AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê 37 leşkerên ku 26 sal berê 7 sivîl kuştin de pêdivî bi lêpirsînê nedît. Dozger parast ku leşkeran mafê parastina rewa bikar anîye."
Di 24'ê Kanûna 1991'ê de li navçeya APasûrê ya Amedê 7 welatiyên sivîl ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Piştî bûyerê der heqê 37 leşkeran de doz nehat vekirin. Parêzeran dosya birin Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan û ji bo xizmên 7 kesan daxwaza tazmînatê ya ji 1 mîlyon û 550 hezarî kirin. Li Pasûrê, di merasîma cenazeyê 3 enamên PKK'ê yên di şerekî li bejahiya navçeya Çewlik Solxanê jiyana xwe ji dest dan de, jendermeyan êrîşî gel kiribûn. Di êrîşa leşkeran de Mehmet Nesip Altın, Neytullah Tekin, Hayrettin Demirtuyi, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Ali Miltaş û Şahin Tekin jiyana xwe ji dest dabûn. Mehmet Şah Tektekin û Şeyhmus Altindag jî birîndar bûbûn. Der barê bûyera beriya 26 salan de Dozgeriya Komarê ya Pasûrê fezleke amade kiribû û şandibû Amedê. Tevî ku dosya hat jî, der heqê bersûcan de doz nehat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê jî piştî fezleke lêklîn kir li şûna doz veke pêdivî bi lêpirsînê nedît û lepirsîn betal kir. Parêzerê malbatan li Dadgeha Destûra Bingehîn gilî kiribûn û ji bo xizmên 7 kesan jî tazmînata ji 1 mîlyon û 550 hezarî xwestibûn.
Dozger bi sedema di lêpirsînê de ji 7 bersûcan Fermandarê Cendirmeyan a Bajarê Amedê Îsmet Yediyildiz jî di navde 4 kesên wekî bersûc tên dîtin jiyana xwe je dest dane biryara pêdivî bi şopandinê tune da.
PARÊZERÊ MALBATÊ ÎTÎRAZ KIRIN
Parêzerê malbatê Nahît Eren, ji bo biryara bêşopandinê bê rakirin û lêpirsîna bûyerê bidome serî li Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê da. Prz. Eren, diyar kir ku tevî delîlên şênber dozger êrîş wekî parastina rewa nîşan daye û wiha got: "Di roja bûyerê de leşkeran destûr neda ku malbat cenazeyên xwe yên endamên PKK’ê defin bikin. Malbatan xwestin cenazeyan teslîmî wan bikin. Pişti malbatan cenaze teslîm girtin, leşkeran li ser girsê gule reşandin. Tevî ku kesên jiyana xwe ji dest dan eleqeya wan û rêxistinê bi hev tune û çek li ser wan tune jî wekî ku leşkeran xwe li dijî wan parastibe nîşan daye. Leşkeran bi navê parastinê bê sînor li ser girsê gule reşandine. Serdozger 26 bal şûnde beyî delîlan li ber çavan bigire û lêkolîn bike biryara bêşopandinê daye. Biryara dozger a 'Pêdivi bi lêpirsînê tune' di hiqûqa ceza de cihê wê tune."
ÇI BÛBÛ?
Malbatên 3 endamên PKK'ê yên di şerê li Çewlikê de jiyana xwe ji dest dan, xwestin di 21'ê Kanûna sala 1991'ê de li navçeya Pasûrê veşêrin. Lê leşkeran destûra vê nedan û gule li girseya beşdarî merasîma cenaze bûbû, reşandin. Li hemberî mûxalefeta Waliyê Amedê yê wê demê, li gorî îdîayan di encama fermandayîna Fermandarê Jendermeyan ê Bajêr ê hingî Albay Îsmet Yedîyildiz de welatiyên bi navê Mehmet Nesip Altın, Neytullah Tekin, Hayrettin Demirtuyi, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Ali Miltaş û Şahin Tekin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Mehmet Şah Tektekin û Şeyhmus Altindag jî birîndar bûn.Dosya lêpirsîna bûyerê, di navberae Dozgeriya Komarê ya Pasûrê û Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya hingî ve çû û hat û di sala 2005'an de bi serlêdanek li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê re, derket holê ku dosya lêpirsînê ya mijara gotinê winda ye.Dosyaya piştî serlêdanan winda bû, di sala 2009'an de ji nû ve vebû û îfadeya 37 leşkeran hat girtin. Di fezlekeya ji aliyê Dozgerê Komarê yê Pasûrê yê wê demê Farûk Yilmaz ve hat amadekirin û bi serlêdana tazmînata terorê ya piştî salan derket holê de, hatibû ragihandin ku Fermandarê Alaya Jendermeyan a Amedê ya hingî Albay Îsmet Yedîyildiz, tevî dijderketina Waliyê Bajêr, fermana gulereşandinê dabû.Albay Îsmet Yedîyildiz, piştî ku ji payeya tuggeneral teqawît bû, di 6'ê Mijdara 1999'an de li Trabzonê di qezayeke trafîkê de mir. Dozgerên Ergenekonê yên mirina Yedîyildiz ê di qezayê de gumanbar dîtin, di vê mijarê de lêkolîn kirin.ANF Kaynak: Dosya Komkujiya Pasûrê li Dadgeha Destûra Bingehîn e