NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, piştî baregeha xwe ya li gundê Xereb Iştê yê Kobanê terikand, bi teqemeniyan teqand.
Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 8'emîn de didome. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengiya Amerîkayê jî vekişandina xwe ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Hêzên koalîsyonê piştî ku baregeha xwe ya herî mezin a li herêmê ya li gundê Xereb Iştê yê Kobanê terikand, bi teqemeniyan teqand.