Cemeetê 'xutbeya operasyonê' şermezar kir û ji mizgeftê derketin 2019-10-25 14:38:46   MÊRDÎN - Li Mizgefta Kişlayê ya naveçya Nisêbînê, ji ber ku têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xutbe hat dayîn, cemeet ji mizgeftê derket.   Li taxa Kişlayê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li mizgefta Kişlayê, ji bo piştgiriya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xutbeya înê hat xwendin. Hat hînbûn ku cemeetê, li ser vê yekê bertek nîşanî xutbeyê daye û mizgeftê terk kirin û jê derketine.