ŞIRNEX - Li Hezexê, polisan êrîşê daxuyaniya derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Gelek welatî ji ber êrîşa polisan xeriqîn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, polisan bi ava şid û gazê mudaxaleyî daxuyaniya êrîşê daxuyaniya derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Di nav girseya ku polisan mudaxaleyî wê kir de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevşaredara Hezexê Songul Erden jî hebûn. Beriya daxuyaniyê, avahiya HDP'ê ya navçeyê bi maşîneyên zirxî ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.
Polisan, "qedexeya" Walitiya Şirnexê ya ji bo çalakiyan weke hincet nîşan da û destûrê neda ku daxuyanî bê dayîn. Endamên partiyê û welatî ligel vê yekê jî derketin derve û dest pê daxuyaniyê kirin. Di vê keliyê de polisan bi ava şid û gazê êrişê komê kirin. Ji ber êrîşa polisan Parlementer Îmîr û Hevşaredar Erden jî di nav de gelek kes xeriqîn. Ji bo kesên xeriqîn bangî ambulansê kirin.
Li ber avahiya partiyê alozî berdewam dike.