Sarica: Ocalan xwest pêşî li ber tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin bigire

  • rojane
  • 09:11 22 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Parêzer Rezan Sarica ku di 5 hevdîtinên dawî de çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê kir, destnîşan kir ku Ocalan, ji destpêkê ve bi bangawaziyên xwe tiştên dê li Sûriyeyê biqewimin raber dikir û got: "Birêz Ocalan dixwest pêşî li ber vê bigire, lê belê dewletê di polîtîkayên neçareserkirinê de israr kir." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'yê Gulana 2019'an nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe re çê bike. Lê belê piştî bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8'ê Mijdara 2018'an de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û 200 rojî dewam kir, hevdîtina parêzeran û Ocalan çê bûbû. Parêzer Rezan Sarica ku di 5 hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re hatin çêkirin de cih girtî bilêv kir ku Ocalan ji sala 1993'yan ve "meşa aştiyê" daye destpêkirin û got: "Birêz Ocalan di siyaseteke pêkhêner de israr dike. Lê belê dewlet jî di polîtîkayên neçareserkirinê de israr dike." 
 
'MEŞA AŞTIYÊ' YA JI SALA 1993'YAN VE 
 
Sarica, destnîşan kir ku li Îmraliyê tim û tim tecrîd heye û carinan hevdîtinên parêzer û malbatan çê bibin jî, lê ev nayê wateya ku tecrîd bi adwî bûye. Sarica, bilêv kir ku ji bo tecrîd ji holê rabe divê şert û mercên li Îmraliyê bi tevahî ji holê rabin û got: "Piştî 8 salan parêzeran karibû hevdîtinê çê bike. Di navbera 2-3 mehan de em bûn şahidê hêvî, bawerî û aramiyekê. Ev jî bi saya siyaseta Birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan, ji sala 1993'yan ve meşa aştiyê daye destpêkirin. Ji bo ev yek bi ser bikeve û bibe cihê çareseriyeke mayinde hemû firsendan dinirxîne. Ji hevdîtinên parêzeran bigire hetanî raya giştî hemûkêliyên xwe li ser asasên siyaseteke demokratîk dinirxîne." 
 
‘SIYASETA JI BO JIYANÊ' 
 
Sarica, destnîşan kir ku her gava hevdîtinên bi Ocalan re tên qutkirin di hemû qadên jiyanê de krîz çê dibin û got: "Li vira a girîn siyaseteke çawa ye. Niha siyaseteke berberîbûnê, cihêkriyê heye. Siyaseteke ku zirarê bide ruhê civakê, berberîbûnê dixe navbera hemû derdoran. Niha em vê yekê dibînin. Lê belê Birê Ocalan, siyaseteke bereksê vê dike. Siyaseteke demokratîk ku li ser asasên çareseriyê. Me dît her gava firsend dikeve destê wî vê yekê dike. Mesela, grevên birçîbûnê hatibûn asteke pir cidî, lê bi bangawaziya wî me careke din dît ku siyaseta jiyanê dike. Di hevdîtinan de Birêz Ocalan nameya xwe ya Newroza 2013'an careke din bi bîr xist. Sedema vê bibîrxistinê jî ew bû ku wê gavê aramiyek li civakê peyda bûbû û her kes dikaribû xwe bi rihetî îfade bike." 
 
LI HEMBERÎ ÇARESERIYÊ NEÇARESERΠ
 
Sarica, anî ziman ku li hemberî siyaseta pêkhênerî ya Ocalan, siyaseta cihêkarî, berberîbûnî, otokratîk û otorîter tê meşandin û got: "Bi rastî jî gava siyaseteke ji bo çareseriyê hebe, wê hevdîtinên bi Ocalan re jî neyên qutkirin. Sedema ku ji 7'Ê Tebaxê ve hevdîtin pê re çê nabin ev e. Dewlet careke din di polîtîkaya neçareserkirinê de israr dike. Pêvajoya niha ev bi xwe ye. Di hevdîtina 7'ê Tebaxê de Birêz Ocalan bang kiribû. Dizanibû rîskek heye û daxuyandibû ku ger aqilê dewletê tişta divê bike, ew ê karibe di nav hefteyekê de şer bi dawî bike. Lê belê li hemberî vê polîtîkayên neçareseriyê ketin dewrê. Bi salan e ev polîtîka tê meşandin. Lê tiştek bi ser tiştekî neket. Sedema astengkirina hevdîtinan, bi siyaseta heyî ve girê dayiye. Loma hevdîtinan asteng dikin." 
 
REWŞA LI SÛRIYEYÊ 
 
Sarica, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ya bi Ocalan re hat kirin û got: "Di wê hevdîtinê de Birêz Ocalan deklerasyoneke demokrasiyê ya 7 xalî ragihand. Got, divê siyaseteke demokratîk bê meşandin. A rast bi mijarên di hevdîtina 2'yê Gulanê de bin wan îşaret kiribû û bi bangawaziya xwe ya di 7'ê Tebaxê de tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin dîtibû. Birêz Ocalan hewl dida pêşî li ber vê yekê bigire. Çimkî dizanibû wê ev bibe sedema hin pirgirêkên girîng û dîrokî. Tim bal dikişand ser bihevrebûna kurd-tirkan û digot, dixwest ev têkilî baş bê lêkolînkirin û siyaseteke bihevrebûnê bê meşandin. Lê texmîn dikir ku dibe siyaseteke berkesê vê jî bê kirin. Bi taybetî destnîşan dikir ku divê di nav yekparebûna Sûriyeyê de ne bi siyaseteke ku gelan înkar dike, bi siyaseteke li ser asasên rêveberiyên herêmî û demokratîk çareseriyeke demokratîk pêk bê. Her wiha di vira da bal kişandibû ser hesasiyetên Tirkiyeyê jî." 
 
Sarica, bal kişand ser encamên ku dê ji ber qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin holê û got: "Hem siyaseta di nezda dewletê de tê kirin hem jî ya muxalefetê vê yekê nîşan dide. Birêz Ocalan, diyar dikir ku wê ev yek di navbera kurd û tirkan de bibe cihê birînên mezin ku neyên cebirandin. Dixwest pêşî li vê bigire. LOma divê bênavber hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin." 
 
Her wiha Sarica, destnîşan kir ku siyaseta ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji bo Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin hat kirin niha jî didome û got: "Tirkiye di rojeke wekî wê rojê de mudaxileyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 20 salên borî de me dît ku ev bi ser neketiye û divê em zanibin ku wê ev jî nikaribin pirsgirêka kurd li ser asasekî demokratîk çareser bikin. Loma divê dev ji vê siyasetê bê berdan. Divê siyaseta demokratîk ku Birêz Ocalan îşaret pê dike bê kirin. Birêz Ocalan, wê çaxê jî ji bo siyaseteke demokratîk hin gav avêtibûn. Loma berê xwe dabû Ewropayê. Lê niha di 9'ê Cotmehê de mudaxileyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Çawa ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re çê bibin xwedîderketinek û piştevaniyek çê bû, divê niha jî heman xwedîderketin çê bibe. Tiştên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, gelek feq û dafikan jî di xwe de dihewînin. Loma divê hem kurd hem jî raya demokratîk a herêmê, li hemberî dafikên hêzên serdest bi baldar bin." 
 
MA / Ferhat Çelik

Sernavên din

23/10/2019
13:35 Li Qamişloyê teqîn!
13:31 Malên Gel: Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be
13:30 Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Balkaya hat binçavkirin
13:20 Eren Keskîn ku polisan bi ser mala wê de girtin îfade da
13:18 Li Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin
12:54 Polîsan Hevserokên HDP'ê yê Navçeya Hekîmhan a Meletiyê binçav kirin
12:32 Esker bi maşîneyên sivîl li çoltara Licê derketin operasyonê
12:22 Polîsan rojnameger Emre Orman binçav kirin
11:51 Li Sûriyê her kesî rola xwe leyîst: Di dorê de pêngava kurdan heye
11:44 Îtîrafkar 11 roj beriya hilbijartinê li ser Mizrakli îfade da
11:28 Ji Peskov daxuyaniya piştî Soçiyê: Heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên tirkan
10:51 10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd dest pê dike
10:33 Ji ber 'retweetê' lêpirsin li Hevşaredarê Cizîrê vekirin
10:29 Kaplan: Ji bo krasê hiqûqê li qeyûm bikin hevşaredar girtin
09:58 Ji ber tezkereyê îstîfa kir: Rêya îktîdarbûnê di nav kurdan de derbas dibe
09:43 Rêxistina Mafên Mirovan: Zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê
09:20 Ji ber daxuyaniya li dijî qeyûman derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:20 Îzmîrî: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin
09:18 Dr. Karakoç: Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
09:17 'Divê pêşî jin li dijî şer derkevin'
09:16 Parêzer Akkoyûn: Polîs û dozgeriyê delîl afirandin
09:15 Surucu: Kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyne
09:14 'Ji ber lêgerîna polîsan gel naxwaze biçe şaredariyê'
09:13 Temel: Êdî dema lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd e
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2019'AN
22/10/2019
23:59 Polîsan avêt ser mala Eren Keskîn
21:54 Hevserokê HDP'a Şemrexê Urun hat berdan
20:04 Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin: Em vê biryarê şermezar dikin
17:29 Gelê Dirbêsiyê bi girseyî cenaze oxir kirin
17:22 Dadgehê dosyaya mêrê ku hevjîna xwe ya welidî birîndar kir qebûl nekir
16:55 Hevşaredarê Amedê Mizrakli hat girtin
16:44 Qeyûmê Karazê rojek beriya bê tayînkirin dest bi kar kiriye
16:15 Danîşek Yuksekdag hat taloqkirin
15:51 Seroka HDP’a Sakaryayê hat binçavkirin
15:40 Şêniyên Mensûra xwestin komkujî bi dawî bibe
15:24 4 rêveberên HDP’ê li Kuşadasi hatin binçavkirin
15:14 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Di roja 5'emîn a agirestê de Zirgan bombe kirin: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn
14:40 Dayikên Aştiyê banga ‘yekîtiya netewî’ li Barzanî kirin
14:23 Temellî: 850 endamên DAIŞ'ê winda ne
14:15 2 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê girtin
14:07 Bi meşê tayînkirina qeyûm şermezar kirin
14:06 Erdogan û Pûtîn hatin gel hev
13:50 Li Dêrikê 3 cenaze rakirin morga Mêrdînê
13:45 Esad li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev
13:43 ‘Em ê dest ji jiyan û mafê xwe bernedin’
13:34 Bang li hikumetê kirin: Hilbijêran berdin erka wan paşve bidin wan
13:33 Ji Kremlînê beriya Soçiyê daxuyanî: Tenê Şam dikare destûr bide ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne
13:32 Qeymeqamiya Dêrikê ‘Festîvala Zeytûnan’ qedexe kir
13:18 Polîsan pirsên balkêş ji Hevşaredar Kezîban pirsîn
13:10 Akademîsyenê Aştiyê Gul Koksal beraet kir
13:01 Li Tetwanê serdegirtina malan
12:56 Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Osman Akin birîn
12:40 Paylan afîşên ‘Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe’ bir Meclîsê
12:36 Dijberên şer: Tirkye dixwaze bêhnê bide DAIŞ'ê
12:24 Doza darizandina 46 rojnamegeran hat taloqkirin
12:12 Li Osmaniyê 2 HDP’yî hatin binçavkirin
12:03 Mizrakli derxistin edliyê
12:02 'Polîs xwest min bikujin'
11:40 Hevserokê HDP’ê yê Şemrexê binçav kirin
11:39 Îdîaya DAIŞ`î vegeriyan Girê Spî û depoya genim talan kirin
11:32 Hevşaredarên Erdîşê sewqî dozger kirin
11:27 Amadekariya qeyûman bi namzetiya hevşaredaran re dest pê kiriye!
11:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê bi kuçikan re lêgerînê dikin
11:16 Bêyî tebligatê şaredarî dorpêç kirin
10:59 Senator Hallen: Emê ji kongreyê bixwazin ku bikeve nava tevgerê
10:50 Endamên ‘MSO’ sewqî sînorê Qamişlo tên kirin
10:40 CHP'ê serokê xwe yê ku tezkereyê rexne kir ji peywirê girt
10:29 Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn pêk hat: 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn
10:28 Dîcle: Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama komploya navdewletî ye
10:19 ‘Dozger çima ji bo gotinên Trump lêpirsînê nadin destpêkirin?’
10:14 Derket holê ku 'karkerên êzingan' leşker û cerdevan in!
10:02 Rojnamegeran: Rastiya şer mirovan dikuje
09:11 Sarica: Ocalan xwest pêşî li ber tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin bigire
09:10 Heqê wergerê ji girtî xwestin: Bi tirkî binivîsîne pir binivîsîne!
09:10 Piştî dest danîn ser mêrga wan, nikarin heywanên xwe biçêrînin
09:09 Qeyûm di 3 salan de li Nisêbînê çi kir?
09:08 Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan
09:08 Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele
09:07 Li Wanê nîviyê komirvanan dikanên xwe girtine
09:07 Dr. Yoruk: DYA, dixwaze ji Rûsyayê re artêşa tirk û cîhadîst bihêle
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2019'AN
08:06 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP'ê kirin
21/10/2019
17:52 Tirkiyê êrîşi gundê Zirganê kir
16:32 Hevşaredarê Peyasê: Lêgerîna li avahiya şaredariyê li dijî hiqûqê ye
16:32 3 zarokên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:26 Hevseroka KCD’ê Guven: Ji mere yekitî ji pêwîst e
16:17 QSD: Li gel agirbestê êrîşên Tirkiyeyê didomin
15:49 Kişanak: Li girtîgehê pirtûk qedexe kirin
15:49 HDP: Li dijî darbeya siyasî berxwedan wê berdewam bike
15:47 Ji hevpara hikûmeta Almanyayê ji bo Ewropayê: Em Bakurê Sûriyeyê biparêzin
15:16 Li Rihayê qedexe mehek hat dirêjkirin
15:16 Olûç bang li müxalefetê kir: Niha ne dema bêdengiyê ye
15:15 Başkaya: Êdî Kurd aktor in tu tişt ne wekî berê ye
15:04 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 495 maf hatin binpêkirin
14:41 Hevşaredarên Nisêbînê sewqî Xarpêtê kirin
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin
13:43 Polîsan êrîşî girseya li pêş Şaredariya Peyasê kom bûn kir