MANÎSA - Rêveberê Partiya Çepgirên Kesk û Siberojê yê Manîsayê Sayît Tayci diyar kir ku desthilat şer di polîtîkaya hundirîn de bi kar tîne û wiha got: "Armanc dikin ku bi şer aboriya têkçûyî, zemên ku weke baranê dibarin û bêkariyê bi civakê bidine jibîrkirin."
Rêveberê Rêxistina Bajar a Partiya Çepgirên Kesk û Siberojê yê Manîsayê Sayît Tayci têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku derbarê pêşeroja Sûriyeyê de gelên li wir dikarin biryar bidin û divê astengiyên li pêşiya vê yekê ji holê bên rakirin. Tayci da zanîn ku armanca êrîşa Tirkiyeyê polîtîkaya hundirîne û wiha got: "Desthilat, dijberiya kurdan ji xwe re kiriye rehber û bi ser vê yekê dixwaze piştgiriya xwe ku di nav civakê de dihele zêde bike. Armanc dike ku bi êrîşê dengên xwe zêde bike û aboriya têkçûyî, zemên ku weke baranê dibarin û bêkariyê bi civakê bidine jibîrkirin. Divê ku ev rewş bi dawî bibe. Civak di ferqa vê yekê de ye û divê li dijî vê yekê derkeve."
'ŞER LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN E'
Rêvebera Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê Hatîce Aslan jî diyar kir ku bi êrîşa deskeftiyên gelê kurd hedef tên girtin û wiha got: "Tê xwestin ku modela rêveberiya ku hatiye avakirin ji holê bê rakirin. Gelê kurd hemû destkeftiyên xwe bi tekoşînê qezenç kiriye û ji bo deskeftiyên xwe dê têkoşîna xwe bidomîne. Di şeran de destpêkê jin û zarok xesar dibînin. Di êrîşa çend roj in didome de jî sivîl tên hedefgirtin. Ji ber vê yekê divê hemû rêxistinên kedê, odeyên pîşesazî û kedê û rêxistinên sivîl, hemû kesên li cem demokrasî li dijî vê êrîşê derin û parastina aştiyê bikin."