WAN - Şaredariya Rêya Armûşê dema di destê DBP'e de bû gelek proje dan îhaleyê û pereyên wan li bankayan razandin. Lê heta niha proyek jî neket meriyetê. 30 milyon TL pereyên ku ji bo projeyan hat razandin jî nayê zanîn çi lê hat.
Şaredariya Rêya Armûşê dema di destê DBP'ê de bû gelek proje amade kirin û proje dan îhaleyê. Ji bo proje têkevin meriyetê jî li ser hesabên şîrketên ku ketin îhaleyê 30 milyon TL pere razand bankayan. Lê piştî qeyûm tayinî şaredariyan hat kirin heta niha yek proje jî neketiye meriyetê. Aqûbeta pereyên li bankayan hat razan jî nayê zanîn. Şaredariya Rêya Armûşê dema di destê DBP'ê de bû ji bo Avahiya xizmetê ya Şaredariyê, Wargeha Xwendekarên Jin a 300 doşek, Navenda Jiyana Bê Asteng û Mala Gel a 6 qat amade kir. Piştî proje amade kirin dan îhaleyê û ji bo proje têkevin meriyetê 30 mîlyon tl pere razand bankayan. Lê piştî şaredarî hat ser kar hemû projeyên ku DBP'ê amade kiribûn rawestand û hêj miroje neketine meriyetê.
Şaredariya DBP'î beriya qeyûm bê tayînkirin li taxa Şerefiyê, li ser 4 hezar metrekare ji bo avahiya xizmetê ya Şaredariyê 13 milyon TL li ser hesabê şîrketên ketin îhaleyê razandin bankayê. Lê hêj bingehê avahiyê nehatiye avêtin û her meh ji bo avahiya niha 25 hezar TL kîra dide. Dîsa projeya Wargeha Xwendekarên Jin a 300 Doşek jî hat rawestandin. Şaredariya DBP’î li taxa Halilaga 655 metrekare zevî kirî û hêj tu xebat li ser nekirine. Dîsa plan kir ku li 6 taxan Malên Gel ava bike. Lê piştî qeyûm hat tayînkirn ev proje rawestand.
Piştî qeyûm hat tayînkirin 30 milyon TL pereyên ji bo van projeyan li bankayan hat razandin jî aqûbeta vî pereyî nayê zanîn.
Cîgirê Hevşaredarê berê Nermin Unat, diyar kir ku şaredariyên DBP'ê bi sucdariya "Şaredarî alîkariyê didin terorîstên çoltarê" em reş dikirin. Lê niha piştî qeyûm hat tayînkirin ev proje hatin rawestandin û pereyên ji bo van projeyan hatin razan jî li holê tune ye. Em dipirsin 30 milyon TL pereyên ji bo projeyan hat razandin li ku ye. Çima proje hatin rawestandin?
Unat, destnîşan kir ku ji bo avahiya xizmetê ya şaredariyê heta niha tu xebat nehatiye kirin û wiha got: "Projeya me hat rawestandin. Di milê mîmariyê de jî projeyek ku mînak bû. Me proje bi 13 milyon 500 hezar TL ihale da. Ji bo ev projeyên me têkevin meriyetê me 30 milyon TL pere li bankayan razan. Em dipirsin ev pere çû ku? Li kuye? Ji bo avahiya niha mehê 25 hezar TL pere radizîne. Çima projeyê naxe meriyetê. Çima xizmetê nake. Tu şaredarî bi qasî yên DBP'ê aşkere û zelal karê xwe nedikirin. Her tiştê wan aşkere bû. Lê qeyûm hat hem projeyên me betal kirin û hem jî pere winda kirin. Divê hesabê vê yekê bide. Hemû xebatên jinan rawestand. Midûrên saziyên jinan tev îxrac kirin. Gelek xebatên me yên ji bo jinan hebû. Hemû dan rawestandin.
Bazara Keda Jinê, Navenda Jiyanê ya Jinê û gelek navendên kar hebûn. Lê tev kîlît kirin û jin derxistin derve.