RIHA - Mahmut Ongor piştî hat girtin, bi hinceta "Îfadeya te heye" ji girtîgehê birin TEM'ê û disa îfadeya wî girtin. Birayê Ongor, diyar kir ku li birayê wî îşkence kirine û serî li Şaxa ÎHD'êya Rihayê dan. ÎHD'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku Ongor ji girtîgehê birine TEM'ê û îşkence li wî kirine.
Li Rihayê di 12'ê Mijdarêde Mahmut Ongor hat binçavkirin û di 23 mijdarê de hat girtin. Ongor piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihaye. Di 28'ê mijdarê de jî bi sedema îefadeya wî heye ji girtîgehê birin TEM'ê ya Rihayê. Birayê Mahmut Ongor têkildarî mijare serî li şaxa ÎHD'ê ya Rihayê da. Birayê Mahmut Ongor ku serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê ye Îlhan Ongor, diyar kir ku piştî birayê wî hatiye binçavkirin û heta hatiye girtin rastî îşkenceyê hatiye. Birayê Ongur û rêveberên ÎHD'ê li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî. Endamê ÎHD'ê û parêzerê Ongor Mikail Yavuz, birayê Mahmut Ongor Prz. Îlhan Ongor diyar kirin ku duh çûn bi birayê xwe re hevdîtin kirin. Prz. Yavuz anî ziman ku Ongor ji wî re gotiye ku ji 12'ê mijdarê heta 3 rojan agahiya malbata wî jê çênebûye û rastî îşkenceyê hatiye û wiha got: "Ongor 11 rojan di bin çavan de ma u di 23'ê mijdarê de hat girtin. Di 28'ê Mijdare de bi sedema îfadeyek wî ya din heye wî ji girtîgehê birin TEM'ê û li wir îşkence li wî kirin. Ongor rastî îşkenceya ceyranê hatiye. Xistine feleqeyê. Rastî îşkenceya fîzîkî hatiye. Ji ber îşkenceyê nikare milê xwe yê çepê bilivîne. Ji ber îşkenceyê nikare bi axive. Ez bi xwe bi Mahmut Ongor re axivîm. Tiştên dibêjin tev rastin. Li ser vê yekê min serî li Dozgeriya Komarê ya Rihayê dan. Li ser vê yekê dozger gotiye min ferman daye ku wi bibin nexweşxaneyê. Lê Ongor nebirine nexweşxaneyê. Divê wî li nexweşxaneyekê razînin.
Birayê Ongor prz. Îlhan Ozger jî anî ziman ku hem wekî parazvanê mafên mirovan û hem jî wekî prz. hem şahidin hem jî mexdûrê îşkenceyê ne û wiha got: "Em dibînin ku disa rêbazên 90’an dixin meriyetê. Ev rêbaza îşkenceyê ne tenê li ser Mahmut Ongor tê meşandin. Li ser hemû mirovên tên binçavkirin û girtin tê meşandin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê vê yekê bişopînin.