ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bertek nîşanî operasyona binçavkirina kesên êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne dikin, dan û xwestin Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek demildest bê berdan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokraktîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, derbarê operasyonên binçavkirin û girtinên kesên êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevserokan di daxuyaniyê de bertek nîşanî binçavkirin û girtinên siyasetmedarên kurd dan û wiha gotin: “Operasyona desthilatdariyê ya li dijî qada siyasî û siyaseta Kurd veguheriye operasyona nêçîra pîrebokan. Hemû kesên ku li dijî şer û dagirkeriyê derdikevin û aştiyê dixwazin di hedefa desthilatdariyê dene. Ji 9’ê Cotmehê ve bi sedan kesên li dijî şer derketin hatin binçavkirin û girtin. Hevşaredarên me, navenda me ya krîzê û alîgirên dixwazin alîkariya mexdurên şer bikin di hedefa van êrîşan dene.”
LI DIJÎ KURDAN ÊRÎŞEKE
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat got: “Partiyên tifaqê yên daxwazên gelê kurd tînin ziman û meşrû dibînin di hedefê dene. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Birêz Sînan Çîftyurek serê vê sibê hat binçavkirin. Neqilkirina gurçikan kiribû û dihat derman kirin. Sînan Çîftyurek 67 saliye û li mala xwe rastî kîn û rika desthilatdariyê hat. Di serî de Sînan Çîftyurek divê hemû kesên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin ên hatin girtin û binçavkirin demildest bên berdan.
DAXWAZA AŞTIYÊ WÊ NEYÊ BENDENG KIRIN
Daxwaza aştiyê, daxwaza maf û azadiya wê tu carî neyin bêdeng kirin. Binçavkirin û girtin wê nekarin vîna gelê kurd bişkînin. Tiştên ku em pê bawerin, rast û mafdar dibînin emê tim biparêzin. Di vê oxirê de emê têkoşîna xwe dewam bikin.”