STENBOL - Derhênera Belgefîlma “Sûr: Ax û Welat” Hîcran Urun, astengkirina pêşandana belgefîlmê ya ji aliyê polîsan ve rexne kir û wiha got: “Bi astengkirina belgefîlma Sûrê nikarin rastiya heyî tune bikin. Bi qedexeyan rastî tune nabin."
Li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê dihat plankirin ku li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş, îro belgefîlmê bi navê "Sûr. Ax û Welat" bê pêşandan. Polîsan astengî derxist û destûr neda ku pêşandana belgefîlmê bê pêşandan. Polîsan bi ser navenda çandê de girt û bi hinceta "Hûn li vir destûrê didin şahiyên HDP'ê?" û ji bo navend nîşandana belgefîlmê betal bike, zext li wan kirin. Polîs xwe gihand derhênerên belgefîlmê Hîcran Urun û Zana Kîbar û gotin ku "Destpêkê em ê belgefîlmê temaşe bikin", lê derhêneran ev yek qebûl nekirin.
Têkildarî qedexeya belfefîlmê Hicran Urun û Zana Kibar, bertek nîşanî qedexeyê dan û bal kişandin ser naveroka belgefîlmê.
‘ME XWEST SÛRÊ VEBÊJIN'
Derhêner Urun, diyar kir ku geşedanên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û herêmê pêş ketin tenê gelê kurd eleqeder nake û wiha got: "Me xwest geşedanên li wir pêş ketin bînin ziman. Me xwest vê rastiya li wir bi raya giştî re parve bikin. Me xwest baldarî û serwextbûnekê pêş bixin. Di belgefîlm de dayikek li Sûrê dibêje "Piştî li Sûrê tank û top axivîn dayik bêdeng bûn". Me jî xwest dengê wan dayik û ciwanan bînin ziman. Di şexsê wan dayik, ciwan, jin û zarokan de mexwest gelê kurd dixwaze çi bibêje anî ziman. Gelê Sûrê çi dijî, Daxwazên wan û pirsgirêkên wan çine me xwest bîne ziman. Me xwest zilm û zordariya li ser wî tê kirin parve bikin. Armanca belgeselê em bibin dengê gelê Sûrê."
‘HER YEK XWEDÎ ÇÎROKEK Û DÎROKEK E'
Urun, destnîşan kir ku ne pêkan e hemû çîrok û rastiya Sûrê bê vegotin û wiha berdewam kir: "Me xwest geşedanên li Sûrê û bi taybetî li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê bînin ziman. Me bi gelek mirovan re sohbet kir. Her yek xwedî çîrok û dîrokek e. Me bi wan re hatin cem hev û me xwest bibin dengê wan. Me xwest serpêhatiyên wan bînin ziman û bidin xuyakirin. Gelê sûrê biryar û vînek xurt nişan da. Me li derve li şerê nava Sûrê temaşe kiribû. Me xwest em bi hest û çavên wan li şer binerin. Ji ber ku ew di nava şer de bûn. Gelek bedelên giran dan. Tevî bedelen giran seknek xurt nîşan dan."
‘ME JIYANA KOLEKTÎF VEGOT'
Urun, destnîşan kir ku Sûr cara duyemîn koçber bûye û wiha got: "Di salên 90’an de ji Cizîr, Mêrdîn û Lîcê koçber bûbûn hatibûn li Sûrê bi cih bûbûn. Îro bi xedexa li ser Sûrê cara duyemîn koçber bûn. Belgesel li ser çîroka van mirovan radiweste. Me xwest çîroka beriya Sûrê jî bînin ziman. Me xwest jiyana wan a kolektif bînin ziman. Urun, destnîşan kir ku tevî hemû van zext û zordariyan hêj gelê Sûrê li ser piyan e û vê yekê bandorek mezin li ser min çêkir. Tevî şerê mezin û windahiyên maddî yên zêde mirovên li vir bi biryar li ser piyan in. Ev hêviyek gelek mezin e. "
‘ÊN HATIN JIYANDIN WINDA NABIN'
Uzun, astengkirina belgefîlma "Sur" jî rexne kir û wiha got: "Ger ku navê belgefîlmê 'Îstanbul' bûya nedihat qedexekirin. Lê ji ber navê belgefîlmê 'Sûr' bû hat qedexekirin. Navê Surê ew bêzar kirin. Lê em dibêjin bi astengkirina Sûrê hûn nikarin rastiyan tune bikin û tiştê hatiye jiyîn bi qedexe û astengiyan tune nabe. Sur rastiyek gelek mezin li hemberî me ye. Tişta li wir pêk hatiye qet tune nabe. Dê her dem bê li ruyê me bikeve. Zarok, dayik, jin ciwan hemû şahidê vê rastiyê ne. Ew dê vê cîrokê ji nevî û nevîcirkên xwe re bêjin."
BELGEFÎLM LI GORÎ RASTIYÊN HATIN JIYÎN KÊM MAYE
Derhêner Zana Kîbar jî anî ziman ku belefîlm li gorî rastiyên hatine jîyin kêm maye û wiha got: "Tiştê hatin jîyîn me tenê perçeyeki wan vegot. Ew qas gelek tişt hatin jîyîn belgefîlma heyî hemûyan nîne ziman. Dema ez çûm malekê dayikekê got ‘Ez bere çûm gelek malbatan. Li tu cihî sebra min nayê. Ji ber ku li vê malê kevirê reş ên bazalt in. Mal ji kevirên reş ên bazalt hatiye avakirin.' Tayikê tevî her tiştî ji ber ku pêlava xwe ji malê dernexistiye xemgîn e. Diyar dike ku pêlava wê her tiştî dîtiye. Şer dîtiye. Jiyana sûrê dîtiye. Digot ez dixwazin wê sola xwe ji wê malê derxim û nîşanî her kesî bidim. Li wê malê şopa guleyan, perçeyên bombeyan û şarapnelan şopa şer heye. Ber bi alav û amuren xwe nakeve lê ber bi wan malan dikeve. Ji ber ku kevirên Sûrê xwedî dirok û çîrok in. Gelek çîrok hebûn neketin belgefîlmê. Ji ber ku cih û wext tune bû. Keçek diyar dike ku her bêdengî çê dibe tirsa wê zêde dibe û dibêje: "Ji ber piştî her bêdengiyê xerakirinek mezin çê dibe." Gelek çîrokên balkêş û divê neyên ji bîr kirin hene. Ev belgefîlm pir hindik tiştan tîne ziman."
Kibar, da zanîn ku ew ji rastiya Sûr û Cizîrê ditirsin û ji ber vê yekê destûr nedan ku ev belgefîlm bê pêşandan. Çîroka Sûr, Cizir û Nisêbinê dişibin hev. Dema em çûn Cizirê gelê Cizîrê bi 90 xwendekarên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan xemgîn bûn. Digotin 'Ji xwe em fêrî mirinê bûne. Xwesî ew nehatina kuştin' Herî zêde bi ber ciwanan diketin. "
Kibar, da zanin ku divê ew bi gelên Sûr, Cizîr, Gever, Nisêbîn û Silopiya re di nava piştevaniyê de be û wiha got: "Divê em wekî civak û gel destûr nedin ku pîşmaniyê bijîn. Divê em di her alî de rexnedayîna xwe bidin. Li şûna em rexnedayîna xwe bidin yên kû ji Sûrê koç kirine nexnedayîna xwe didin. Yên ji Sûrê derketin dibêjin 'Em ji Sûrê derketin em dijîn. Lê îro zarokên me yên li Sûrê man derneketin. Ger ku em derneketina ew jî dê îro sax bûna. Divê em ji niha û şûnde piştevaniyek hîn xurttin nîşn bidin ku di pêşerojê de em qet poşman nebin.
Kibar, da zanîn ku dema wan belgefîlm amade kir rastî gelek zor û zahmetiyan hatin û wiha bi dawî kir: "Dema em çûn herêmê hêj dorpêç û qedexe hebûn. Dema em çûn kolanan blokên beton hebûn. Her çend şer û operasyon xelas bûbûn jî destûr nedidan ku em bi rehetî dimen û wêneyan bikişînin. Piştî operasyon xelas bûn jî bi kepçeyan xera dikirin. Dema me bi gelê Sûrê re hevdîtin dikir jî di nava fikara ku dê sibê çi bê serê wan de bûn. Berê mînakê bi vî rengî hatibûn serê me. Dema em ji malekê derdiketin polîs diçû wê malê. Ji wê malê kes binçav dikirin û digirtin. Gel li malbatan dixwarin."
MA / Sadiye Eser