SERÊKANIYÊ - Rojnamegerên ku rewşên eniyên şer ên li bajarê Serêkaniyê dişopînin, piştrast kir ku bajar ji şev heta vê sibehê rastî êrîşên dijwar ên TSK'ê û komên girêdayî wê hatin. Rojnamegeran anîn ziman ku bi awayekî giran naxweşxaneya yekane ku birîndarên sivîl tedawî dike, hedef digire.
Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tang, top, balafirên şer di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 9'an de berdewam dike. Şer li Serêkaniyê bi giranî didome. Li Serêkaniyê ji 9’ê Cotmehê heta niha Rojnameger Ersîn Çaksu ji nava bajêr geşedanan dişopîne, piştrast kir ku TSK'ê û komên girêdayî wê, şeva berê bi hemû çekên giran û li rexê jî bombebaranên bi balafirên şer êrîş kirin.
Çaksu, da zanîn ku êrîşên şeva berê hedefgirtina nexweşxaneya yekane ya li bajêr a ku birîndarên sivîl derman dike da ku ji xizmetê derkeve û got: "Lê QSD bi hemû hêza xwe li hember êrîşan sekinî, êrîş têk birin û derbeyên giran li dijmin dan." Çaksu, da zanîn ku êrîş di 2 aliyan ve pêk hatin û ji vê sibehê ve şerekî dijwar li derdora bajêr li aliyên rojhilat û rojava rû dide."