MÊRDÎN - Li Mizgefta Kişlayê ya naveçya Nisêbînê, ji ber ku têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xutbe hat dayîn, cemeet ji mizgeftê derket.
Li taxa Kişlayê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li mizgefta Kişlayê, ji bo piştgiriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xutbeya înê hat xwendin. Hat hînbûn ku cemeetê, li ser vê yekê bertek nîşanî xutbeyê daye û mizgeftê terk kirin û jê derketine.