STENBOL - Hevberdevka Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Piştgiriya Kedkaran Mahînur Şahbaz di 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê de axivî û aşkera kir ku desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne û got ku "Kalbûn û pîrbûn nexweşî nîne, sefheyeke jiyanê ye."
Lijneya Koordînasyona Bajêr a Stenbolê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), duh 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê dabû destpêkirin û dê sibê jî berdewam bike. Sempozyum li Muzeya Leşkerî ya Harbiyeyê dewam dike û rûniştina "Di jiyana bajarî de edalet" nîqaş tên kirin. Rûniştina ku Seroka Lijneya Rêveberiya ŞAxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Kîmya a TMMOB'ê Selîn Top rêveberiya wê dike, ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Doç. Dr. Eda Beyazit axivî. Beyazit bal kişand ser "Veguhezî û zayendîpereziya civakê" û da zanîn ku veguhezî hişmendiya serdest a mêr e û got ku "An jin kargehên nêzî malên xwe, an jî li cihê dixebitin, karê li wir digirin."
'PIRSGIRÊKÊN ME ÇARESER NAKIN'
Hevberdevka Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Piştgiriya Kedkaran Mahînur Şahbaz jî der barê mijara "Kal û pîr û bajarê me" de axivî û destnîşan kir ku desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne û ev tişt anî ziman: "Kal û pîr ne nexweşî ne, sefheyeke jiyanê ne. Polîtîkaya kal û pîriyê me kedkaran eleqedar dike." Şehbaz da zanîn ku tu pirsgirêkên kal û pîran nayê çareserkirin, wan tune dihesibînin û aşkera kir ku desthilatdarî qanûnan binpê dike.
Sempozyum, bi sernavê "Li Stenbolê veguhestina xwezayê" dewam dike.