STENBOL – Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kirin û diyar kirin ku ew destûr nadin ferzkirina cilên yek tîp û şikandina vîna girtiyan.
Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê, bi armanca avakirina platforma xwe îlan bike li pêş Lîseya Galatasarayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê" vekirin û dowîzên "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Bila zindan xera bibin ji girtiyan re azadî" û "Em cilên yek tîpî li xwe nakin" rakirin.
Endama Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê Fatma Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku piştî OHAL'ê û şûnde li ser her aliyên civakê zext zêde bûne. Yildirim, anî ziman ku hemû mafên hatine bi destxistin rastî êrîşan tên û wiha got: "Girtiyên nexweş rastî sirgûnê tên. Nayên dermankirin. Dermanên wan nadin wan. Li ser girtiyan jimara leşkerî ya nîzamî ferz dikin. Disa li ser wan nasnameyê û cilên yek reng ferz dike. Bi her awayi zexten li ser girtiyan zêde bûye. Girtî di bin tecrîda giran de dijîn. Pirtûk li wan tên qedexekirin. Ragihandin li wan tê qedexekirin."
Yildirim, destnîşan kir ku heri zêde "cilên yek rengî" li ser girtiyan ferz dikin û wiha bi dawî kir: “Bi vê ferzkirina cilên yek tîp vîna girtiyan tune dihesibinin. Êrîşa li dijî vîn û baweriya girtiyan e. Ev feraseta çanda yek ziman, yek al, yek dewlet û yek bawerî ye. Ev feraset nayê qebûl kirin. Em dê bi têkoşîna xwe li dijî vê yekê derkevin û em vê yekê qebûl nakin. Em tenê têkoşîne li ser pişta girtiyan nahêlin û em dê li derve têkoşînê bilind bikin. Ji ber vê yekê me Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava kir. Divê her kes li dî vê ferzkirina Yek Tîpê dengê xwe bilind bike.
Platformê bi dirûşmeya "Ji yek tîpê re na" berz kirin.