MÊRSÎN - Li ser rêya Mêrsînê di kontrola rê de, welatiyê binavê Şahîn Çaglar ê cezayê wî hatibû erêkirin, hat binçavkirin.
Welatiyê binavê Şahîn Çaglar ê di otobuseke firmaya taybet de, ji Mêrsînê diçû Amedê, di dema polîsan rê kontrol dikirin de hat binçavkirin. Polîsan otobus di Ketina Otobana Herêma Serbest a Mêrsînê de rawestan û Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) kirin. Ji ber ku 4 sal cezayê girtîgehê yê Çaglar hatibû erêkirin, polîsna binçav kirin û birîn Qereqolan Polîsan a Karacîlyasê. Li bendêye ku Çaglar derxin dadgeha înfazê û bê girtin.