ÎZMÎR – Dîmenên JÎTEM'ê yên di sala 1992'yan de li Cizîrê dema welatî bi zorê li panzerê sîwar dikirin, di hişê raya giştî de cih girtibû. Klîba ku van dîmenan diweşîne û welatiyê bi navê K.Ş. piştî ev dîmen li ser medyaya civakî parve kir, dadgehê got ku "Di vê dîmenê de sembolên PKK/KCK'ê hene û dîmenên endamên rêxistinê hene..." ji propagandayê doz li K.Ş. vekir.
K.Ş. yê 56 salî li navçeya Sultanbeyliyê rûdinê, di 18'ê Çileya 2016'an de li ser medyaya civakî klîba vîdeoyê ya bi navê "Serhildan" a hunermend Hesenê Zahir parve kir. Piştî 11 mehan giliyê K.Ş. li Navenda Ragihandinê ya Serokomar (CÎMER) kirin. K.Ş. piştre hat binçavkirin, Serdozgerê Komarê yê Stenbolê K.Ş. bi "propagandaya rêxistinê" sûcdar kir û der barê wî de îdianame amade kir. Di berdewama darizandinê de, 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi heman hincetê salek û 3 meh ceza li K.Ş. birî. K.Ş. ji dozeke din jî 10 cezayê wî hebû, paşve nehat xistin û dadgeha îstinafê ceza erê kir.
Dadgehê hinceta cezayê li K.Ş. birî jî wekî parvekirina vîdeoyê da nîşan. Di klîbê de dîmenên Newroza 1992'yan cih digirin. Endamên JÎTEM'ê welatiyan bi zorê li panzerê sîwar dikin. Ev dîmen hêj ji bîra raya giştî neçûne. Dadgehê dîmenên vê klîbê wekî "Di vê dîmenê de sembolên PKK/KCK'ê hene û dîmenên endamên rêxistinê hene..." pênase kir.
DI DÎMENAN DE JÎTEM HEYE!
Malpera "Koma Herdem Menajer Ozcan KOÇ" a ku K.Ş. parve kiriye, di sala 2013'an de ji hêla "Karargah Heck Team" ve hatiye desteserkirin. Vîdeoya ku K.Ş. parve kiriye jî hunermend bi cilên xwe yên herêmî tê dîtin. Dîsa di tu cihê vîdeoyê de dîmenekî ku propagandaya PKK'ê bike tune ye û sembol jî nayên dîtin. Di dîmenan de kesên sivîl û di destên wan de çek ên endamên JÎTEM'ê hene. Ev kesên bi çek welatiyan bi zorê li panzerê sîwar dikin. Di dîmenan de jinek hatiye zincîrkirin û aleke ku aştiyê temsîl dike û du jinên di destê wan de erbane heyî tên dîtin.
Di gotinên stranê de lorîna ku wê rojê hatiye lorandin heye û tê gotin ku "Gelê kurd ji bo azadî û rûmetê wê rojê derketiye kolanan; lê êrîşê wan dikin, beyî ku bêjin ev jin û zarok her kes di bin bombe û êrîşê de ye."
MA / Ahmet Kanbal