Desteya Ziman a Baroya Amedê: Em êrîşên li dijî zimanê kurdî şermezar dikin

  • rojane
  • 17:01 18 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Parêzer Eyup Aydenîz di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li dijî kurdan û got: “Em dixwazin siyasetmedar dest ji zimanê dubendiyê berdin.” 

Baroya Amedê di hefteya 198’emîn de ji bo kujerên Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 2015’an de li Sûrê hat kuştin bên darizandin û bûyer were ronîkirin li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn. Baroyê di çalakiyê vê hefteyê de bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li dijî welatiyên kurd ku bi kurmancî axivîn pêk hatin. 
 
Beriya daxuyanî bê dayîn Serokê Baroyê Cîhan Aydin da zanîn ku di lêpirsîna Tahîr Elçî de tu pêşketin pêk nehatiye û ev yek wan matmayî dihêle û vê yekê wek şerma daraza Tirkiyê pênase kir. Aydin anî ziman ku bêdengkirina çekan wan kêfxweş kiriye û got: “Aştiya herî nebaş ji şerê herî qenctir baştir e. Ji bo me meseleya bingehîn mafê jiyanê ye.”
 
Piştî axaftina Aydin, Endamê Desteya Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê parêzer Eyup Aydenîz jî daxuyaniya bi kurdî xwend. 
 
Daxuyaniya ji aliyê Aydenîz ve hat xwendin wiha ye: 
 
"Berî her tiştî em wek şagirt û şopîngerê rîya wî ya heqîqetê,  mamosteyê xwe serokê Baroya Amedê Şehîd Tahîr Elçî bi rêzdarî bi bîr tinin. Bila kujerên wî zanibun kû, ne kû 198 hefte heta serê dinê dadmendekî kurd hebe dê wî bi rêzdarî bîr bîne û rêça wî de dê bimeşe. Nemir Tehîr Elçî ji bo tevahîyê kurdên dadnas re rûmeteki mezin bû. Hêvî dikim ev rûmeta kû bi mal û statuyê dinê nayê stendin wi ji me re hêşt, em jî karibin ji nebîyê xwe re bihêlin.
 
 ÊRÎŞÊN LI SER ZIMANÊ KURMANCÎ ŞERMEZAR KIRIN 
 
Endamên çapemenîyê ê hêja, wekî hun jî dizanin li Adapazarê ciwanekî kurd  ji alî  nîjadperestan hate qetilkirin. Dîsa pazdê cotmehê de li bajerê Çanakkalê kalê heftê û çar salî bi navê Ekrem Yaşli li nexweşxanê, ji ber kû bi hevsera xwe re bi kurdî diaxife rastî heman êrîşî hat û birîndar bû. Em ser navê baroya amedê bi malbata Şîrîn Tosun re ketin têkilîye û me xvest kû derheqê vê êrîşa qirêj de we jî agahdar bikin.
 
Şîrîn Tosun bi tevî bîst kedkarî ji bo xebatê, ji bajarê Amedê navçeya Pîranê wekî salên borî  çûne Adpazarê ji bona komkirina findiqan. Di nav bîst kesan de ji bilî ciwanan; jin, kal û zarok jî hebûne. Ew bîst kes di nava gellek zor û zehmetîya de bi pereyekî bê qîmet be jî, ji bo kû debara xwe bikin xebitîne. Ev kedkarê kû çûne ji bona debara xwe bikin her çiqas nexwestine vala bimînin jî, rojên kû şilî hebûye nikaribûne bixebitin û yevmîyeyê van jî nehatîye dayîn. Roja bîst û yekê gelewêja îsalin de dîsa baran barîye û ji ber vê yekê xebatkar betal mane. Ji ber kû ew roj kar tunebûye du ciwan, Mahsun Zere, Şîrîn  Tosun,  derketine sûka bajêr a Adapazarê. Piştî gera sûka bajêr ji bo vegera cîhê kar dikevin rê. Dema kû êvarê vegerîyan wargeha xwe, li rawestgeha otobosa kû peya dibin, otobusa Amedê dibînin û destê xwe ji wê otobosê ra dihejînin û kêfxweşîya xwe ji wan re nîşan didin. Wê çaxê 5 kesên faşîst wan dibînin û êrîşî ser wan dikin. Di vê êrîşa kambax de sed heyf û mixabin ciwanê bi navê Şîrîn Tosun bi demençeyê di serê xwe de bi giranî birîndar dibe û piştî 50 rojên zor û zehmet roja yanzdehê cotmeha îsalîn de jiyan a xwe ji dest dide. Dema ku ev herdû ciwanên kurd rastî vê êrîşê tên, hemû kedkar ji wê derê radibin û bê çare berê xwe didin welatên xwe. Ne pereyê wan kedkara tê dayîn û nejî kes xwedî li wan derdikeve. Em jî li vir malbata wî re sersaxîye dixwazin û em dibêjin em ê li pey şopa heqîqetê bin.
 
BILA SIYASETMEDAR DEST JI SIYASETA XWÎN RIJANDINÊ BERDIN
 
Ev du êrîşên nîjadperest jî, her çıqas ji alî kesên faşist ve pêk bê jî, em karin bêjin rayedarên devletê jî buyerên wusa de qasê van êrîşkeran berpirsîyare. Ji ber kû ev êrîşkarên faşist vê hêzê, ji siyasetmedar û rayedarên devletê digrin. Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê bila dev ji gotina kû gela dikin dijminê hev terkeser bikin.  Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê kû desthilatdariya xwe bi xwin rijandinê û bi dijminatîya mirovahîye ser pîyan dihêlin bila terk bikin. Bila di pişt derîyan de rê nedin van kujeran û zîhnîyeta xwe ya faşist bi xwîna mezlûma xweyi nekin.
 
EM Ê LI PEY ŞOPA HEQÎQETÊ BIN 
 
Lê em wek  endamê Baroya Amedê, em ê her tim li pey şopa heqîqetê, doza dad û azadiyê biparêzên.. Sed sale nijadperesta bi polîtîqayên bişaftinê, bi qedexekirina axaftin û xwendinê, xwestin kû kurda û zimanê wan tune bikin. Ev jî têra wan nekir, rabûn serê siyasetmedar û dadmendê kurdan hunda kirin. Lê îro jî van êrîşên bi vî rengî nîşan didin kû hê jî ev zîhnîyeta tunekirinê ser piyane û hê jî didome. Hê jî ev zîhnîyet, ji xwe wêdatir kesê qebûl nake, bi rêzdarî nikare nêzikî tu zimanî û qewmekî be. Bihesibînin dikarê kesekî jibo kû kurdî diaxife bikuje, karê serê kalekî biperçiqîne û ji vê tiştî şevq bigre.
 
EM LI DIJÎ ÊRÎŞÊN SER KURDÎ SEKNEK XURT NÎŞAN BIDIN
 
Em wek endamên Baroya Amedê bang li rayedarên dewletê dikin; keremkin mêzekin vê civakê we hanî vê revşê. Êdî hun dikarın pesnê xwe bi van êrîşkarên kû di sedsala 21’emîn de dikare keseki jibo kurdi diaxife bikuje bidin.Êdî roj tuneye ku kurdekî di bajarên rojavayê Turkîyê û anatoliya navîn de ji ber ku kurdî diaxife lêdan nexwe anjî neyê kuştinê. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên hiquqnasan dikin; hewceye kû em bi hevre li hember van êrîşên kû ser hebûna kurda û zimanê kurda pêk tê seknekî xurt nîşan bidin. Em parêzerên  kurd dîsa dibêjin; zordestî û neheqî li kî be ferk nake, emê li hemberî wê bêedeletîyê di şopa heqiqetêda doza wekhevî û azadîyê biparêzên.”
 
Parêzeran piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 

Sernavên din

19/10/2019
09:19 QSD'ê nasnameya kujerê Hevrîn Xelef aşkera kir
09:14 Li navçeyên li sînor rewşa perwerdehiyê
09:13 Taşdemîr: AKP, bûye partiyeke ku sûcan dike
09:13 Kalê 74 salî du neviyên xwe îstismar kir
09:12 Hiqûqnas: Gotinên Feyzîoglû li Nisêbînê pêk hatine
09:11 'Bila ji girtîgehan darbest dernekevin'
09:10 Neviyê Şêx Seîd: Li hemberî êrîşan îbadeta herî mezin serîrakirin e
09:10 Derbara hevşaredarên Panosê de lêpirsîn
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2019'AN
08:51 MSD: Enqereyê lihevkirin binpê kir
08:35 Rojnameger Çaksu: Heta niha tu agirbest li Serêkaniyê tune ye
18/10/2019
20:28 Pisporê çekên kîmyewî: Fosfata spî çekeke pir talûke ye
19:43 Rêveberiya Xweser: Em ê li gor peymana agirbestê tev bigerin
18:39 Rojnameger Çaksû: Êrîşî nexweşxaneyê dikin ji 3 milan de êrîş didomin
18:09 Serokê Konseya YE'yê Tûsk: Ev ne agirbest e, bi vê tê xwestin kurd çekê deynin
17:01 Desteya Ziman a Baroya Amedê: Em êrîşên li dijî zimanê kurdî şermezar dikin
17:00 Merkel Macron û Johnson bi Erdogan tên gel hev
16:48 KNK'ê di 19'emîn Civata Giştî de li dijî êrişan banga yekîtiya Kurdistaniyan kir
16:41 Buldan û Temellî ji bo Serêkaniyê banga ‘lezgîn’ kirin
16:15 Serokkomarê Çekyayê: Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike
15:49 Polîs gef li parlementer xwar: Ger pêwîst bike ezê lêxim
15:48 Ji sedî 91'ê almanan li dijî firotan çekan a ji bo Tirkiyeyê ne
15:42 Ozen: Agirbest çareseriya mayînde nîne
15:10 ‘Li şûna şer bila rojên bi aştî û xweş mayînde bibin’
15:10 Siyasedmedar: Li hundir qeyûm li derve dagirkerî didome
14:56 Berdevka HDK’ê Koçyigît bertek nîşanî qeyûm da: Rûyê nû yê faşîzmê ye
14:45 Erdogan: Dê hêzên me heta 120 saetan qadê terk nekin
14:40 Li gel êrîşan sewqiyata eskerî jî didome
14:27 Xelîl: Êrîşên li ser karwana sivîlan û nexweşxaneyê didome
14:24 Fermandariya QSD’ê ya Serêkaniyê: Tirkiye agirbestê bin pê dike
14:19 Midurê dibistanê li mamosteyên Egîtîm Senê xist
14:09 SES: Şer ne lîstika ku di televîzyonan de bê temaşekirin e
14:05 Dapîra Yurek ê 12 carin tê binçavkirin: Hîna ew zarok e
13:35 Qeyûm bi srûda Îstîklalê ket Şaredariya Colemêrgê
13:24 Dema binçavkirina hevşaredarên Erdîşê hat dirêjkirin
13:21 Temellî li Wanê ye: Polîs destûr nadin em daxuyaniyê bidin
13:14 Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Bîrecîkê binçav kirin
12:55 Kûbîlay: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve
12:36 Polisan li Amedê 5 kes binçav kirin
12:07 Lavrov: Divê pirsgirêka kurd bi diyalogê bê çareserkirin
12:02 Rêxistina Efûyê: Tirkiye û komên wê sûcê şer kir
11:53 Mitînga HDP’ê ya li Enqereyê hat qedexekirin
11:49 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:43 Semra Guzel: Polîsan lastîkê otobusa me kelemçe kirin û binçav kir
11:17 Omer Ocalan: Ji bo kurdan dema yekitiyê ye
11:01 Gelo Bayram Ekîncî piştî bi saxî hat girtin kuştin?
10:30 Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne
10:29 ‘Şer li ser zarokan rê li ber travmayek mayînde vidike’
10:19 Baş: CHP her demê dibe pişteka AKP’ê
10:18 Mamosteyên nûçegihanê ÎHA’yê giliyê wan kir ji kar hatin dûr xistin
10:05 Trûmp: Min destûr da ku şer bikin
09:48 Qeyûm tayînî Şaredariyên Colemêrg, Gever û Nisêbînê kirin
09:46 Hatîmogûllari: Heke şer tunebe gelo çima bernameyên me tên astengkirin
09:36 Qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin
09:30 Li Wanê li dijî eskeran êrîşa çekdarî: Çawîşekî pispor mir
09:17 Nerazîbûnên dayikan ên ji bo êrîşên Tirkiyeyê: Dem dema berxwedanê ye
09:17 Ji ber silav da hevalê xwe, derbarê wî de lêpirsîn dan destpêkirin
09:15 Civaknas Dogan: Kesên li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê bêdeng dimînin şirîkê sûc in
09:14 Nerazîbûna dengbêjan a ji bo şer: Em dengê xwe bilind bikin
09:13 Dayikên Aştiyê: 'Kaniya Aştiyê', bûye kaniya xwînê
09:12 Derhênerê îranî Bangîn: Şer salekê bidome, wê nefret sed salî bidome
09:12 Gunay: Wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî bi ser bikevin
09:11 Ji ber bi kurdî axivî hat kuştin, lê îfadeya malbata wî jî nehat girtin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2019'AN
17/10/2019
22:59 Mazlûm Ebdî: Agirbest ji bo Serêkaniyê û Girê Spî ye, em jî qebûl dikin
22:33 Aldar Xelîl: Hîn jî êrîş didomin
21:04 Pence: Tirkiye û DYA'yê ji bo agirbestê li hev kirine
20:34 Hevşaredarên Geverê jî hatin girtin
20:27 Hevşaredarên Nisêbînê hatin girtin
20:19 Malbata şîna zarokên xwe yên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan danîn
19:33 Foza Yûsif: Divê gelê me îşev li ser piyan be
19:15 Jinên ji Silêmaniyê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
18:58 Pombeo: Sedema aloziyê Erdogan e
17:56 QSD'ê dest dan ser nasnameyên leşkeran
17:22 Polîsan li Îzmîrê mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir
17:16 Esad: Em ê bersivê bidin êrîşên Tirkiyê
17:08 Hat angaştin ku li Licê eskeran di serdegirtina malê de kesek înfaz kirine
16:49 Partiya Şoreşger: Em ji hemû piştgirên şer re bibêjin na
16:47 Serokê Giştî yê KKP’ê Çîftyurek hat berdan
16:29 ‘Ev dagirkirina tunekirina kurdan e’
16:15 Hevdîtina Erdogan û Pence dest pê kir
16:15 Li qereqola ser sînor li dû hev teqîn pêk hat
15:57 Xelkê Helebce: Çarenivîsa dewleta Erdogan û Baas wê yek be
15:39 Dema binçavkirina 24 siyasetmedaran carek din hat dirêjkirin
15:37 ‘Daxwaza aştiyê maf e'
15:31 Îmîr: Topên hewanê ji qereqola sînor avêtine gund
15:03 Rûsya: Tirkiyeyê rageşiyê bilind kir
14:48 Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman hat girtin
14:43 ‘Aştî xwestin ne sûce’
14:37 Ayetullah Aşitî: CHP jî operasyonê rast nabîne
14:36 Parlamenterên jin ên HDP'ê bi nisêbîniyan re hatin gel hev
14:35 Jinên li Edenê bertek nîşanî operasyonê dan
14:12 QSD’ê bi ser kampa Eyn Îsayê ya DAIŞ’ê de girt
13:27 Li Mêrdînê qedexeya mehekê hat îlankirin
13:26 Êrîşên li dijî Serêkaniyê li TÎGEM’ê tên kordînekirin
13:20 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 KCD: Şer pirsgirêka hemû kesan e
13:01 Riha veguherî qada eskerî
12:52 Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi vî şerî re mirovahî dimire
12:27 KKP: Em ê ji tundiyan re serê xwe netewînin