Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan

  • rojane
  • 07:17 3 Kanûn 2017
  • |
img

QAMIŞLO – Şandeya Parlemana Başûrê Kurdistanê ku bi armanca çavdêriya hilbijartinê hatine Rojava bi aliyên siyasî yên Rojava re hevdîtin kirin û serkeftina hilbijartinan li wan pîroz kirin. 

 
Şandeya çavdêrên hilbijartinan, duh têkildarî encama hilbijartinê civîna çapemeniyê li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo pêk anî. Piştî civîna çapemeniyê şandeyê Bakurê Kurdistanê di deriyê Sêmalka re vegeriya Bakurê Kurdistanê. Şandeya Başûrê Kurdistanê û ronakbîrê Îraqî Elî El-Xewar jî li Qamişlo bi aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava re civîn pêk anîn. Şandeyê hevdîtinên xwe bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Partiya Demokratîk a Paşverû ya Kurdî li Sûriyeyê, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk re pêk anîn. Di serdana Encûmena Niştimanî û Partiya Paşverû de şandeyê sedema nebeşdarbûna wan di hilbijartinên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de pirsî. Di navbera herdu aliyan de rewşa siyasî û nakokiyên di navbera van her du aliyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de hatin nîqaşkirin.
 
DIVÊ HEMÛ ALÎ TEV LI PERGALA FEDERALIYA DEMOKRATÎK BIBIN
 
Şandeyê di serdana xwe de piştrast kir ku parlemana herêma Başûrê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Rojava û tecrûbeya rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ev çend sal in tê meşandin dike û diyar kir ku divê hemû alî beşdarî sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bibin.
 
Li Buroya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê şandeya parlemanê bi rayedarên Hevbendiyê re civiyan û serkeftina qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliyê li wan pîroz kir.
 
Herdu aliyan rewşên siyasî û têliyên di navbera partî û rêxistinên Kurdî yên Rojava de nîqaş kirin. Şandeyê daxwaza xwe ku Hevbendî bi rola navbênkar rabe anî ziman da ku helwest û nêrînên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji hevûdu nêzîk bike.,
 
Rêveberê Hevbendiyê Salih Gedo ji aliyê xwe ve amadebûna xwe ji bo bi rola navbênkariyê rabe anî ziman û wiha got: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li aliyê dijberên doza Kurdî û mafên gelê Kurd li Rojava ye. Lê evan siyasetên Encûmenê tenê dikevin xizmeta dijminên Kurdan.” Şande di dawiyê de serdana Buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Qamişlo kir û ji aliyê serokê Partiyê Şahoz Hesen û rayedarên Partiyê ve hate pêşwazîkirin.  Şandeyê serkeftina hilbijartinên federaliyê li rayedaran pîroz kir û destnîşan kirin ku ev rê ber bi peydakirina çareseriya aloziya Sûriyeyê bi giştî ye.
 
QONAXA ÇARESERIYA SIYASÎ AXIVÎN 
 
Herdu aliyan rewşa siyasî ya dawî li herêmê gotûbêj kirin û rola Kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di rêveberiya qonaxa çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê de bi riya îlankirina sîstema federaliyê piştrastkirin ku mînaka herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Endamên şandeya çavdêran diyar kirin ku ew ji tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pir kêfxweş in ji ber ku bi ser ketiye û sîstema federaliya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ava kiriye, her wiha gelekî pesna rola jinan di vê sîstemê de kirin.
 
Di dawiya serdanê de şandeya herêma Başûrê Kurdistanê alîkarî û piştgiriya parlemanê bi Rojava re dubare kirin û dane zanîn ku ew amade ne alîkariya xwe bi Rêveberiya Xweser û sîstema federal re bikin.
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne