AMED - Serokê Giştî Partiya Komînistan a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek hat binçavkirin.
Polisan îro serê sibehê saet di 05.00'an de li Amedê girt ser mala Serokê Giştî Partiya Komînistan a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek û ew binçav kir. Polisên ku piştî lêgerîna li malê bi dawî kirin Çîftyurek binçav kirin û bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Amedê. Hat ragihandin ku Çîftyurek ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatiye binçavkirin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Çîftyurek ê 75 salî hene û divê ku li cihê paqij bimîne.
Partiya Komînistan a Kurdistanê têkildarî binçavkirina Çîftyurek, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û ev agahî ragihand: "Serokê me yê giştî Sînan Çîftyurek îro serê sibehê saet derdora 05.00'an hatiye binçavkirin. Divê demildest serokê me yê giştî bê berdan."