên salên 1990î berpirsiyar e û di serdema AKP’ê de jî gelek însan hatin binçavkirin û windakirin. Tanrikulu diyar kir ku tevî ew parlamenter û parêzer e jî nikare danişînan bişopîne û nizane aqûbeta windayan di çi astê de ye û got: “Heta ku hûn dixwazin reformê darazê bikin, heke hûn danişînek vedişêrên, hûnê behsa kîjan edaletê bikin?”