NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgehê, berê li ser îtîrazê, heyeta zanayan şand Sûrê û şwest lêkolîn bike. Dadgeh niha jî ji bo Baxçeyên Hewsel û Geliyê Dîcleyê heyeta zanayan dişîne.
Dadgehê li ser îtîraza Odeya Plansaziya Bajar a AImedê dê heyeta zanayan bişîne Hewsel û Geliyê Dîcleyê. Li gorî nûçeya Platforma 1HaberVar hat diyar kirin ku piştî dadgehê heyeta zanayan şandine Sûrê dê niha heyetekê bişînin Bahçeyê Hewsel û Dîcleyê jî.
Dorpêç û qedexeya li Sûrê du sal li pey xwe hişt. Di dorpêç û qedeyan de piştî operasyon bi dawî bûn 6 taxên Sûrê ji kok ve hatin xerakirin. Bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koç kirin. Desthilatdariyê piştî biryara îstîmlakê ji bo Sûrê girt, ji bo Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jî heman biryar girtibû. Li ser biryara Lîjneya Wezîran Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê wek ‘Qada Projeya Taybet’ hatibû îlankirin. Piştî vê Odeya Plansaziya Bajar a Amedê doz vekir û îtîrazê projeyê kiribû. Dadgehê bersiv da ku wê heyetek kesê zana bişîne cihê bûyerê. Hevsreoka Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Amedê Buşra Cîzrelîogullari Sadak, biryar nirxand û got hêj heyet neşandine Baxçeyên Hewselê û wiha got: "Heyet şandine Sûrê. Lê hêj heyet neşandine Hewselê. Me pêvajoya dozê dabû destpêkirin. Li wir çêkirina mizgeftekê kiribûn meriyetê. Me doz vekiribû. Niha em dibînin ku fikarên me çiqas di cih de ne.”