STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewaş girtiyên nexweş, di çalakiya “Rûniştina F” a 297’emîn de xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan.
Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya “Rûniştina F” a 297’emîn li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Tecrît dikuje, bila girtîgehên Tîpa F ben girtin”, “Tecrît dikuje, piştevanî dide jiyîn”, “Dermankirin mafe, nayê asteng kirin” û wêneyên girtiyên nexweş hat kirin û dirûşmên “Ji îşkenceya OHAL’ê re êdî bese” û “Bila girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan” hatin berzkirin.
Di çalakiya vê heftê de hat xwestin ku girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan. Daxuyaniya çapemeniyê lîstîkvan Nur Surer da û wiha got: “Derfetên heyî yên li girtîgehên Tirkiyeyê bi serê xwe girtiyan nexweş dixin. Ji bo girtiyên nexweş, girtîgeh ne ciheke ku lê bijîn. Derfetên der mirovahiyê ferzî girtiyan dikin. Pergala pêkanîna tecrîta girankirî ya li girtîgehan, girtiyan nexweş dikin û dikujin.”
'26 ROJAN DI HUCREYÊ DE HIŞTIN’
Surer, da zanîn ku Seyran Demîr a bi nexweşîna penceşêra lenfê di sala 2006’an de hat girtin û wiha domand: “Ji ber bê derfetiyên aborî derman nebû û penceşêra wê veguherî penceşêra mejiyê hestî. Di sala 2009’an de Demîr li Enqereyê hat dermandkirin û tenduristiya wê baş bû. Piştre ew şandin Girtîgeha Tîpa E Mûşê. Derfetên li girtîgehê tenduristiya Demîr xerab kir. Dinava 40 rojan de, ji 56 kîloyî daket 30 kîlo. Di Tebaxa 2014’an de hat berdan. Li derve dest bi dermankirina xwe kir. Demîr di 25’ê Mijdara 2015’an de li Rihayê cardin hat binçavkirin. Di binçavan de rastî îşkenceya zayendî ya polîsan hat, di aliyê derûnî, bedenî û ruhî de tenduristiya wê nebaş bû. Demîr hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê. 26 rojan di hucereyê de hiştin. Dûre jî sîrgûnê Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Karataşa Edenyê kirin. Li vê derê nexweşiya wê cardin nebaş dibe.”
'JI 40 KÎLOYAN DAKET 37 KÎLOYAN’
Surer, di dawiya axaftina xwe de cih da nameya Demîr a ji ÎHD’ê re şandî û wiha: “Ez li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê dimîn e. Ligel nexweşiya min bi rîngê ez anîm vê girtîgehê. Di dema sîrgonê de êrîş, derp û îşkence li min kirin. Ji roja hatim vir û şûn de gardiyan û leşker tim heqaret û dijûnan li min dikin. Êrîşên derûnî li min dikin.” Surer, destnîşan kir ku Demîr niha ji necarî mama vedixe. Ji 40 kîloyî, daketiye 37 kîlo. Em dixwazin Seyran Demîr di derfetên baş de bê dermankirin. Ji ber vê em bang dikin ku bê berdan.”
Daxuyanî bi berz kirina dirûşman bi dawî bû.