AMED - Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça di kongereya navçeya Sûrê de axivî û wiha got: “Navçeya Sûrê xwedî dîrokek 7 hezar sal a bi hêze û koka wê saxleme. Sûr di pêvajoyên herî zor de mîna sûrên xwe li ber xwe da.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Sûrê 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li Salona Dawetê ya Nîlgûn hat lidarxistin. Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akça, endamên Lijneya Rêveberiya Navendê, Meclîsa Partiyê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreye de Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akça axivî û bal kişand ser 6 taxên Sûrê yên hatin wêrankirin. Akça, diyar kir ku gelek caran êrîşî vî bajarê qedîm hat kirin, lê tucarî serî netewand û tim li ber xwe da.
Akça, da zanîn ku Sûr hêza xwe ji dîro 7 hezar sal digire û wiha got: “Kokên vê navçeyê saxlemin. Di vê pêvajoya zor û zehmet de mîna sûrên xwe li ber xwe da. Divê ji vir û şûn de em rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Bi tifaqa dinavbera kurdan, em ê rojên azad bijîn.”
Piştî axaftinan, di hilbijartina hat kirin de, Sakîne Karadenîz û Velî Mutlu ji bo hevserokatiya DBP’a navçeya Sûrê hatin hilbijartin.