Desteya Ziman a Baroya Amedê: Em êrîşên li dijî zimanê kurdî şermezar dikin 2019-10-18 17:01:37 AMED – Parêzer Eyup Aydenîz di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li dijî kurdan û got: “Em dixwazin siyasetmedar dest ji zimanê dubendiyê berdin.”  Baroya Amedê di hefteya 198’emîn de ji bo kujerên Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 2015’an de li Sûrê hat kuştin bên darizandin û bûyer were ronîkirin li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn. Baroyê di çalakiyê vê hefteyê de bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li dijî welatiyên kurd ku bi kurmancî axivîn pêk hatin.    Beriya daxuyanî bê dayîn Serokê Baroyê Cîhan Aydin da zanîn ku di lêpirsîna Tahîr Elçî de tu pêşketin pêk nehatiye û ev yek wan matmayî dihêle û vê yekê wek şerma daraza Tirkiyê pênase kir. Aydin anî ziman ku bêdengkirina çekan wan kêfxweş kiriye û got: “Aştiya herî nebaş ji şerê herî qenctir baştir e. Ji bo me meseleya bingehîn mafê jiyanê ye.”   Piştî axaftina Aydin, Endamê Desteya Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê parêzer Eyup Aydenîz jî daxuyaniya bi kurdî xwend.    Daxuyaniya ji aliyê Aydenîz ve hat xwendin wiha ye:    "Berî her tiştî em wek şagirt û şopîngerê rîya wî ya heqîqetê,  mamosteyê xwe serokê Baroya Amedê Şehîd Tahîr Elçî bi rêzdarî bi bîr tinin. Bila kujerên wî zanibun kû, ne kû 198 hefte heta serê dinê dadmendekî kurd hebe dê wî bi rêzdarî bîr bîne û rêça wî de dê bimeşe. Nemir Tehîr Elçî ji bo tevahîyê kurdên dadnas re rûmeteki mezin bû. Hêvî dikim ev rûmeta kû bi mal û statuyê dinê nayê stendin wi ji me re hêşt, em jî karibin ji nebîyê xwe re bihêlin.    ÊRÎŞÊN LI SER ZIMANÊ KURMANCÎ ŞERMEZAR KIRIN    Endamên çapemenîyê ê hêja, wekî hun jî dizanin li Adapazarê ciwanekî kurd  ji alî  nîjadperestan hate qetilkirin. Dîsa pazdê cotmehê de li bajerê Çanakkalê kalê heftê û çar salî bi navê Ekrem Yaşli li nexweşxanê, ji ber kû bi hevsera xwe re bi kurdî diaxife rastî heman êrîşî hat û birîndar bû. Em ser navê baroya amedê bi malbata Şîrîn Tosun re ketin têkilîye û me xvest kû derheqê vê êrîşa qirêj de we jî agahdar bikin.   Şîrîn Tosun bi tevî bîst kedkarî ji bo xebatê, ji bajarê Amedê navçeya Pîranê wekî salên borî  çûne Adpazarê ji bona komkirina findiqan. Di nav bîst kesan de ji bilî ciwanan; jin, kal û zarok jî hebûne. Ew bîst kes di nava gellek zor û zehmetîya de bi pereyekî bê qîmet be jî, ji bo kû debara xwe bikin xebitîne. Ev kedkarê kû çûne ji bona debara xwe bikin her çiqas nexwestine vala bimînin jî, rojên kû şilî hebûye nikaribûne bixebitin û yevmîyeyê van jî nehatîye dayîn. Roja bîst û yekê gelewêja îsalin de dîsa baran barîye û ji ber vê yekê xebatkar betal mane. Ji ber kû ew roj kar tunebûye du ciwan, Mahsun Zere, Şîrîn  Tosun,  derketine sûka bajêr a Adapazarê. Piştî gera sûka bajêr ji bo vegera cîhê kar dikevin rê. Dema kû êvarê vegerîyan wargeha xwe, li rawestgeha otobosa kû peya dibin, otobusa Amedê dibînin û destê xwe ji wê otobosê ra dihejînin û kêfxweşîya xwe ji wan re nîşan didin. Wê çaxê 5 kesên faşîst wan dibînin û êrîşî ser wan dikin. Di vê êrîşa kambax de sed heyf û mixabin ciwanê bi navê Şîrîn Tosun bi demençeyê di serê xwe de bi giranî birîndar dibe û piştî 50 rojên zor û zehmet roja yanzdehê cotmeha îsalîn de jiyan a xwe ji dest dide. Dema ku ev herdû ciwanên kurd rastî vê êrîşê tên, hemû kedkar ji wê derê radibin û bê çare berê xwe didin welatên xwe. Ne pereyê wan kedkara tê dayîn û nejî kes xwedî li wan derdikeve. Em jî li vir malbata wî re sersaxîye dixwazin û em dibêjin em ê li pey şopa heqîqetê bin.   BILA SIYASETMEDAR DEST JI SIYASETA XWÎN RIJANDINÊ BERDIN   Ev du êrîşên nîjadperest jî, her çıqas ji alî kesên faşist ve pêk bê jî, em karin bêjin rayedarên devletê jî buyerên wusa de qasê van êrîşkeran berpirsîyare. Ji ber kû ev êrîşkarên faşist vê hêzê, ji siyasetmedar û rayedarên devletê digrin. Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê bila dev ji gotina kû gela dikin dijminê hev terkeser bikin.  Ew siyasetmedar û rayedarên dewletê kû desthilatdariya xwe bi xwin rijandinê û bi dijminatîya mirovahîye ser pîyan dihêlin bila terk bikin. Bila di pişt derîyan de rê nedin van kujeran û zîhnîyeta xwe ya faşist bi xwîna mezlûma xweyi nekin.   EM Ê LI PEY ŞOPA HEQÎQETÊ BIN    Lê em wek  endamê Baroya Amedê, em ê her tim li pey şopa heqîqetê, doza dad û azadiyê biparêzên.. Sed sale nijadperesta bi polîtîqayên bişaftinê, bi qedexekirina axaftin û xwendinê, xwestin kû kurda û zimanê wan tune bikin. Ev jî têra wan nekir, rabûn serê siyasetmedar û dadmendê kurdan hunda kirin. Lê îro jî van êrîşên bi vî rengî nîşan didin kû hê jî ev zîhnîyeta tunekirinê ser piyane û hê jî didome. Hê jî ev zîhnîyet, ji xwe wêdatir kesê qebûl nake, bi rêzdarî nikare nêzikî tu zimanî û qewmekî be. Bihesibînin dikarê kesekî jibo kû kurdî diaxife bikuje, karê serê kalekî biperçiqîne û ji vê tiştî şevq bigre.   EM LI DIJÎ ÊRÎŞÊN SER KURDÎ SEKNEK XURT NÎŞAN BIDIN   Em wek endamên Baroya Amedê bang li rayedarên dewletê dikin; keremkin mêzekin vê civakê we hanî vê revşê. Êdî hun dikarın pesnê xwe bi van êrîşkarên kû di sedsala 21’emîn de dikare keseki jibo kurdi diaxife bikuje bidin.Êdî roj tuneye ku kurdekî di bajarên rojavayê Turkîyê û anatoliya navîn de ji ber ku kurdî diaxife lêdan nexwe anjî neyê kuştinê. Em jî li vir bang li hemû sazî û rêxistinên hiquqnasan dikin; hewceye kû em bi hevre li hember van êrîşên kû ser hebûna kurda û zimanê kurda pêk tê seknekî xurt nîşan bidin. Em parêzerên  kurd dîsa dibêjin; zordestî û neheqî li kî be ferk nake, emê li hemberî wê bêedeletîyê di şopa heqiqetêda doza wekhevî û azadîyê biparêzên.”   Parêzeran piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.