ŞIRNEX - Li 53 gundên girêdayî Cizîr, Silopî û Hezexê ku li ser sînor dimînin dîsa 2 roj navber li perwerdehiyê hat dayîn.
Li 53 gundên ser sînor ên girêdayî navçeyên Cizîr, Silopî û Hezexê yên Şirnexê dibistan 2 roj ketin betlaneyê. Rewş ji aliyê rêvebirinê dibistanan ve bi peyamek ji dê û bavên zarokan re hat ragihandin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: "Dibistanên me rojên Pêncşem û Înê jî ketine betlaneyê. Zarokên xwe neşînin dibistanê û dernexin derve.”