RIHA - Nexweşê penceşêrê Mahmût Korkmazer jî di nav de 34 kesên ku beriya 8 rojan li Rihayê hatibûn binçavkirin cara duyemîn dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.
Li Rihayê, dema binçavkirinê ya kesên ku beriya 8 rojan hatibûn binçavkirin, cara duyemîn hat dirêjkirin. Di nav kesên hatibûn binçavkirin de nexweşê penceşêrê Mahmût Korkmazer (60) jî heye. Korkmazerê ku demek beriya niha ji medeya xwe hatibû emeliyatkirin, divê ku her roj bê tedawîkirin; lê di eywana werzîjê ya lîseyekî de tê girtin. Parêzera Korkmazer Hîdayet Enmek diyar kir ku rewşa muwekîlê wê nebaş e û got ku kesekî bi nexweşiya penceşêrê divê cihê wî paqiş be.