Jinên Rihayî: Armanc, gelê kurd ji cih û warê wê kirin e

  • jin
  • 11:31 17 Cotmeh 2019
  • |
img

RIHA - Jinên Rihayî bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku ji wî aliyê sînor heya niha li dijî Tirkiyeyê tu êrîş pêk nehatine û gotin: “Armanc dikin ku gelê kurd ji cih û warê wê bikin.” 

 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 9’an de dewam dike. Jinên Rihayî bertek nîşanî êrîşan dan û xwest êrîş bên rawestandin. 
 
Hadle Ogur, têkoşîna gelê kurd a li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û wiha axivî: “Tekane armanca van êrîşan xwîna kurdan rijandine. Li ser rûyê erdê kurdek bi tenê jî bimînê wê têbikoş e. Berê jî li ser kurdan komkujî pêk anîn. îro jî dixwazin vê bikin. Ez raya giştî ya navneteweyî ji ber ku çavê xwe li komkujiyê digire şermezar dikin. Demildest divê ev şer bi dawî bive. Axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê teqez ne tehdîte. Bi van êrîşan armanc dikin ku gelê kurd ji cih û warê wê bikin.” 
 
'BERÊ DAÎŞ NIHA JÎ OSO’
 
Ogur, wiha dewam kir: “Di serdema Osmaniyan de, kurd ji cih û warê wê kirin û komên cuda anîn li ser axa wan bi cih kirin. Kurd niha dîsan bi heman rewşê re rû bi rû ne. Berê DAIŞ xwedî kirin û kirin sînor, niha jî dibin navê OSO’yan çete birîne ser sînor.”
 
‘ÊDÎ EM ŞER NAXWAZIN’
 
Ogur, da zanîn ku ew tu wateyê nade gotinên dewleta Tirk ên “Kurd xwişk û birayên me ne” û wiha dwî li axaftina xwe anî: “Yekitiya neteweya gelê kurd girînge. Divê ku cîhan bêziman ker û lal nebe. Vî şerî rawestînin. Em dixwazin ev şer bi dawî be. Divê her kes gotina xwe ya li dijî vî şerî bêje. Em êdî şer naxwazin.”
 
JI ALIYÊ DIN Ê SÎNOR ÊRÎŞ PÊK NEHATINE 
 
Aynur Gezgor jî, diyar kir ku ew weke dayikên kurd şer naxwazin û wiha bilêv kir: “Em tim aştiyê dixwazin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin gefan de ye. Mirov dimirin. Ji heftiyekê zêdetire sivîl tên kuştin. Gelo çima vê dikin? Ji bo hin berjewendiyan ma mirov şer dike? Jin, zarok, pir û kal dimirin. Ev şer ne li dijî DAIŞ’ê, li dijî gelê kurde. Bi salane em li Riha dijîn. Tu carî ji Sûriyeyê êrîş pêk nehatine. Divê her kes ji vî şerî re bêje êdî bese. Bila dayik negirîn. Em nikarin şeran rakin. Bila dengê me bibihîsin. Ez banga kongreya neteweyî ya partiyên kurd bi nirx dibînim.”
 
‘GER EM NEBIN YEK EV ŞER WÊ TIM DEWAM BIKE’
 
Makbûle Yavûzer jî, dest nîşan kirin ku zarokên xizanan dibin şer û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Ez bêdengiya ewropa şermezar dikim. Divê gelê kurd  li hev kom bibin. Ger em li her çar paçeyan nebin yek, ev şer wî tim dewam bike. Wê xwîn birije û mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo ku em ne yekin êrîşî Rojava dikin. Ez aştiyê dixwazim.” 
 
‘DIVÊ HEVDÎTINÊN BI OCALAN DEST PÊ BIKIN’
 
Adalet Çay jî, êrîşên li ser Rojava şermezar kir û wiha axivî: “Ez ciwanên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axa xwe diparêzin silav dikim. Tu mafê Erdogan li ser axa Sûriyeyê tuneye. Ger hûn bixwazin axa gelekê dagir bikin, bêguman wê li ber xwe bidin û axa xwe  bi parêzin. Te hîna Tirkiye bi ewle nekiriye, gelo tuyê çawan Sûriyeyê bi ewle bikî? Em di hemû şert û mercan de aştiyê dixwazin. Birêz Ocalan tim dibêje ew ji bo aştiyê her tim amadeye. Divê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin.”
 
 
 

Sernavên din

17/10/2019
13:01 Riha veguherî qada eskerî
12:52 Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî: Bi vî şerî re mirovahî dimire
12:27 KKP: Em ê ji tundiyan re serê xwe netewînin
12:17 Di doza Medenî Yildirim de tu pêşketin tune ye
12:03 Yaşli ê ji ber bi kurmancî axivî û rastî êrîşê hat behsa bûyerê kir
11:51 Rojnamegerên li Serêkaniyê: Heta serê sibê bajar bombe kirin
11:37 Şaredariya Îzmirê heqê rê ji sedî 13 zem kir
11:31 Jinên Rihayî: Armanc, gelê kurd ji cih û warê wê kirin e
11:29 Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê: 300 hezar kesî malên xwe terk kirine
11:25 Bi hezaran gelê Silêmanî ji bo Serêkaniyê daket qadan
11:19 Piştî 4 mehan cenazeyê Davût Ecer dan
11:00 Hevşaredarên di bin çavan de derxistin dozgeriyê
10:56 Paylan: Şer li ser pişta xizanan fînanse dikin
10:55 Ji Hevşaredarên Nisêbînê şermezarkirina qeyûm pirsîne
10:54 ‘Me bi tilîliyan bi wan re şer kir’
10:37 Tê payîn Serokê KKP’ê Çîftyurek derxin dadgehê
10:28 Polisan li Edeneyê 13 kes binçav kirin
10:22 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Em neçarin ku li şûna şer aştiyê hînê zarokên xwe bikin
10:04 Corbyn: Pêwiste NY li dijî dagirkirina Rojava têkeve tevgerê
10:03 Zarokan bi çîrok û xêzkirinê mafên xwe vegotin
09:59 Altan: DAIŞ, bi navê cuda bi destê Tirkiyeyê dikeve Rojava
09:14 'Kevokên me jî çûn, lê em ê neçin'
09:14 Amedî: Em ne şer, aştiyê dixwazin
09:13 Li Heskîfê rûxandin û kolandinêna arkelojîk bi hev re tên kirin
09:13 Saziyên Civaka Sivîl ên Wanê: Vî şerî rawestînin
09:12 Rojnamevanên xwedî tecrûbe: Dawiya dawî wê her derew îflas bike
09:11 'Şer giyaneweran û qadên jiyanê tune dike'
09:10 Erdogmûş: Tirkiye ancax bi diyalog û lihevkirinê dikare ji vê çiravê derkeve
09:01 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2019'AN
00:46 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand derket holê
16/10/2019
22:22 Li 53 gundên Şirnexê 2 roj navber dan perwerdehiye
20:04 Xelîl: Tirkiye bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dikin
19:50 Xwendekarên zanîngehên li Silemaniyê piştgirî dan Rojava
19:37 Kampa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa şewitandin
17:48 Swêdê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinand
17:06 'Mirov bê parastin hatine hiştin'
16:49 Pompeo: Divê Erdogan vê dagirkeriya Sûriye rawestîne
16:42 TSK’ê gundê ereban bombebaran kir: Gelek mirî û birîndar hene
16:41 Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Pîrcan hat binçavkirin
16:41 Li Wêranşar û Rihayê tevgera ambulans û maşîneyên cenazeyan zêde bû
16:24 Topa hewanê li gundê ser sînorê Cizîrê ket: 3 kes birîndar bûn
16:17 TBB ji bo kongreyê pêk bîne hêjmara tê xwestin bi dest xist
16:13 Temellî li Nisêbînê bang kir: Divê Tirkiye destê xwe ji ser Sûriyê rake
16:06 Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne
15:34 Rojnamegerên li Serêkaniyê dîmenê şer bi dijwarî didome parve kirin
15:11 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Erzînganê binçav kirin
14:56 Nexweşê penceşêrê 8 roj in di bin çavan de ye
14:54 QSD’ê li qereqola sînorê Bêrecûkê da
14:38 'Desthilat dixwaze bi şer krîzê bi civakê bide jibîrkirin'
14:37 QSD’ê bi fuzeyên katyûşa bersiv da
13:59 Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin: Agahî nedin, parve nekin!
13:46 Tosûn: Hemû êrîşên li dijî vîna gel neheq in
Ocalan: Li 4 navçe û 40 gundan şer heye
13:44 Baroya Rihayê banga civîna awarte li TBB'ê kir
13:29 Li Hezexê polisan êrîşê HDP'iyan kir: Çalakger xeriqîn
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina Çîftyurek dan
13:10 Koalîsyona navneteweyî baregeha xwe ya Kobanê îmha kir
13:04 'Ji bo em stranên azadiyê bêjin em ji şer re bêjin na'
12:53 Li Ahmet Turk lêpirsîna ‘Newrozê’ vekirin
12:47 Mêrê ku mamoste Şengul Karaca kuşt beraet kir
12:44 Lavrov: Em ê navbeynkariya xwe ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bidomînin
12:22 Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
11:37 Surucu: Ji kaniya aştiyê xwîn diherike
11:36 Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê hevşaredaran
11:23 'Polîs çek xist serê min'
11:13 Rojnameger Canozer beraet kir
11:06 Serokê KKP'ê Sînan Çiftyurek hat binçavkirin
10:18 Ciwanên endamên Dev-Guç'ê bînaya CHP'ê ya navçeyê Şîşliyê desteser kirin
10:00 ‘Hem şer dikin hem navê wê dikin Kaniya Aştiyê'
09:56 Prof. Dr. Jongerden: Sûcê Amerîka û YE'yê pir mezin e
09:24 ‘Tirkiye sûcê şer dike'
09:24 Malbatên ji Nisêbînê hatin Cizîrê: Em dîsa tên kuştin û koçber dibin
09:23 Li Şirnexê nerazîbûna ji bo 'operasyonê': Dawetên bisaz tên betalkirin
09:23 Olçay a Heskîfî ku ji bêgavî koç kir: Bîranên min di baxçeyê min de man
09:22 Bi hinceta 'Ji bo HDP'iyan devliken bûn' hatin fîşkirin
09:21 Paltforma Koçberiyê: Koçberiya li Nisêbînê koçberiyeke demborî ye
09:20 'Li dijî êrîşan bersiva mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e'
09:20 Li Girtîgeha Turkoglûyê girtî hatin derbkirin
09:19 Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2019'AN
15/10/2019
23:13 Wê heyeta agirbestê ya DYA'yê biçe Tirkiyeyê
22:39 Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
22:23 Li Cizîrê avêtin ser malan
22:16 Ji ber bi kurdî axivî êrîşî kalê 74 salî kirin
20:50 Leşkerên DYA'yê binkeyeke din jî hêlan û çûn
20:40 Hoşyar Zêbarî: Tirkiye 'qirkirineke etnîkî' dike
19:33 'Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê' li Kobanê sivîl revandin
18:53 Parlementoya Herêmê 12 xal ji bo piştgiriya Rojava erê kir
18:03 Balafirên şer taxên Serêkaniyê bombe dikin
17:51 Ji ber ku cenaze bir 9 sal ceza li hat birîn
17:47 Zagros Kobanê yê di parastina Girê Spî de: Hemû cîhan wê şahidiya berxwedana me dike
17:31 262 cenazeyên Goristana Xerzanê li goristana bêkesan hatin veşartin
17:25 Koalîsyona navneteweyî: Em ji Minbicê derketin
17:03 Li Dara Hênê7 herêm hatin qedexekirin
17:00 Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Esper: Fermana Erdogan rê li ber hilweşandinê vekir
16:43 Ji Meclisên Ciwanan a HDP'ê banga 'mezinkirina berxwedanê'
16:43 Kontrola bi tedbîr a li ser Rojnameger Dogru rakirin
16:18 Di hoparlorên şaredariyê de ‘Sirûda Mehter’ lê didin
16:12 20 endamên SMO û 9 esker birîndar bûn
16:01 'Ma dijderketina şer sûc e?'
15:35 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsya: Me di navbera Şam û kurdan de navbeynkarî kir