STENBOL – Rojnameger dê sibê li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê ya li Kadirgayê di salvegera 23’emîn de bomberankirinê şermazar bikin û Ersîn Yildiz bibîr bînin.
Rojnameger dê sibê li ber avahiya Rojnameya Ozgur Ulke ya di 3’ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat bombekirin di salvegera 23’emîn de bernameyek bîranînê li dar bixin. Li buroya Kadirga ya rojnameyê de 23 kes birîndar bûbûn û xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê 32 salî jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkarên berê yê rojnameyê jî di nav de dê gelek rojnameger beşdarî bîranînê bibin.
Bernameya bîranînê ku dê siyasetmedar jî beşdar bibin sibê saet di 12.00’an de li cihê hat bombekirin dê bê lidarxistin.