ERZIROM – Li Erziromê komekê bi bahaneya di kongreya rêxistina HDP’ê ya navçeya Şenkaya de muzîka kurdî lê dane li ber avahiyê kom bûn û rageşiyê derxistin.
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Şenkaya ya Erziromê li avahiya partiya xwe 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Komek nijadperest bi hinceta di kongreyê de dengê stranên kurdî bilind bûye û jê aciz bûne li ber avahiya partiye kom bûn. Komê heqaret û çêr li partîvanan kir û di navbera kom û partîvanan de demek kurt rageşî qewimî.
Hat zanîn ku leşker sewqî cihê bûyerê hatine kirin û rageşî bi dawî bûye. Piştî rageşiyê kongre carek din dewam kir.
Li Erziromê di 4’ê hezîrana 2015’an de jî komek nijadperest êrîşî mitînga “Mirovahiya Mezin” a HDP’ê kiribû û Aydin Taşkesen ê endamê HDP’ê di hundirê wesayîta partiyê ya hilbijartinê de hatibû şewitandin.