RIHA - Mahmut Ongor piştî hat girtin, bi hinceta "beşeke îfadeya wî maye" ew careke din ji girtîgehê birin TEM'ê. Kekê Ongor diyar kir ku îşkenceyên dijwar li birayê wî kirine û serî li ÎHD'ê da. ÎHD'ê destnîşan kir ku wan bi rêya parêzeran bi Ongor re hevdîtin pêk anîne, îdiayên îşkenceyê piştrast kirin.
Welatiyê bi navê Mahmut Ongor di 12'ê Mijdarê de li Rihayê hat binçavkirin, 11 rojan di bin çavan de ma û di 23'yê Mijdarê de ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. Di 28'ê Mijdarê de bi hinceta "beşeke îfadeya wî maye" ew careke din birin Şaxa TEM'ê. Kekê Ongor destnîşan kir ku îşkence li birayê wî kirine û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê da. Kekê Ongor parêzer Îlhan Ongor di heman demê de Hevserokê ÎHD'a Edeneyê ye, da zanîn ku birayê wî di bin çavan de îşkence dîtiye.
'HEMÛ RÊBAZÊN ÎŞKENCEYÊ XEBITANDIN'
Parêzerê Ongor Mikaîl Yavuz jî piştî serlêdanê li Şaxa ÎHD'a Rihayê daxuyaniya da çapemeniyê û aşkera kir ku kekê Mahmut Ongor Îlhan Ongor bi birayê xwe re hevdîtin pêk aniye û ev tişt anî ziman: "Ongor di 12'ê Mijdarê de hatiye binçavkirin û 3 rojan agahî nedane malbata wî. Îşkence lê kirine. Piştî 11 rojan di bin çavan de tê girtin, dibin girtîgehê. Di 28'ê Mijdarê de polîsên TEM'ê bi hinceta 'beşeke îfadeya wî maye', wî dibin TEM'ê. Birayê wî piştî pêre hevdîtin kir, aşkera kir ku îşkence lê kirine û ceryan danê. Li gel wê gelek lê dane û nikare destê xwe yê çepê bilipitîne. Difina wî bûye birîn, ev jî dide nîşan ku ceryan danê û îşkence lê kirine."
'SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NEKIRIN'
Yavuz diyar kir ku wan wekî komele îdia lêkolîn kirine û parêzerên endamên komeleyê bi Mahmut Ongor re hevdîtin pêk anîne û îdiayên îşkenceyê rastin. Yavuz got ku "Li ser vê me serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê da û serlêdana sûc kir" û ev tişt got: " Me bi dozgerê dosyayê re hevdîtin kir, dozger got ku 'haya min jê heye, ew kes rakirine nexweşxaneyê û ji bo raporê bidinê min ferman da hêzên ewlehiyê.' Lê di hevdîtina bi Ongor hat kirin de, aşkera dike ku ew nebirine nexweşxaneyê."
Yavuz destnîşan kir ku Ongor ê îşkence lê hatiye kirin, divê demildest li nexweşxaneyekê bê dermankirin û ji Serdozgerê Komarê jî xwest ku der barê berpirsyarên îşkenceyê de lêpirsînê bide destpêkirin.
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Birayê Ongor Îlhan Ongor jî anî ziman ku ew hem wekî parêzer û hem jî wekî parastvanên mafên mirovan, mexdûr û şahidê îşkenceyê ne. Ongor piştrast kir ku berê polîsên cemaetê bi kûmpasan îfade digirtin, îro îşkenceyên salên 90'î di dewrê de ne û ev tişt anî ziman: "Tespîtkirina van îşkenceyan ne tenê der barê Mahmut Ongor de ye. Bi salan e hem di bin çavan de û hem jî di girtîgehan de îşkence li girtî û welatiyan tê kirin. Em wekî parastvanên mafên mirovan em ê vê rewşê bişopînin."