AMED – “Qedexeya derketina derve” ya li ser 42 gundên girêdayî 5 navçeyên Amedê hat rakirin.
Walîtiya Amedê di 29’ê mijdarê de bi hinceta operasyonên leşkerî “Qedexeya derketina derve” li ser 42 gundên girêdayî navçeyên Farqîn, Licê, Pasûr, Hezro û Karazê yên Amedê îlan kiribû. Walîtiya Amedê der barê qedexeyê de daxuyanî da û ragihand ku qedexe ji ser gundan hatiye rakirin.
Gundên ku qedexe lê hatibû îlankirin wiha ne: "Li navçeya Licê Nenyas, Kerwes, Licok, Zengê, Mişrif, Antax, Bamitnê, Sinê, Beşişt, Gir, Hazmaz, Helbikin, Banaderan, Darakol, Harag, Koçeran, Merdinya û gundê Sernis, li navçeya Pasûrê gundên Zîlek, Kûrikan, Qemika, Temira, Maladinarê, Mîlika, Temrana Sexir, Şawişa, Godernê û gundê Barinê, li navçeya Hezroyê gundên Qenderhel, Helhel, Şikefta, Zoxbirim, Şêxan û Eyîndar, li navçeya Farqînê gundên Şêlima, Cûmatê, Fişatê û Berbûş, li navçeya Karazê jî Benê, Mehmediyan, Tepecûk û Rasileynê.”