AMED - Amediyên ku nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman, bilêv kirin ku ev şer ji bo berjewendiyan tê kirin û gotin, ew ne şer, aştiyê dixwazin.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 9'an de didomin. Her wiha bertekên li dijî şer jî her diçe zêdetir dibin. Amediyan nerazîbûna xwe ya li hemberî şer bilêv kir û gotin, ew ne şer, aştiyê dixwazin.
'AN EM Ê HEMÛ WERIN KUŞTIN AN JÎ VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Ali Riza Akyuz ê 35 salî diyar kir ku kesên tên kuştin hemû mirovên wan in û got: “Min got, ez ê bi nav kuçeyên Amedê bikevim bêjim an em ê hêmû werin kuştin an jî vî şerî bidin sekinandin. Ev kesên tên kuştin hemû mirovên me ne. Ev tenê rant e. Tu lê dinêrî hemû sazî û pirên dewletê hatine firotin. Ev şer jî girêdayî vê qirîzê ye. Pereyê vî şerî hemû ji me bêrîka me derdikeve. Radibe her tiştî zem dike. Em ne mecbûr in li pey yên ji bo qoltixên xwe ev qas mirovan didin kuştin biçin."
'WE TIŞTEK JI KUŞTINÊ FÊM KIR'
Şehmûs Şiray ê 72 salî jî da zanîn ku kes şer naxwaze û wiha axivî: “Ev çend sal e şer e. Em aşitiyê dixwazin. Dengê me çima naçe dinê. Xwedê can daye, ancax ew dikare vî canî bistîne. Tu ev qas mirovan dikujî. Cizîr, Nisêbîn, wexta Roboskê çi qas mirovên me hatin kuştin. We tiştek ji kuştinê fêm kir? Dibên ewlehiya me girîng e, lê kesê tiştek neavêtiye te. Ger şer bisekine wê mirov rehet bibin.”
'KURD LI FEZAYÊ JÎ BIN WÊ...'
Ramazan Arslan ê 23 salî diyar kir ku li hemberî vî şerî ne û wiha axivî: “Ev şer, ji bo kurda hatiye derxistin. Wexta DAÎŞ li wê derê bû kesê operasyon tiştek nedikir. Ji bo ku îro kurd li wê derê mafê xwe dixwazin Erdoxan qebûl nake. Heke îro li fezayê jî kurd li mafê xwe bigerin Erdogan nahêle ku bigihin mafê xwe. Îro li wir dixin, wê sibê li vir bixin. Heta kurd nebin yek wê wisa berdewam bike. OSO birine wir serê zarokan jê dikin, malên gel talan dikin. Ji bo ku şer bisekine divê gel rabe ser piya.”
'EM NIKARIN XWE XWEDÎ BIKIN'
Nazli Tanir a 30 salî jî diyar kir ku kes ji wan naxwaze şer çê bibe û got: “Bila li welatê me aşitî û aramî çê bibe. Ev zemên ku tên kirin hemû ji ber şer e. Niha em nikarin xwe xwedî bikin. Înşelah wê ev şer bisekine.”
'EM NAXWAZIN KUŞTIN ÇÊ BIBE'
Remziye Karagoz a 45 salî jî dest nîşan kir ku şer naxwazin û wiha axivî: “Vî şerî ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibin. Em naxwazin kuştin çê bibe. Em dixwazin him bila aborî were çareser kirin hem jî şer were sekinandin.”
'DIBÊJIN BILA EZ HEBIM HEVALÊ MIN TUNE BE'
Hesen Melaşerefoglû ê 69 salî da zanîn ku şer li kîjan welatî be tiştekî baş nîne û wiha axivî: “Xwedê dibê yê ku mirovekî bikûje cihê wî dojeh e. Mirovên misilman misilmana dikuje. Kurd jî tirk jî ereb jî misilman in. Ev şer şerekî fikrî ye dibêjin bila ez hebim hevalê min tune be. Gereke her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe, em destê xwe bidin hev bi biratî bila aramî were welatê me û em bi hev re bijîn kesek û neye kuştin.”
'BILA TU WELAT ZIRARÊ NEBÎNIN'
Şahin Kaya 24 salî jî diyar kir ku naxwazin ku li tu welatan şer çê bibe û got: “Bila ji bo berjewendî, polîtîka şer nekin bila mirov nemirin. Bila aşitiyekê di nava xwe de çê bikin bila tu welat zirarê nebînin.”
'SUCDAR TIRKIYE YE'
Farûk Ûmay ê 20 salî jî got: “Di serî de bi welatê xwe ve mijûl bibe pişt re here li wê derê mijûl bibe. Li Nisêbîn û Rihayê sivîl hatin kuştin, sûcdar Tirkiye ye. Ev şer biqede wê milet bikaribe li karê xwe bike."