ENQERE - Nûriye Gulmen di roja 268’an a greva birçîbûnê de serbest hat berdan. Gulmen, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê berdewam dike. Bavê Gulmen Şaban Gulmen kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ji ber em gihişitin hev em kêfxweş in. Lê ji ber ku tenduristiya Nuriye û Semih xerab in jî em xemgîn in."
Danişîna doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça duh hat dîtin. Di danişînê de Nuriye Gulmen hem serbest hat berdan û hem rastî cezayê girtîgehê hat. Çalakiya grevê ya Nûriye Gulmen li malê jî berdewam dike û ket roja 269’an. Nûriye Gulmen ku li kawîşa girtiyan a Nexweşxaneya Numune dihat girtin bi ambulansê birin mala wê. Gulmen; ji aliyê malbat, heval, dost, çalakgerên Kolana Yukselê, Semih Ozakça û Esra Ozakça ve hatin pêşwazîkirin. Piştî Gulmen hat berdan bavê Gulmen Şaban Gulmen, hestên xwe yên berdana keça xwe parve kirin. Şaban Gulmen, diyar kir ku ji ber keça wî hatiye berdan gelek kêfxweş e û wiha got: “Ji ber ku Nûriye hatiye berdan em kêfxweş in. Lê li aliyê din ji ber rewşa tenduristiya Nuriye û Semih xerab e em xemgîn in. Em dixwazin demek berî demekê bigêjin tenduristiya xwe. Em dixwazin dîsa vegerin karên xwe. Wekî din em tiştekî din naxwazin. Bi berdana wan pirsgirêk çareser nabe. Ez difikirim ku heta vegerin karê xwe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Bi biryar in. Ez dixwazin bi awayekî tenduristî jiyana xwe û karê xwe berdewam bikin."
ÇALAKGERÊ YUKSELÊ: EZ YEKEM CAR NÛRIYE DIBÎNIM
Yek ji çalakgerên Yukselê Sultan Aydogdu jî diyar kir ku berdana Gulmen serkeftin e û wiha got: "Ez yekem car Nûriye dibînim û nas dikim. Ev serkeftinek hêj bi encam nebûye. Ger ku Nûriye li karê xwe vegere dê serkeftina wê bi encam bibe. Ji ber ku min Nûriye nas kir gelek kêfxweş im."
SAÇILIK: HEMÛ CÎHANÊ DÎT EM MAFDAR IN
Gulmen, hem hat berdan û hem jî rastî 6 salû 3 meh cezayê girtîgehê hat. Çalakgerê Kolana Yukselê Veli Saçilik, diyar kir ku cezayê li Gulmen hatiye birîn bi fermana navendî hatiye dayîn û wiha got: "Hemû cîhanê û Tirkiye dît ku em mafdar in. AKP’ê dijzagonîbûna xwe nîşanî hemû cîhanê da. Nuriye û Semih hemû îtîrafên wan pûç kir. 389 rojin em dibêjin bila Nûriye û Semîh bijîn. Em dê her dem bêjin. Tu kesî nekaribu çalakiya wan têk bibe. Çalakiya xwe tevî hemû astengiyan berdewam dikin. Nuriye bi çalakiya xwe ya yekemîn li ber Bîrdariya Mafê Mirovan bû gula hêzê. Em ji paltoya Nuriye derketin. Em pir ji Nuriye hez dikin."
MA / Diren Yurtsever