EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê her dem li dijî zextan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê bi kûçikan dikevin girtîgehê û li "bombeyan digerin."
Girtiyên li Girîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê, di 6'ê Mijdarê de 5 rojan greva birçîbûnê ya bêdem û derveger dan destpêkirin. Girtiyan di çalakiya xwe de xwest "Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, pêkanîna tevlihevkirina aştiyê bi dawî bikin, di bin navê lêgerînê de serdagirtina koxûşan bi dawî bikin."
Serokê Komîsyona Şopandina Girgîgehê yê Baroya Edeneyê Tugay Bek, piştî bi girtiyan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku girtiyan aşkera kiriye ku zextên li ser wan zêde bûne û heta binpêkirinên mafan dewam bikin, dê çalakiyê berdewam bikin.
Bek da zanîn ku ew ê der barê binpêkirinên li girtîgehê de, wekî Komîsyona Şopandina Girîgehan a Baroya Edeneyê, bi dozger û midurê girtîgehê re hevdîtinê bikin.
'DEST JI VÊ PÊKANÎNÊ BERDIN'
Bek anî ziman ku îdareya girtîgehê polîtîkaya 12'ê Îlonê ya "Tevlihev bike, li hev bîne" dewam dike û wiha got: "Girtiyên ji doza PKK, DAIŞ û FETO'yê di heman holê re dibin hevdîtina vekirî. Ji ber vê pêkanînê, di provokasyoneke herî piçûk de jî dê pirsgirêkeke mezin derkeve holê."
Berk diyar kir ku wan bi hin wesîleyan ev rewş ji îdareya girtîgehê re parve kiriye û wiha pê de çû: "Hêj di vê pêkanînê de israr dikin. Ji ber vê hin girtî û hikumxwar, naxwazin derkevin hevdîtina vekirî. Divê îdare dest ji vê yekê berde."
'NÎŞEYÊN PARASTINÊ DESTESER KIRIN'
Bek destnîşan kir ku kûçikan jî dibin lêgerînê, di koxûşan de kûçik hemû lalavên girtiyan belav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtî vê rewşê wekî pêkanîneke heqaretê pênase dikin. Dema vê yekê ji rêveberiya girtîgehê dipirsin, bersiva 'Em li bombeyê digerin' didin wan. Ne pêkan e di girtîgehê de bombe hebe. Rêveberiya girtîgehê vê yekê ji bo tundiyê li girtiyan bike, dixe dewrê."
Bek da zanîn ku yek pirtûka ku ji derve tê şandin jî nadin girtiyan û wiha axivî: "Tê gotin ku bi bi daxwaznameyê dikarin ji kantînên derve pirtûk bên girtin; dema daxwaznameyê ji bo pirtûkên di kantînên derve tên dayîn, îdare bi hincetên cuda standina pirtûkan asteng dike. Di lêgerînê de jî beyî ku tu hincet bê nîşandan, memûrên înfazê pirtûkan desteser dikin. Nîşeyên di îdianame û girtekan de tên xebitandin tên desteserkirin. Ev jî binpêkirina hiqûqî ye."
'JI WÊNEYÊ RE JÎ TEHMUL NAKIN'
Bek derbirî ku girtiyê bi navê Huseyîn Elkulak wêneyê jineke ku di destê wê de çek heyî xêz kiriye, ji ber vî wêneyî, dozger bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" der barê wî de lêpirsîn daye destpêkirin. Bek aşkera kir ku wêneyê jineke bi çek wekî "propagandaya rêxistinê" nikare bê sûcdarkirin û piştrast kir ku wêneyekî jî tehmul nakin.
MA / Hamdullah Kesen