SEMSÛR - Jinên li dijî çêkirina HES'an a li ser Çemê Kolikê çalakî pêk anîn, diyar kirin ku ew bên kuştin jî destûr nadin ku li ser çemê Kolikê HES bên avakirin.
Şîrketên ku dixwazin Santrala Hîdroelektrîkê (HES) li ser Çemê Kolikê ava bikin, di serî de li gundên wekî Hopak, Terpal, Bervedul, Berazî, Postîn, Kergureg, Kîlîsîk û Askerenê, dê bandoreke xirab li ser hemû gundên der û dorê çêke. Jiyana bi dehhezaran mirovên li navçeya Kolikê ya Semsûrê dijîn têxe xetereyê. Projeya HES'ê ya ku navê Karakuş lê kirine, îhaleya wê dane Murat Enerjî Elektrîk Uretîm Tîcaret A.Ş'yê. Hat diyarkirin ku destûrên ji Miduryeta Herêmî û Bajêr a Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê, Miduryeta Bajêr a Derûdorê, Miduryeta Muzeyan hatine girtin, hemû ji derveyê qanûnê hatine girtin.
Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûnên gundiyên herêmê û welatiyên Kolikê her diçe zêde dibe. Duh Leşkeran mudaxeleyî çalakiya gundiyên xwestin çêkirina HES’ê bê rawestandin kirin. Gundiyên li Çemê Kolikê kom bûn 3 ji wan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û piştre hatin berdan.
ME BIKUJIN NIKARIN HES'Ê ÇÊKIN
Jinên ku li ber Çemê Kolikê kom bûn û hewldanên avakirina HES'ê şermezar kirin bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Jinan diyar diyar kirin ku bên kuştin jî dê destûr nedin avakirina HES'ê. Jina berxwedêr ya 63 sali Feride Kakarakaş, bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Em destûr nadin ku çemê me û ava me bê zuhakirin. Me bikujin jî nikarin ava me ji me bistînin. Em destûr nadin ku li vir HES'ê ava bikin. Em destûr nadin vê yekê. Av ji bo bax, bostan, rez û sewalên me nebin nabe. Em destûr nadin."
‘ME BÊ AV BIHÊLIN EM DÊ BIBIN MASÎ'
Jina 70 salî Hatice Erşahin jî diyar kir ku çi bibe bila bibe ew destûr nadin ku li ser çemê wan HES bê avakirin û wiha got: "Zilm e, guneh e şerm e fedî ye. Ev zilma li ser gel bê kirin nayê qebûlkirin. Tenê ava me heye wê jî ji destê me digirin. Em destûr nadin vê yekê. Me bikujin jî em destûr nadin HES li vir bên avakirin. Dixwazin me li vir bê av bihêlin û me koçber bikin. Ger ku av nebîne jiyan jî li vir namîne."
DI HILBIJARTINAN DE TÊN DENG DIXWAZIN
Jina 55 salî Huriye Yucel jî anî ziman ku hêza wan têra gundiyan dike û wiha got: "Em canê xwe jî bidin em destûr nadin ku li vir HES bên avakirin. Li şûna dewlet piştgiriyê bide gel, gel mexdûr dike. Dema dibe wextê hilbijartinê tên deng dixwazin. Lê wekî din qet nayên napirsin. Hebûn û tunebûna me tev girêdayî vê avê ye. Bila di wextê hilbijartinê de neyên deng ji me nexwazin.