AMED - Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ji bo hilbijartina kongreya awarte pêk bîne, hêjmara baroyan a tê xwestin bi dest xistin.
10 baroyên Tirkiyeyê ji bo ji ber axaftina Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metin Fevzîoglu ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got "Ger ku hêzên çekdar sivîlan bike mertal, dewlet ne mecbûr e sivîlan biparêze" bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê kir û xwest kongreya awarte li dar bixin. Baroyên Stenbol, Enqere, Antalya, Edene, Îzmîr, Bursa, Aydin, Amed, Wan û Rihayê bang li TBB’ê kirin û xwestin kongreya awarte li dar bixin.
OHD: HÊJMAR TÊR DIKE
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) li ser hesabê twitterê agahî parve kirin û diyar kirin ku hêjmara tê xwestin hatiye komkirin. OHD’ê di banga xwe de diyar kir ku Rêveberiyên Baroyên Stenbol, Enqere, Antalya, Edene, Îzmîr, Bursa, Aydin, Riha, Wan û Amedê bang li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê kirine ku kongreya awarte li dar bixin. Rêveberên Baroyan anîn ziman ku ew naxwazin Serokê TBB'ê qêrîna şer bike.
Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, anî ziman ku ji bo kongreya awarte bang li TBB'ê kirine û hêjmara baroyên bang kirine gihiştine 10 baroyan.