AMED - Rojnameger Berîtan Canozer ji doza ku derbarê wê vebûbû de beraet kir.
Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, 2'emîn daneşîne doza wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerê Canozer, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Platforma Bêdeng Nebe û gelek rojnameger tevlî daneşînê bûn.
Heyeta dadgehê di daneşînê de ji bo Canozer biryara beraetê da.