STENBOL – Pîlotê teqawît Bahadir Altan, diyar kir ku DAIŞ cihê ku nikre têkevê, bi hêzên ku Tirkiye navê "Mîllî" li wan kiriye hewl didin têkevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "DAIŞ neket Efrînê, lê bi destê Tirkiyeyê bi navê OSO ket vir. Niha li Rojhilatê Firatê jî heman tiştî dikin.
Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tang, top, balafirên şer di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 9'an de berdewam dike. Şer li Serêkaniyê bi giranî didome. Bertek û nerazibûnên li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser herêmê di qada navdewletî de zêde dibe. Têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û polîtîkayên Îktîdara AKP'ê Pîlotê teqawît Bahadir Altan, nirxandin kir.
‘AKP DIXWAZE RUHÊ OSMANÎ ZINDÎ BIKE'
Altan, anî ziman ku du armancên AKP'ê yên operasyonê heye û wiha got: "AKP ji bo belavbûn û hilweşîna xwe rawestîne dest bi vê operasyonê kiriye. Destê DYA û Rûsya jî di vê operasyonê de heye. Berjewendiyê her dewletê di vê operasyonê de heye. AKP ji vê yekê sûdê digire û êrîş dike. Ya din her çend AKP wekî "Dagirkerî" pênase neke jî dixwaze tişta li Efrînê kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêk bîne. AKP bi vê mudaxaleyê dixwaze ruhê Osmanî ji nuve zindî bike."
‘TIRKIYE BI ÇETEYÊN WEKÎ DAIŞ'Ê RE HEVKARIYÊ DIKE'
Altan, anî ziman ku DYA'yê bi erêkirina operasyonê Tirkiye anî lîstikê û wiha axivî: "Piştî ev şer li dijî berjewendiyên DYA pêş bikeve, DYA wê dîsa pişta xwe bide Tirkiyeyê. Tirkiye bi çeteyên ku qet ferqa wan û DAIŞ'ê ji hev tune re hevkariyê dike. Tirkiye navê "Artêşa Mîllî ya Sûriye" li vê komê dike. Li vir nîyeta Tirkiyeyê aşkere dike. Tirkiye artêşa Sûriye wekî artêşa mîllî qebûl nake û Sûriyeyê jî wekî dewlet qebûl nake. Li aliyê din dibêjin 'em alîgirê yekpareya axa Sûriyeyê ne' Ev nakokî ye."
Altan, da zanîn ku Erdogan bi gotina "Em ji hebûna Esad a li Minbicê ne bêzar in" gav paşve avêtiye û wiha berdewam kir: "Ev nîşan dide ku Erdogan ketiye avgîrê. Hemû welatên cîhanê li pêş firsendekê ne. Hemû alem dizane ku Esad neçar e bi YPG'ê re li hev bike. YPG û Sûriye wê li hev bikin. Lê dîsa her kes li pêş hesabê yek alî ne. Li vir bi hezaran mirov bên kuştin ne xema kesî ye. Dewlet di aştiyê de ne samîmî ne. Li gorî Erdogan hemû kesên tên kuştin terorîst in. Lê li wir Ezîdî, Kurd, Elewî, Turkmen û Ereb dijîn. Îktîdar me dixe nava talûkeyek mezin. Ev yek wê dawiya îktîdara AKP'ê bi xwe re bîne.
'DI CÎHANÊ DE TENÊ TIRKIYE YPG'Ê WEKÎ TERORÎST PÊNASE DIKE'
Altan, herî dawî diyar kir ku hemû alem dizane ku YGP’ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û wiha bi dawî kir: "Hemû alem YPG'ê terorîst nabîne. Di welatên cîhanê de tenê Tirkiye YPG’ê wekî terorîst dibîne. YPG di şerê Sûriyeyê de gund û axa xwe mal û mirovên xwe diparêze. Li Tirkiyeyê îro parastiya aştiyê sûc e. Ji ber ku li Tirkiye medya di destî îktîdarê de ye gel tê xapandin.
AXA KU DAIŞ NIKARE TÊKEVÊ BI DESTÊ TIRKIYEYÊ DIKEVÊ
Axa ku DAIŞ nikare têkevê bi destê Tirkiyeyê dikevê. YPG'ê destûr neda DAIŞ têkeve Efrînê. Lê DAIŞ bi destê Tirkiyeyê ket Efrînê. Tirkiye niha dixwaze DAIŞ'ê bi navên cuda têxe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.