STENBOL - Rojnameya Ozgur Ulke piştî avahiya wê hat bombekirin rojek şûnde bi surmanşeta "Ulke'ne sahip çık! (Li Welatê xwe xwedî derkeve)" hat çapkirin. Xebatkara Rojnameyê Gulsen Yuksel 23 sal berê dema rojname belav dikir û banga "Li welat xwedî derkeve" dikir wêneyê wê hatibû kişandin. Ew wêne û manşet hêj zîndî ye. Yuksel behsa wê rojê kir û got: "Em yekemîn bûn, Tekane bûn û bi tenê bûn."
Rojnameya Ozgur Ulke 23 sal berê rastî êrîşên bombeyî hatin. Li dijî avahiya navendê û 2 buroyên wê êrîş pêk hatin. Sibê di ser êrîşên li dijî avahiyên rojnameyê re 23 sal derbas dibin. Ozgur Ulke, bi fermana Serokwezîra demê Tansu Çîller û Saziya Ewlehiya Giştî (MGK) hatibû bombekirin. Çanda çapemeniya azad di sala 1990’an de bi rojnameya Yenî Ulek ku heftane derdiçû destpê kir. Ev kerwanê ku bi derketina Ozgur Gundemê di sala 1992’an de berdewam kir li rexmê hemû polîtîkayên tûndî, çewisandin, qetilkirin û bombe kirinê mezin bû gihişte van rojan. Ozgur Ulke ku di sala 1994’an de çanda çapemeniya azad dewir girt avahiya wê ya navendî a li Kadirga Stenbolê li gel buruya Cagaloglu û buruya li Enqereyê di şeva 3’ê Kanûnê de hemwext hatin bombe kirin. Di encama bombe kirinê de Ersîn Yildiz yê ku di rojnamê de di xebitî, jiyana xwe ji dest dabû. Di êrişê de gelek xebatkarên rojnamê birîndar bûn û avahiya rojnamê êdî bi kêr karanînê ne hat. Xebatkarên çapemeniya azad piştî bombe kirinê bê rawestan ji bo rojnameya ku roja piştî wê derbikeve milên xwe hildan. 23 sal derbas bûn, lê hêj faîlên van êrişan ne hatine lêpirsîn kirin û nehatin ronîkirin. Piştre bi belgeyan derket holê ku bi fermana Tansu Çîlerê pêk hatiye.
76 XEBATKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD HATIN KUŞTIN
Piştî avahiya Rojnameyê hat bombekirin, Rojnameya Ozgur Ulke roja piştî wê bi manşeta “Ev agire dê we jî bi şewitîne” derket. Hefteylek şûnde jî komek rojnameger çalakî peik anîn û dengê xwe bilind kirin. Ji sala 1990’an heya niha herî kêm 76 xebatkarên çapemeniya Kurd hatin qetil kirin. Ji gel vê bi dehan rojname bi sed caran hate girtin. Xebatkara Rojnameya Ozgur Ulke ya rojnabeya bi surmanşeta "Ulkene Sahip Çik! (Li welatê xwe xwedî derkevin)" bilind kir û wêneşê wê hat kişandin behsa rewşa 23 sal berê kir. Gulsen Yuksel, behsa wê rojê kir.
‘DERÎ TUNE BÛ'
Yuksel, destnişan kir ku wan bi gotina "Dê dem bê dewran bizîvire" û wiha got: “Ew wê rojê ji ber dem derengtir çûbûm rojnameyê. Ez êvarî li Bakirkoyê bi hevalê xwe re mabûm. Bi rastî jî rêwîtiya trênê gelek xweş bû. Rojek ku stresa nûçeyan tune bû. Li tenişta avahiya rojnameyê bufeyek hebû. Min ji bo taştî hin tişt ji xwe re stendibûn. Dema ez ji bufeyê deketim û çûm rojnameyê, min serê xwe rakir min derî nedît. Ji ber ku derî tune bû. Rewşek pir ecêb bû. Ji ber ku avahî jî tune bû. Avahiya mezin firandibûn hewa. Hevalekî me bi dengekî pir aram got 'Bi şev bombe kirin'. Min di dilê xwe de got 'Hemû kesên di avahiyê de mirine' Dema got her kes li Buroya rojnameya Atilimê ne, bêhna min hat ber min. Dema ez ji avahiyê dûr ketim û min li avahiyê nerî, min dît avahî reş bûye.
‘MIN QET C-4 JI BÎR NEKIR'
Yuksel, anî ziman ku Karê Nivîsê ji bo ku rojname bê çapkirin ji her kesî nivîsek xwest û wiha berdewam kir: “Ez fikirîm ku di rewşek wisa de çi tê nivîsîn? em derbasî ser kompîtûrê bûn. 3- 4 rûpel bûya jî diviya bû rojname bihata çapkirin. Ev biryarek gelek muhîm bû.
Dema min nivîsî min pirsî û ez fêr bûm ku cureyê bombeyê ‘C-4’ e. Di salên piştre jî dema hin kesan hin cih bombe dikirin dîsa di nûçeyên rojnameyan de C-4. derket pêşberî me. Sal derbas bûn. Ez bûm dayik. Min qet C-4 ji bîr nekir. Hemû kesên li wir kar dikirin dizanîbûn ku li Stenbolê bi tenê ne. Lê me tu kesî nizabîbû ku di nava Stenbolê de dê avahiya rojnameyê bê bombekirin. "
'EW AGIRÊ WÊ ROJÊ ÎRO CANÊ HER KESÎ DIŞEWITÎNE'
Yuksel bal kişand ser rojnameya roja din bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" û wiha got: “Ew manşet di wê germahiyê de hat aqilê kê ez nizanim. Dibe ku çend kesan bi hevre jî biryar da. Ji xwe kes ne li bendê bû rojname roja din bê çapkirin û bigêje xwînerê xwe. Hestek pir cuda bû. Roja piştî wê rojname bi manşeta "Dibe ku wê rojê ew agir ji bo canê kurdan bişewitîne hatibû pêxistin. Lê îro ew agir her kesî dişewitîne. Ew agirê wê rojê îro her kesî dişewitîne. Li Tirkiye mal û malbatên bê êş neman. Xwezî wî agirî kes neşewitandibûya. 20 sal berê me ji bo kêmaran sernavê ‘Dest nede hevalê min' avêtibû rojnameyê. Kampanya ÎHD'ê bû. Lê mixabin îro heta zarokên biçûk jî tên kuştin û dest dirêjî her kesî dikin. Demokrasî çandek e. Li mal, li kolanê, li dikanê û li bazarê zimanekî din jî pêwist e. Wekhevî ji bo her kesî divê. Yên bêjin 'bila her tişt ji min re be' bi xwe re xerabiyê çê dike. Xerabî xerabiyê ava dike. "
‘HER CARA KU LI WÎ WÊNEYÎ DINERIM DIÊŞIM'
Yuksel, bal kişand ser wêneyê xwe yê di destê wê de rojnameya "Ulkene salip çik!" yê li ber avahiya bûye xwelî kişandiye û wiha got: "Min li ser israra wênekêşê Alman Wolfgang wêne kişand. 23 sal derbas bûn. Dema em çûn nûçeyê Wolfgang ket pey me. Wênekêşekî bilind û zer bû. Her derê wî rewşa wênekêşan nîşan dida. Me bi çend peyvan hev fam dikir. Roja ku wêneyê me kişand em çûn li avahiya hatiye şewitandin binerin. Em ketin avahiyê. Her der xera bûbû. Em bi zorê derketin qadê duyemîn. Her der bûbû komir. Hundirê avahiyê reş bûbû. Piştre Wolfgang rojname xist destê min û wêne kişand. Ew bi awayekî xwezayî li pey wêne bû. Lê em hêj di şowa wê bûyera tirsnak de bûn. Hevalê me yê di ragihandinêde dixebitî Ersin jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber wê min nexwest ez di rewşek wisa de pos bidim. Min qet ji tiştê wisa hez nedikir. Ez demek pir kurd wisa sekinîm. Lê niha ez dibêjim baş e ku wê demê wisa israr kir. Ew dîmen bû nîşeyek ji dîrokê. Êdî ew wêne bûye dane û belgeyek. Lê ez dibêjim xwezî piştî wê xerakirinê hêrs û xerakirinek din tunebûya. Ew wêneyê ku min 23 sal berê kişandiye, keça min, hevalê min pir di ecibînin. Lê her ku ez wî ‘poz’î dibînim êş û xemgîniyê dide min. Ez dibêjim xwezî li pişt wî wêneyî li şûna avahiya ku şewitî û mirov têde hatin kuştin zeviya peymûn û kulîlkan hebûya. Lê mixabin li Tirkiye êşên me dibin bembol. Tirkiye bûye bihişta wêneyên sembolên êşan. Di 23 salan de ew qas wêneyên ku mirovan diêşînin pir in, mirov nikare rêz bike." Lê niha di destê me de tenê ew wêne hene. "
‘EM YEKEM BÛN Û BI TENÊ BÛN'
Yuksel, destnîşan kir ji wê rojê heta niha gelek tişt hat guhertin û wiha lê zêde kir: "Wê rojê em yekem bûn. Yekane bûn û Bi tenê bûn. Lê niha em gelek in. Min wê demê bi dildarî dest bi rojnameyê kir. Ez bi komek mirovên wêrek û bi biryar re dixebitîm. Komek mirovên wêrek rojnameyek wisa çap dikirin. Di serdegirtinek rojnameyê de hemû xebatkarên rojnameyê hatibûn binçavkirin. Wê rojê ez ji bo piştgiriyê ji malê derketim. Min bi dildarî dest pê kiribû. Piştre min berdewam kir û sê salan xebitîm. Li dervê Stenbolê nûçegîhanan mirin dida ber çavê xwe û kar dikirin. Ne karekî ji rêzê bû. Li pêş avahiya Yenikapi her dem polîsek li heman cihî radiwestiya. Her dem ew polîs li wir bû. Di ba û baranê de her dem li wir bû. Lê dîsa salên xweş bû. Hem tirs hem kelecan hebû. Min rûpela dawî amade dikir. Dema ez diçûm mal, her dem wekî refleksekê min her dem li pişt xwe dinerî."
YÊN MAFDAR HER DEM BI SER DIKEVIN'
Raste wê demê dengê kurdan qut dikirin. Dixwestin kurdan bifetisînin. Niha jî naxwazin kes binivîsin, biaxivin û naxwazin kes dengê xwe bînin ziman. Niha hevalê Metîn Goktepe Ahmet Şik pir xweş diaxive. Min Metin pir baş nas dikir. Ciwanekî pir bi coş û kelecan bû. Ez dibêjim ji bo bê kuştin gelo çi xerabî kiriye. Ne pêkan e ku wî xerabî kiribe. Tenê sûcê wî ew bû ku li şûna di rojnameya Hurriyet û Milliyetê de di rojnameya muxalif de dixebitî. Niha xebatkarên Cumhuriyetê girtî ne. Ji ber wîcdanê Ahmet Şik bedeng nekirin ew girtin. Lê dibe ku ew girtin, bi milyonan hezkirinê wî zêde bûn. Niha bi sedan rojnamegerên têr û tije yên di medya kurd de dixebitin hene. Bi kuştinê xelas nekirin. Niha asteng dikin. Lê niha Twitter heye. Bi tu awayi nikarin asteng bikin. Êdî ew çi bikin jî nikarin xelas bikin. Em dibêjin her dem yên mafdar bin dê bi ser bikevin."
MA / Yasin Kobulan