Sarica: Ocalan xwest pêşî li ber tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin bigire 2019-10-22 09:11:23 STENBOL – Parêzer Rezan Sarica ku di 5 hevdîtinên dawî de çû Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re çê kir, destnîşan kir ku Ocalan, ji destpêkê ve bi bangawaziyên xwe tiştên dê li Sûriyeyê biqewimin raber dikir û got: "Birêz Ocalan dixwest pêşî li ber vê bigire, lê belê dewletê di polîtîkayên neçareserkirinê de israr kir."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'yê Gulana 2019'an nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe re çê bike. Lê belê piştî bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8'ê Mijdara 2018'an de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û 200 rojî dewam kir, hevdîtina parêzeran û Ocalan çê bûbû. Parêzer Rezan Sarica ku di 5 hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re hatin çêkirin de cih girtî bilêv kir ku Ocalan ji sala 1993'yan ve "meşa aştiyê" daye destpêkirin û got: "Birêz Ocalan di siyaseteke pêkhêner de israr dike. Lê belê dewlet jî di polîtîkayên neçareserkirinê de israr dike."    'MEŞA AŞTIYÊ' YA JI SALA 1993'YAN VE    Sarica, destnîşan kir ku li Îmraliyê tim û tim tecrîd heye û carinan hevdîtinên parêzer û malbatan çê bibin jî, lê ev nayê wateya ku tecrîd bi adwî bûye. Sarica, bilêv kir ku ji bo tecrîd ji holê rabe divê şert û mercên li Îmraliyê bi tevahî ji holê rabin û got: "Piştî 8 salan parêzeran karibû hevdîtinê çê bike. Di navbera 2-3 mehan de em bûn şahidê hêvî, bawerî û aramiyekê. Ev jî bi saya siyaseta Birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan, ji sala 1993'yan ve meşa aştiyê daye destpêkirin. Ji bo ev yek bi ser bikeve û bibe cihê çareseriyeke mayinde hemû firsendan dinirxîne. Ji hevdîtinên parêzeran bigire hetanî raya giştî hemûkêliyên xwe li ser asasên siyaseteke demokratîk dinirxîne."    ‘SIYASETA JI BO JIYANÊ'    Sarica, destnîşan kir ku her gava hevdîtinên bi Ocalan re tên qutkirin di hemû qadên jiyanê de krîz çê dibin û got: "Li vira a girîn siyaseteke çawa ye. Niha siyaseteke berberîbûnê, cihêkriyê heye. Siyaseteke ku zirarê bide ruhê civakê, berberîbûnê dixe navbera hemû derdoran. Niha em vê yekê dibînin. Lê belê Birê Ocalan, siyaseteke bereksê vê dike. Siyaseteke demokratîk ku li ser asasên çareseriyê. Me dît her gava firsend dikeve destê wî vê yekê dike. Mesela, grevên birçîbûnê hatibûn asteke pir cidî, lê bi bangawaziya wî me careke din dît ku siyaseta jiyanê dike. Di hevdîtinan de Birêz Ocalan nameya xwe ya Newroza 2013'an careke din bi bîr xist. Sedema vê bibîrxistinê jî ew bû ku wê gavê aramiyek li civakê peyda bûbû û her kes dikaribû xwe bi rihetî îfade bike."    LI HEMBERÎ ÇARESERIYÊ NEÇARESERΠ   Sarica, anî ziman ku li hemberî siyaseta pêkhênerî ya Ocalan, siyaseta cihêkarî, berberîbûnî, otokratîk û otorîter tê meşandin û got: "Bi rastî jî gava siyaseteke ji bo çareseriyê hebe, wê hevdîtinên bi Ocalan re jî neyên qutkirin. Sedema ku ji 7'Ê Tebaxê ve hevdîtin pê re çê nabin ev e. Dewlet careke din di polîtîkaya neçareserkirinê de israr dike. Pêvajoya niha ev bi xwe ye. Di hevdîtina 7'ê Tebaxê de Birêz Ocalan bang kiribû. Dizanibû rîskek heye û daxuyandibû ku ger aqilê dewletê tişta divê bike, ew ê karibe di nav hefteyekê de şer bi dawî bike. Lê belê li hemberî vê polîtîkayên neçareseriyê ketin dewrê. Bi salan e ev polîtîka tê meşandin. Lê tiştek bi ser tiştekî neket. Sedema astengkirina hevdîtinan, bi siyaseta heyî ve girê dayiye. Loma hevdîtinan asteng dikin."    REWŞA LI SÛRIYEYÊ    Sarica, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ya bi Ocalan re hat kirin û got: "Di wê hevdîtinê de Birêz Ocalan deklerasyoneke demokrasiyê ya 7 xalî ragihand. Got, divê siyaseteke demokratîk bê meşandin. A rast bi mijarên di hevdîtina 2'yê Gulanê de bin wan îşaret kiribû û bi bangawaziya xwe ya di 7'ê Tebaxê de tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin dîtibû. Birêz Ocalan hewl dida pêşî li ber vê yekê bigire. Çimkî dizanibû wê ev bibe sedema hin pirgirêkên girîng û dîrokî. Tim bal dikişand ser bihevrebûna kurd-tirkan û digot, dixwest ev têkilî baş bê lêkolînkirin û siyaseteke bihevrebûnê bê meşandin. Lê texmîn dikir ku dibe siyaseteke berkesê vê jî bê kirin. Bi taybetî destnîşan dikir ku divê di nav yekparebûna Sûriyeyê de ne bi siyaseteke ku gelan înkar dike, bi siyaseteke li ser asasên rêveberiyên herêmî û demokratîk çareseriyeke demokratîk pêk bê. Her wiha di vira da bal kişandibû ser hesasiyetên Tirkiyeyê jî."    Sarica, bal kişand ser encamên ku dê ji ber qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin holê û got: "Hem siyaseta di nezda dewletê de tê kirin hem jî ya muxalefetê vê yekê nîşan dide. Birêz Ocalan, diyar dikir ku wê ev yek di navbera kurd û tirkan de bibe cihê birînên mezin ku neyên cebirandin. Dixwest pêşî li vê bigire. LOma divê bênavber hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin."    Her wiha Sarica, destnîşan kir ku siyaseta ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji bo Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin hat kirin niha jî didome û got: "Tirkiye di rojeke wekî wê rojê de mudaxileyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 20 salên borî de me dît ku ev bi ser neketiye û divê em zanibin ku wê ev jî nikaribin pirsgirêka kurd li ser asasekî demokratîk çareser bikin. Loma divê dev ji vê siyasetê bê berdan. Divê siyaseta demokratîk ku Birêz Ocalan îşaret pê dike bê kirin. Birêz Ocalan, wê çaxê jî ji bo siyaseteke demokratîk hin gav avêtibûn. Loma berê xwe dabû Ewropayê. Lê niha di 9'ê Cotmehê de mudaxileyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Çawa ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re çê bibin xwedîderketinek û piştevaniyek çê bû, divê niha jî heman xwedîderketin çê bibe. Tiştên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, gelek feq û dafikan jî di xwe de dihewînin. Loma divê hem kurd hem jî raya demokratîk a herêmê, li hemberî dafikên hêzên serdest bi baldar bin."    MA / Ferhat Çelik